AZADÎ
Vînek ji kefçika dil e
arîyanek jê dibişire, dibirise..
av daye, hêza canê pakrewan
perdeke rengîn, alandî ser mil
xelat kir bûkeke bi bejin û bala..
azadî..
bi dergihê sor, bihişta siwara..
bergeha bê ware, çareya bê mara..
erê..
di dil de şiyar e
komireke pereng e, ar e…
dikele, bi badana zevleka
na vemire, gel xilmaşa nêçîrvana
hev disincirînin pizot
tîn didin..
revîn didin..
li kotek bigef in..
xûn e, vejîn e
kulîlkan ji bin latan hiltîne
dilîlîne..
bi qoş û bezza şeyên resen ..
deman dihêre.. dikudîne
azad î…
ber û oxirê
piştê dide felekê..
Ji taristaniyê
roniyê diafirîne
azad î….azad îîîîîîîîîîîîîîîîîî…
navê wî di nasnameyê de Telal Hesen Husên e, navê Gulal ne hat pejrandin ji ber ku navên Kurdî di wê demê de qedexe bûn, ji malbata Beglîxanê ye, ew jî ji malbatên herî kevnar e, li Sinceqa Xelefê Axa ye, ya bi ser herêma Terbespiyê ve ye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê ye
Xewneke Seqemî
Xewneke Seqemî
di baweriyan de bû
di arîna hêviyan de bû
spîndarek bi agravê re dijî
wêrekan…?
bihêrzeke lawaz
di naveroka xewnê de
hêlînek ji awiran avakiribûn
bi agravê..
Serê tîran.. Dişiştin
Li bin sîwana dara diriyan
Li benda nêçîreke sergêjekî
…..diman
Lê…………
Aso ewrin giran…giran
..Diyarkirin
Niyaz bi bînefeşkê
Li dû wan dikulkulî
Cerdevanan lotik dan..
Zam dan zixtê
Dilsozan….birîn pêçan
Bi tîna biratiyê
Di hembêza dayikê de
………Vehêsandin
Agir gûr şandan………
Çek hildan..
Ronî û şewat bûn bira
Zanbor mane lîs.
Bayê kur mitêl e
Balgeh kevir e
Şevên reş…….tarî
Awazeke strayî….
Bi hevîrtirşekî zuha
Xewn di hestên wan de
Bû giroveke paldayî
…ji arê pîroz
Kedxwer di çavê xwe de
………Radikirin
Ciwanîk û xweşmêr
Di şevînê de bendewar in
Di jêrzemîn û xeşîmeyan de
Hûçik vedmalandin
Gulî dihûnan
Pî û pêngav dihejmartin
Dipîvan……….
Merdan bi şeqepêlî
Li taristaniyê…hovîtiyê, li koletiyê
Gef xwarin
Hêvî û xwezî terr vebûn
Mirov gernijî
Pişt rast ma
Rastî bû bersiv
Serast dibin çiv
Xewna qerimî
Şabaş û ohyan
Li serpêsîra dayikê
Pakrawan nivist
Man şadî û geş
Çi xewneke xweş…??
GER TU LI NIK MIN Bî
Ger tu li nik min bî
Hêviyê evîna xwe
bi teşiyên mijgûlên reş
dirêsim.
Ger tu li nik min bî
serperîkên dilê xwe yên şikestî..
koşek ji efsana lehngên evînê..
aza dikim.
Ger tu li nik min mbî
Pêlên dastna Mem û Zînê
min didaqurtînin
û..li parava siruştiyê
min sêwî-tazî tamar,û talankirî
dihêlin.
Ger tu li nik min bî
esîman wateyek..belek
ji çavên te reng-reng digire
çivîkên evîna min tê de diyar dibin…
Di sala 1968an de li gundê Sogiya jidayik bûye, li wir xwendina xwe ya seretayî sergihayî kiriye, xwendina navendî li bajarokê Tirbespiyê berdewam kiriye, pişt re li Şamê Amojgeha Xezil xwendiye û bawername bi dest xistiye, paşê li zanîngeha Helebê beşê Huqûq –xwend, lê di sala dawî de û ji ber rewşa ewlekarî xwe veguhest Zanîngeha Furat ji wir bawername bi dest xistiye.
