Pirtûkên materyalên serdema nû yên perwerdeyê gihîştin Rojavayê Kurdistanê û hatin belavkirin.
Endamên Komîteyên Perwerdeya Civaka Demokratîk ên hemû bajarên Cizîrê û Girê Spî, ji bo girtina pirtûkên meteryalên nû yên perwerdeyê, berê xwe dan bajarê Amûdê.
Bi mîlyonan pirtûkên meteryalên serdema nû li peymangeha Şehîd Peyman Elî hatin dayîn. Kedkarên perwerdeyê pirtûkên meteryalan ji vir li ser bajarên din ên Cizîrê û Girê Spî belav kirin.
Endama Rêveber a Peymangeha Şehîd Peyman Elî, Sefwan Ehmed da xuyakirin ku dê pirtûk li gora hejmara xwendekaran li dibistanên seretayî ji refê yekem heta refê şeşem ên herêmê bên belavkirin. Hejmara pirtûkan bi mîlyonan e û ew bi zimanê Erebî, Kurdî û Suryanî ne. “diyarname”