Serkirdeyê kurd Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1903an de ji dayik bûye. Di 3 saliya xwe de dagirker û dagirkerî nas kiriye. Piştî şikestina serhildana Şêx Ebdulselam, di sala 1907an de Barzanîyê 3 salî jî bi dayika xwe re li girtîgeha Mûsilê tê girtin.
Di sala 1915an de jî gava Şêx Abdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê ji aliyê Waliyê Osmanî Silêman Nazîf Paşa – ku ew jî bi eslê xwe Kurd e- ve tê darvekirin, Barzanî wê çaxê 12 salî ye, û li wê meydana darvekirinê amade ye.
Li gor hin çavkaniyan di sala 1919an de Şêx Ehmed ji bo kar û barê serhildanekê birayê xwe yê 16 salî Mistefa Barzanî dişîne Bakurê Kurdistanê. Barzanî di wî temenê xwe yê ciwan de, li bajarê Mûşê hevdîtinekê bi Şêx Evdilqadirê Nehrî û Şêx Seîdê Pîran re dike. Li ser daxwaza Xoybûnê Mistefa Barzanî bi 500 pêşmergên xwe diçe hewara serhildana Agiriyê û li Herêma Oramarê li dijî leşkerên Romê şer dike. Û pişt re derbasî herêma Barzan dibe. Di hemen salan de, li başûrê welêt leşkerên Iraqê bi alîkariya balafirên Îngilîsya êrîş birin ser herêma Barzan.
Piştî berxwedaneke dijwar tevgera Kurd carek din jî bi îxanet û piştgiriya hin eşîrên Kurd têk diçe.
Di sala 1932an de Mistefa Barzanî, Ehmed û Sadiq Barzanî bi pêşmergê xwe ve mecbûr man ku derbasî bakur bibin ku li wir jî ketin bin destê dewleta Tirk. Piştî ku di sala 1934an de li Iraqê efûyek derket malbata Barzanî û penaberên Kurd vegeriyan Başûr. Lê her sê Barzanî ji malbata xwe hatin veqetandin û berê wan dan çoleke Ereban ya bi navê Hîlleyê. Li ber daxwaza dijmin hustuxwarkirin û ji fermanên wan re teslîm bûn ne li gora Barzanî bû.
Barzanî vegeriya Kurdistanê û Rewandiz ji dijmin rizgar kir. Piştî ku leşkerên dijmin bi hêzeke mezin êrîşî Rewandizê kirin, Barzanî careke din berê xwe da dostê xwe, çiyayên Kurdistanê. Barzanî pişt re bi rêvebiriya Iraqê re li hev kir û hat li Silêmaniyê bi cî bû.
Di sala 1943an de li Colemêrgê serhildana Saîd Birokî destpê dike. Barzanî dîsa helwest û nasnameya xwe ya Kurdistanî eşkere kir û bi pêşmergên xwe re çû alîkariya serhildana li bakurê welatê xwe. Di wan salan de Barzanî geh ji bo alîkariya rojhilatê welêt bi leşkerên Îranê re, geh jî bi leşkerên Ereb re her di nava şer de bû.
Têkoşîna di salên 1943-1945an de bi alîkariya Îngilîsya û Tirkan têk çû û Barzanî bi malbata xwe re derbasî rojhilatê welêt bû.
Di sala 1945an de bi beşdariya Barzanî li rojhilat “Partiya Demokrata Kurdistan” hat avakirin. Di meha Çileyê Paşîn ya sala 1946an de li Mehabadê Komara Kurdistan hat eşkerekirin. Barzanî bi du kesên din re ji aliyê hikûmetê ve weke general hat hilbijartin.
Di sala 1946an de gava Barzanî li Mehabadê bû “Partiya Demokrata Kurdistan-Iraq” hat damezirandin. Ligel ku Barzanî di kongreyê de ne amade bû jî, ew wek serokê partiyê hat hilbijartin. Piştî têkçûna Komara Kurdistan li Mehabadê, Barzanî alaya Kurdistanê ji Serokkomarê Kurdistanê Qadî Mihemed wergirt û bi 500 leşkerên xwe dest bi meşa xwe ya dirêj kir ku li Sovyetê bi dawî bû. Li ser wê riya dirêj ya ku bi qasî 350 kîlomete bû, bi leşkerên Îranê û Tirkiyê re şerê dijwar kirin û bê ku zirarekeke mezin bibînin ew di ser Agirî re, 18ê Hezîranê gihîştin cîhê xwe.
Ew meşa ku di dîrokê de bi navê “Meşa Dirêj ” cî girt,, 52 rojan ajot.
Bi mirina Stalîn û bi hatina Krusçev re bi hewldana Barzanî rewşa wan ya li wir çêtir dibe, pêwendiyên serokê netewî Barzaniyê nemir û Sovyetê dikevin pêvajoyeke nû. Hin mafên Kurdan yên ku Stalîn dest danîbû ser, li wan tê vegerandin.
