Mirin xedar û pozbilind e, dema tê gulistanê çavên xwe li hemû gul û kulîlkên rengîn digerîne. Wan yeko yeko bêhn dike û ya herî xweşik û bêhnxweş ji xwe re dibe, direvîne. Bi taybetî gulên ku hay ji xwe namînin û jiyanê mist bi mist li hawirdora xwe belav dikin.
Hingê mirin didexise wan û dixwaze wan zûka zeft bike. Şîfa ber bi Çala Mirinê ve diçû. Mirin jî ber bi wê ve dihat û li ser wê keviya dojehî herdu pêrgî hev hatin. Ez ne Şîfayê û ne jî mirinê tawanbar nakim, lê ez li wê rasthatin û hevhembêzkirina wan a pir zû diponijim.
Lê Şîfa ji mirinê neditirsiya. Şêr keça şêra bû. Penaberî û mihacirî dîtibû, şîrê bêtar û karesatan firr kiribû. Bêyî tirs çûbû welatê mirinê ku li wir her çalek çala mirinê ye, di her pêngavekê de mirinê dav û xefik vendane, çûbû cihê ku erzantirîn tişt însan e, cihê ku kelûpela herî bênirx xwîna însan e. Li Çala Mirinê digeriya, li ser axa ku ji mêj ve mirinê zora jiyanê biribû.
Şîfa ne tenê keça malbata xwe bû, lê keça Kurdistanê bû. Ne tenê ji destê malbata xwe çû, ji destê her kurdekî çû. Mirin heq e. Her mirovek dê di roja xwe de bimire. Lê mirina Şîfayê li mirina ewreke têrav û li mirina bax û gulistanan diçe. Cihê wê yê vala li Rûdawê jî dê her vala bimîne, ma kî dê stêrkekê ji esman deyn bike û li wir deyne?
Şîfa ne tenê rêveber bû, Şîfa gul bû. Şîfa rêzdar û rêzgir bû. Şîfa medyakar û rojnameger bû. Di esmanê ragihandina Kurdistanê de, Şîfa stêrkeke heftreng bû. Şîfa herdem devliken bû. Keçeke Kurd a zîrek, bedew û jixwebawer bû. Di karê xwe de, di jiyana xwe de, di xewn û hêviyên xwe de Şervan û Pêşmerge bû. Şîfa Kurd bû, ji enînivîsa gelê xwe ne dûr bû. Dibêjin Şîfa mir! Na Şîfa şehîd bû û îro di dilê Kurdan de ji dayik bû.
Şîfa gul bû
Besam Mistefa
Şîfa ne rêveber bû
Şîfa gul bû
Herdem devliken
Herdem jixwebawer
Rêzdar û rêzgir bû
Şîfa medyakar û rojnameger bû
Di esmanê ragihandina Kurdistanê de
Stêrkeke heftreng bû
Şîfa Kurd bû
Ji enînivîsa gelê xwe ne dûr bû
Dibêjin Şîfa mir
Çi henekeke xwîngiran
Şîfa îro di dilê Kurdan de
Ji dayik bû.