Zend û bendê vî welatî
serok û rêber tuwî
Kurd bi cîhanê da
nasîn hêvî û sores tuwî
Çêlîyê bazê çelengî
bazgerê çiya tuwî
Her di rojên ceng û şeran
şêrgelê kurdan tuwî
Lerz û bahoza neyarî
qêrînê şêra tuwî
Serwer û şahê Gelale
roniya Berzan tuwî
Her dibin top û firokan
sîwanî perde tuwî
Restim û Guhderz û Kawa
Selah û Şêrgo tuwî
Awirê şêr û pilingî ku
dida hêzên neyar
Hergurd û Hemrîn û Cûdî
Sefîn û Axrî tuwî
Pêşengê şervanê Zozik
hawar û gazî tuwî
Wek birûskê asîmana
şewq didî cîhana kurd
Em bi te serfiraz in
hêvîd û omîd tuwî
Sed hezar silav bo te
Barzanî tu namirî
Her li qad û ezmanê kurd
Ew stêra ronî tuwî
Dilbirîn wê her bibêjî
tim pesindarê te bî
Sed hezar rehmet ji yezdan
Li gor û giyanê te bî
Te bi buhişta xwe..
Şakî gul û çîçek têde bin