Sibat
Sibatek lal
naverokek..avdizî
canê xweşmêran..qurban dan
bi yarmetiya metirsiyê..
arama hêviyan dixwest biqelişîne
dilopên xwînê
yekeyek
jê tên xwar
lehiyek ji merdan
şeqepêl dike
qulzemek fermîskên ..
hawargihana..zarokên bê himbêz
di keftlefta pêljanên xwe de
winda dibe
rûçkên saloxan
bi kuldarî..xwe dixapînin
ken didin
bi hêvîdariya levhatinek daxdayî
lêvên qurmizî, xunav didan
darek pelweşên
di sibatek lalî bihin teng de
xwazgînên xwe
bi sirrek seqemî
lotkên wan, dorpêç dike
şermezariya xwe
di bin konekî bê stun de
vedişêre
ah û ohiyanên xwe
bi hev re tuj dike
pê ciwaniya xwe
kurkur dike
avjîna xwe, girr lihev dixe
lê….
Tînên şehsiwaran..hişmendan..
tên hev ..lihev vedgerin
mîna pêtên arên sor.. hilordidin
qelzemek ar didin
xwenas, xweza, merdane, canpolayî…
armancnas in.
Nalivim
Ger sosin di xulpelêlan bivejin
Xunav ji teht û latan ew birijin
Kevir giran im şûnwaran naleqim
Ku mar û dêwên “Daiş” bi helkefin
Li xure cihan hindek bi serkefin
Zik zemîn der im
zê wan de biteqim
Ku çiya û gerdûn bo min bihejin
Zuxur pola ser mûmê biherijin
Awir piling im, arzû xwe naliv
Tan û topên wan ser min biherikin
Ji çar kenar sîxuran ber bi rêkin
Dar û devî me ji qurm hilna bim
Heger kanî û çîmen ber min dagirin
Co û cobaran ji kok xakê bibirin
Lat û hîman bi kulman dê guvêşim
awzek û du stranan we re rêjim
Qawanek du pel li Qamişlo rêsim
BERXWEDANA LI ŞENGALÊ
Peywer im her bo xaka welat
kim sinciyê, karê rager
soseretî xweda sirûş da felat
jê dizêtî bîr û bawer
can ve xûzekim ber xak û zemîn
xûzekim, ney kes û serwer
min ji hev veb çiran, tevna sohîn
min şikan pêç, merc û kember
pêç û merce, û zinara şofîn
azakim xakê , gil û der
haraya bi fêz û gûr, vîn hespîn
mijdabî xortên dilawer
ên pêkin, ew ceng û hala gerîn
şervan in, meyz va ketin şer
hêzeya li şengal in dij tewîn
dê kin şer, hev deste rêzger
îrema Zeredeşt in roj zemîn
laleşa pîroz e pêger
cengevan vehilistin ser piyan
milmlia gel hev bidin der
wê qelêşin hîm û latên çiyan
wa rengî reşa bikin der
rojereş hilan, jev-jev diriyan
tên bi him-him weke bager
rojegeş şageşîn e, vehilbû
ha ji Şengal agirê şer
şingeşinga şûr û tîr e gurbû
leşkerê ser hespa qemer
wê leheng dest û stiwê we badî
afsana dêrîn min jê der
va ji Hewlêrê pijqîme cardî
pêşmergên kelmend û perwer
meyzekin, kurdo gerdûn hejandî
va rengîn al ro pijqî ser
rabe millet hev bêjin re bêjin
yan Kurdistan da hewkin şer
PERWÎN…
ez evîndarê perî dihê salan
dil şikestî reben bê hedan
avjenîm di kendava
gerden û lêvan
çav nehêrî..mam bi hêvî..
lûb-lûb lê kir..min
çavê perî..
dilovan be, bide min parek.
perwîn.. wa gulperî
her nerînek te..
bi fêrmûskan..
kedîkiribû..
her mûmek di tenahiya min de
vêxistîbû..
te vemirandibû..
her warek bi yek carek
te hişt..
bê xwedî
bê çarek..
her dîlanek.. di can de..
te kirbû..havînek..
min dixwest bi van..nerînan te evînkim
lê…
bi wan derdan, te ez dîl kirim
perwîn
tu dixwazî vemrînî..çira dila..?
