Nabe serederî bi têgehan re bê kirin dûr ji vekolîna zanistî û hizra locîkî. Kes nikare keviran weke giyanewer bide naskirin û golên avê weke oqiyanosan. Li pişt her têgehekê de cîhanek hizir û tiyor û boçûn heye, lewma divê em li pirsên girêdayî bi têgehan ve gelek hişyar bin. Netewe weke têgeh ne hewqas kevnar e, ew jidayîkbûyê lawazbûna desthelata olê ye, em dikarin bêjin ku netewe guhertineke çawanî bû li forma desthilatdariyê de.
Piştî ola Xiristiyan bûyî ola desthilat û Imperatoriya Romanî, ola Xiristiyan him wek ol û him wek desthilat li Rojava berbelav bû, geha wî astî ku ew desthilat ne bi tenê çarenivîsa mirov li “dunya”yê de belko cihê mirov li “axretê” jî de diyar bike. Bi derbirîneke kurtir ew desthilateke totalîtar bû, zanist, felsefe, perwerde, peywendiyên civakî…hwd, li ser her war û alî berpirsiyar bû.
Bi dozîna mezin ya Kopernîkos re û piştî wî Galîlo, hêdî hêdî zanistê cilik ji bin kursiya desthilata olî kişand. Li aliyekî dî firemezhebiya li ola Mesîhî de û cengên malwêranker li nav wan de, bû sedem têgehiştina xelkê ku nema ola çarçovekirî bi hizra yek mezhebî dikare gelê zehv-bawerî birêve bibe. Pêşketina zanistê û felsefê li gel guhertinên berdewam li cîhanê de şêwazekê nû yê desthilatdariyê peyda kir, ku ne tenê mezhebekî li xwe bigire, yan olekê belkû komek behwerî cuda û hevdij û dûrîhev li hembêza xwe de vehewîne, ew jî “netewe” bû.
Yekem cara behsê Netewê hatî kirin, li zanîngeha “Sorbon” li Ferensa bû, li waneya ku hizirmendê Ferensî “Irinst Rinan” li sala 1882an li waneyekê de bi navê “netewe çi ye”. Ev têgeh li bingeha xwe de siyasî çi ji aliyê pêkhata xwe ve ji aliyê sedem û armanca xwe ve.
Ol û civaka Êzidî ne piştî belavbûna hizra netewî belkû li koka xwe de oleke Kurdî ye û cudakirina wê ji kurdayetiyê dibe egerê mirina herduyan. Yek jê “giyan” e ya dî “laş” e, yê yekê be yê duyê be hebûn e û yê duyê jî hebûna xwe ya cewherî ji yê yekê werdigire. Piştî bûyerên dawî û fermana bi ser Êzidiyan de hatî û encamên dilşewat li şûn xwe hiştîn. Pirsek li mejiyê her êzidiyekî de – bi kêmayî êzidiyê Şingalî – peydabû “ka Kurd kî ne”.
Li vir divê “kurdayetî” bi reng û şêweyê xwe yê îro were pênasekirin, li aliyekî egerên yeknegirtina kurdan wekû partî û li aliyê dî sedema xwedûrkirina êzidiyan ji kurdayetiyê.
1- Ji ber kurdên Musilman rêjeya wan jî yên Êzidî pitir e êdî musilmantî weke ol derbasî kurdayetiyê bû ye. 2. Her parteke siyasî kurdayetiyê ji hizra xwe û bazinê berjewendiyên xwe firehtir nabîne, bi derbirîneke dî, her partek dibêje: Min got wata kurdayetiyê / kurdistanê got, min divê wata kurdayetiyê/kurdistanê divê.
Li vir zelal dibe ku ji nû vegerandina êzidiyan bo kurdayetiyê û kurdayetiyê bo Êzdatiyê encameke bê serî ye. Da em vê yekê zêdetir têbigehin ka em li pirsiyara navdara mîdiyaya kurdî de hizra xwe bikin, ku ji her êzidiyekî tê pirsîn “tu kurdê/a Êzidî yan tu Êzidî (ol û netewe)”. Ev pirs û danerê xwe kurdbûna êzidiyan red dike, ji ber:
1- Pirsiyarkirin derbirînê ji gûmanê dike. Eger tu piştrast î ez kurd im çima dipirsî!
2- Çima ev pirsiyara şofînî tenê ji êzidiyan tê kirin? deh caran ji Nadya Murad hatiye pirsiyarkirin, lê gelo çima ji Serok Berzanî nayê kirin? Her gava kurdayetî bixwe li xwe vegeriya wê rasterast Êzidî li wê û ew li êzidiyan vegere. Ez înkar nakim ku baştirîn û nêzîktirîn kes û hevxemên êzidiyan kurdên musilman in, lê ev nêzîkbûna gelek lawaz e, renge bibe cudabûneke yekcarî li nav Êzidiyan û kurdayetiya îro de çêke. Irinst Rinan digot: “Netewe vîna bihevrejiyanê ye”. Eger em hizra xwe li van xalên li xwarê de bikin wê pêşbîniyên pir reş serî hildin:
1- Zelalnekirina sedema ketina Şingal bi wî awayê ecêb û cihê pir pirsan.
2- Vejandina êşa êzidiyan bi nakokiyên siyasî li navbera PDK-PKK de.
3- Nêzîkî 3000 jin ên Êzidî li destê Daîş de ye, tên êşkencedan, bazarîpêkirin, hikûmeta Kurdistanê gaveke pêwîst navêtiye.
4- Rêjeyeke ne kêmtir ji 30% ji êzidiyan derketin dervey welat.
Ev xal diyar dikin ku dûrbûnek li navbera Êzidiyan û koka wan de çêdibe, eger em pênaseya Rinan ji xwe re bigirin dibe ku Êzidî hew weke kurd hebin û bên naskirin ji ber “vîna bihevrejiyanê” lawaz lawaz dibe.
Ev gotar di hejmara 56 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1-1-2017