Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî civîna xwe ya gerane li navenda Encumena Zagonsaz li dar xist.
Hin pirs û mijar der barê destûrdayîna (Ruxsetdayîn) ji bo partiyan hat nîqaşkirin.
Piştî bidawîbûna civînê, Ken’an Berekat Hevserokê Desteya Hundirîn da xuyakirin ku ew ruxsetê ji Partiya Yekîtiya Niştimaniya Azad dikişînin.
Her wiha Berekat di berdewamiya axaftina xwe de got ku daxwazên çend partiyên siyasî ji bo ruxsetgirtinê dê werin nîqaşkirin.