ez berê kor im..ji sawîra te pêv..
nabînim
çilo ez ê herim..di xaçerêkên
reşevan de..te himbêz bikim
em ê bigihên hev
heger ne li vir..li wir
ne li gerdûnê..li asîman
ne li vê jînê..
belê .. piştî mirinê.
li jorê banî ..ba Xwedê
da ku mehra me bibire..
belkî, evîndarî..
min bike mirovek..
dilovan..
dilovanekî
dil şikestî..
pişt tewyayî..
belkî evîndarî, çêke ji min
nêçîrvanekî wenda
bê amanc..
yan lehengekî destanî
biçirîne..sînoran..
rizgar bike Edûlê
bişkîne latê çiyan..
da biçespîne..qelenê şêrîn
tu evîna min î..
tu jiyana min î
çima tu dixwazî
bîra evîna min biçkînî..?
min bike dilyarekî gerhok
û koçerekî bê kon
yan..lewendekî evîndar…
û…şermok
Nivîsandin:
a-Xwendin û vekolîneke dîrokî di kok û hebûna kurdan , li Rojavayê Kurdistanê de ( lêkolîn bi zimanê Erebî).
b-Azadî ( Helbest) helbestên nûjen-bi zimanêKurdî- çapkiriye. Pêşgotin Seydayê navdar helbestvanê gewre Memûd Sebrî. Wêne, şêwekar mamoste Emmar mûsa.
c-Rola Turkan di kêşeya kurdî de ( lêkolîn).
GER EZ HATIM BÎRA TE..
Eger ez hatim bîra te ..
bi wan çavên xemgîn..
min dorpêç bike..
di hişê xwe de ..
min dayîn bike
bi wan çavên şêrîn ..
min evîn bike
hêwa .. hêviya ji mirre sînoran b’arke
wîneyên .. min li tenahiya şiyar bike
lîstikên zarotiya di dav û fitrake
bê dudilî ..
wan nêçîrke
bi şalê bedewiya xwe ..
li dor çavan winda bike
* * *
Evîna min..
heger şahiya kir dîlan
rondikan bibarîne
da xemgînî ji reşçavan..
bibin perwan..
da xelatkin..xemla rûçkan
bibirisin..ew dev û diran
bihejin.. ew mijgûl û lêvan
Yara min …
Eniya te Laleş e
çavê te kevirê reş e
birhên te heyvek li şeva reş e
bejna te.. dawetek serxweş e
bîna te.. buharek gulgeş e
* * *
Yara min
heger ez mirim, fermîskan nebarîne
bi ben û bendan …
wan zindanke
gorineke min çêke..li gir û kendalan
belê..li dûriyan
li bêlana bê av ..û jiyan
ne li newal û deştan
ne li zemînek bê kevir û latan
li asîmanek bê heyv û stêran
…li toza kadizan
û…
her sal li bîst û çarê meha dehem
destê xwe ..hilda ..û neda min xatiran
da canê min bimîne li her kolan û şaran
van risitan bik, turê pîran..
da bike çîrok û stran
dest ji detsan bigirin..
û ji hev re bikin yade
û li rûplên nejbîr û nemiran..
mîna Siyamendo..qurbanê..Xecê.
VÎNA KELMEND
Vîna polatî ji hesin, zihneya mafê gelan e
Kelmend nûber, ji kerbê welat, cerg û dil pê kewane
Merd im bê ser, ji qencewar im, lê ber û niv xemdane
Mij mêjû warî kûreder im, bedew xakî xemlane
Aza ji zatê azarê,vîn ji helista peyan e
Dil pey yar cergan disoje, xal dêman ser rû miçane
Ê bê welat, tazî û rût, yan kincin xilmet dimane
Bi sînor û tixûb, dadan li min hesar ew zindane
Gelek payedar in em, di dîrokê de rih berdane
Kak û ka ji bo maf nake çare ji bo me Kurdan e
Ger xûn li ser kuh û latan ne bit wek gol û bestan e
gul çîçek li hawîr venabit li mêrg û deştan e
ُEv nivis di rojnameya Bûyerpress, hejmara (60) de hatine weşandin.1.3.2017