Hevserokê konseya birêvebir a KCK Cemîl Bayik nerînên derdora kurdan li herêmê û dewletên herêmê û cîhanê û helwestên wan ji kurdan rexne kirin û berevanî di ber şoreşa çekdarî de kir.
Cemîl Bayik di gotara xwe de ya ku di rojnameya Azadiya Welat hatiye weşandin rewşa rojava tîne ziman û dibêje: ʺÊrîşên li dijî Şoreşa Rojava berdewam dikin. Tehamul nakin ku kurd li ser xaka xwe bi şêwazekî azad û demokratîk bijîn. Hem jî ji aliyê hêzên derve ve! Kurdan ne êrîşî hêzên din kirine, ne jî ax û welatê wan dagir kirineʺ.
Hevserokê konseya birêvebir a KCK diyar kir ku êrîşên li dijî kurdan bi erêkirin û bêdengî ji dewletan têne şopandin ji ber weke wî got:
ʺNe cîhan, ne jî dewletên herêmê li dijî van êrîşên hovane dernakevin. Ev rastî nîşan didin ku êrîşên li dijî kurdan mîna tiştekî asayî tên dîtinʺ.
Li ser rewşa Kobanê jî Bayik şoreşek di demeke dijwar de dît: ʺYa niha li Kobanê pêk tê şêwazê şoreşa Kurdistanê ye. Di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin, mêtinger û êrîşên hov ên qirkirinê tên têkbirin. Tê nîşandan, şert û merc çi dibin bila bin wê li ber xwe bidinʺ.
Paşê Bayik li ser pêdiviya Kurdan bi şoreşa çekdarî tekez kir: ʺDi heman demê de yên dibêjin, “Dema têkoşîna çekdarî derbas bûye, êdî dema danîna çekan hatiye” bila li Rojhilata Navîn û Rojava binêrin. Divê bibînin kurdên beyî xweparastina rewa wê werin tunekirinʺ.
Bayik dît ku tu helwestên dijî Kurdan nehatine guhertin: ʺLi Rojhilata Navîn bêyî hebûna hêza parastina rewa kurd nikarin hebûna xwe biparêzin. Wê bibin hedefa qirkirinên fizîkî û çandî. Heta niha jî tu dewlet û hêzên siyasî yên dij kurd ji vê hedefa xwe venegeriya ne. Dewleta tirk hêj heman zîhniyetê diparêzeʺ.
Li dawiyê Hevserokê konseya birêvebir a KCK Cemîl Bayik ji kesên dibêjin ku dema şoreşa çekdarî derbasbûye re dibêje:
ʺBila kes xwe ne xapîne, rast tevbigerin! Heta kurd negihîjin jiyana azad û demokratîk van tiştên xeyalî bilêv nekinʺ.