Rojek mîna vê rojê bû, baran ji erd û ezman, mîna ku tu devê kun vekî, dihat xwar. Sîwana wî ya dest-şkestî, rû qetyayî, ku her dem diya wî digot: Ev sîwan ya ku kalikê te ji te re ji Hecê aniye, nikarîbû porê wî ê zer ku bi ser her du milan de hatiye berdan, destên wî yên piçûk ku bi hêz li darê sîwana şkestî hatiye pêçan, û kumlikê pînekirî û bê bişkok berdayî biparêze.
Di kolana bê eletirîk de, di nav hewqa heriyê de asê ma bû, gola avê ya ku di pêlava lastîkî de çêbûbû, serê tilîkên wî yên lingan pûç kiribû, ew ji desthilanîn xistibû, dawî bi alîkariya zilamekî biyan ku di wê derê re derbas bû, dilê wî bi vê rewşa ku ew tê de bêçar mabû şewitîbû, bi destê wî yê pûç girtibû, û ew û ramanên wî yên tevlihevbûyî anîbûn aliyê kolanê yê din.
Riya xwe, bi hêla bazara bajêr ya ku mirov nikare wê kêlîkê şûna lingekî tê de peyda bike, ji ber cureyên mêweya, yên ku li dev û kêlekên dikanan hatine raxistin, berdewam kir. Ramiya, bê ta kîjan pileyê wê pereyên wî yên ku diya wî ji devereke nediyar- dibe ku ji nava doşekekê, yan jî ji paşila xwe- derxistibûn, dikarin şabûnekê bixin dilê wî û her du xoşkên, ku çavên wan li hêviya vegera wî qerimîne.
Bangên ku ji her çar aliyên bazarê ve bilind dibûn, vexwendiyên firoşkaran jê re, temeneke mezin di dilê wî yê piçûk de afirand, payebûnekê ew girt, bi pozbilindî di nava (erebe û dikanan de çû û hat, lê pêlava lastîkî û sîwana dar-şkestî ew zû bi rastiya wî hişyar kirin.
Du cureyên cuda ji cureyên bêjimar ku navê pirên wan nezane bijart. Xweş tê bîra wî, gotinên diya wî yên wê rojê, ta îro di serê wî de meyandî mane:”Kurê min, tu kes te nexapîne”. Tevî zaroktiya ku jê dilop dikir, bi hemû firoşkaran re da û stend, dûv re, ji erebeya herî erzan du kîs dagirtin.
Di vegerê de, barê wî yê sivik, giran bûbû, eletirîk qetiya bû, her du kîs di bin çengan de bûn, sîwana kalikê wî girtî mabû.
Barana ku hindekî sivik bûbû, hunerê xwe careke din derxistin, libên mezin û xurt li pişta wî ya tazî diketin, hewl da ku bazde, lê ba jî xwe da wê navê, ew bi paş de vegerand, û kîsek ji bin çengan anî xwarê, sêv di nav wê çiravê de hatin şuştin, di heman demê de wendabûn jî.
Kîsê mayî danî ser erda şil, û bi destpelînkê li sêvên ku avjenî di nava wê ava qeşa de dikirin, geriya, şeş lib bi dest ketin, û yên mayî, ji ber ku ew kolan kaş bû bi avê re çûn.
Ta heftiyekê ku di wê kolanê re dibuhurî, li heman cih temaşe dikir, bi hêviya ku wan sêvan bibîne, lê loherê..!
nêzîk male bû, rewşa wî pir xirab bûbû.. Kolan ne ziftkirî ye, eletirîk qut e, pêlava bê qeytan ji lingan dikeve, cihê golên avê ne diyar in. Beriya ku bighêje dergehê malê bi pênc gavan, pêlav di nav heriyê de çikiya, lingek li jor ma û yek di pêlavê de, ceger nekir ku xwe daqûl bike, tirsa wî ji wê tirsê ku sêvên mayî jî wenda bibin, gavên mayî bê pêlav qedandin.
Mîna beytikekî qefilî, bê deng, bi yek pêlavê xwe avêt hindir. Çira hûr bû, serê dê li ser sicada nimêjê û tizbiya sed libo di dest de, daliqiyayî bû. Herdu xoşk li dora sobê, xwe qurnisandibûn, bûbûn kulor,
Sersal bû, rojeke mîna vê rojê bû…..!
Di sala 2008an de hatiye nivîsandin