Berdevkekî serokatiya Herêma Kurdistanê got ku serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ʺhişê xwe wenda kiriyeʺ û divê xwe dûr bixe, ev gotin hat piştî Malikî got ku Herêm cîhadiyan dihewîne.
Li gor daxuyanekw bi Ingilîzî li ser malpera serokatiya Herêmê weşiya bû, Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistan ji Malikî re dibêje: ʺGerek e tu lêborînê ji gelê Îraqê bixwazî û dûr bikevîʺ.