Di 14ê Tîrmeha sala 1958an de, bi darbeyekê General Abdulkerim Qasim desthilatiya Îraqê xist destê xwe. General Qasim di çarçoveya Iraqê de, hin mafên Kurdan nas kirin û bangî Barzanî kir ku vegere welatê xwe.
Barzanî di 6ê Çiriya Paşîna 1958an de vegeriya Bexdayê. Li balafirgehê bi sedhezaran kesan pêşwaziya serokê xwe yê netewî kirin. Barzanî bi Qasim re hevdîtinek kir û bi lihevkirina ku ev guftûgo bidomin vegeriya Kurdistanê.
Lê wê ” Buharê “jî li Kurdistanê zêde dom nekir. Qasim, hemû sozên xwe binpê kirin û di sala 1961an de, bi leşker û balafirên xwe êrîş bir ser Kurdistanê. Barzanî careke din bi 400 pêşmergeyan ve berê xwe da serê çiyayên Kurdistanê.
Di sala 1963an de li Îraqê derbe çêbû û desthilatî vê carê ket destê Baasiyan de. Di sala 1970î de Sedam Hisên çû Kurdistanê û sê rojan li gel Barzanî ma û peymanek îmze kirin. Peymana ku otonomiya Kurdistanê qebûl dike di 11ê Adara sala 1970î de di radyoyê de ji aliyê Hesen el Bekir ve hat xwendin.
Di van salan de jî ew li ser gotinên xwe neman. Sedam bi melayekî re, bê ku haya wî jê hebe di wan salên lihevhatinê de, Quraneke bi bombe dişîne ji Mistefa Barzanî re. Lê Quran di destê mela bi xwe de diteqe û pêşmergeyek jî bi wî re şehîd dikeve..
Di nav van pirsgirêkan de di 11ê Adara sala 1974an de hikûmeta Iraqê, bê destûra Barzanî otonomîeşkere kir. Bi vî awayî xwestin Barzanî û PDK-Iraqê bê bandor bikin û raya giştî ya Kurdan û dinyayê bixapînin ku qaşo li Kurdistanê otonomî heye. Piştî ku rejîma Iraqê gîhişt wê encamê ku bi şer nikare Kurdan têk bibe. Bi alîkariya Sovyetê pirsa xwe ya bi Îranê re bir Konseya Ewlekariya RNY. Di encamê de bi alîkariya Amerîkayê “Peymana Cezayirê” hat îmzekirin û tekoşîna gelê Kurd bi “dîplomasiya mezin “hat firotin. Du nameyên Barzanî ji bo Nikson û Kissenger bê bersiv man…
Piştî ku hemû hewldanên wî yên bi Îranê û Iraqê re jî bê encam man, ew bi 200 hezar kesî re derbasî Îranê bû û dawî li Şerê çekdarî anî…
Çi li serê çiyayên Kurdistanê û çi li paytextên dagirkeran ew her xwediyê yek peyvê bû, li derekê peyvek li dereke din gotineke din nedikir. Di heman demê de ji rojnamevanê Misrî Hasaneyn el Heykel re wiha digot: ” Şoreşa Kurd bi dawî nehatiye. Niha tenê navber daye û bîhna xwe vedike. Rola min bi dawî hatiye, lê gelê Kurd li cîhê xwe ye û dikare serokên ku berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derxe. Rola min temam bûye, lê ne mimkun e ku dawiya gelê Kurd were “.
Di sala 1976an de Barzaniyê nemir ji bo dermankirina nexweşiya xwe bi daxwaza malbat û partiyê çû Amerîkayê. Lê ew Barzanî ye û li wir jî vala rûnane û her têkoşîna xwe didomîne.
Li Amerîkayê ji Jimm Carter re vê nameyê dinivîse:
(( Birêz Serokkomar, em ne li dijî lihevhatina Îran û Iraqê bûn.Lê gelo pêwîst bû ku Kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê?Me Kurdan bi soz û bextê Amerîka ya Yekbûyî û Îranê bawer kir û li dijî cûntaya Iraqê şer kir.Ew soz û bextê ku ji bo azadiyê hatibû dayîn li ku derê ma?Li kampên Îranê yên penaberiyê? Li Başûrê Iraqê ku Kurd hatin nefîkirin?Di belavbûna Kurdan ya li Rojhilatê?Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan?Di bin îşkenceyên mirinê de?Neteweyê DYAê ku jibo hemû gelan şayanî serfiraziyê ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasiyê avêtiye, dikare piştî vê rola ku di têkçûna azadiya Kurdan de leyistiyê bê însîyatîf bimîne?”))
Serokê mezin yê netewî Mistefa Barzanî di 1ê Adara sala 1979an de li Washingtonê li nexweşxaneya George-Town Hospital çû ser dilovaniya xwe.. Ew li Kurdistana rojhilat ji aliyê bi sedhezaran kesa ve hat pêşwazîkirin..
Ev gotar di hejmara 60î ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1.3.2017