Sekretêrê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemid Hecî Derwîş di hevpeyvîneke taybet de got ku kiriyarên ku Tirkî dijî perlementerên Kurd bikar tîne dijî jiyana demokrat û yasayên cîhanî ne.
Derwîş berdewam kir:” dûrxistina şêst perlementerî û Sed serokê şaredariyan tiştekî kirêt e.. Tirkî ber bi diktatoriyetê ve diçe”.
Derwîş wisa jî got:” Eger dewleta Mozambîqê ragihîne ku mafê Kurdan bide wan wê Erdoxan qebûl neke, ev tiştekî normal e, ew ramana bidestxistina mafê kurdan qebûl nakin”.
Di derbarê şoreşa Rojava de Derwîş got:” Şoreşa Rojava ji du beşan pêk tê, yê siyasî ku (PYD) nûnertiya wî dike, û yê leşkerî ku (YPG-YPJ) nûnertiya wî dikin, û ez gelekî bi rêz û hurmet li wan dinerim, ku wan dikarîbû dengê Kurdan bigihînin Cîhanê, ez van cangoriyên wan pîroz dikim, û li pêş şehîdên wan bejna xwe diçimînim”.
Sekretêrê Partiya Demokrat a Pêşveru ya Kurd li Sûriyê Hemid Hecî Derwîş di dawiya hevpeyvîna xwe li ser Ronahî TV diyar kir ku gelek şaşiyên “PYD” hene û ev yek jî bandoreke neyînî û nerînek neqenc li ser Yekîneyên Parastina Gel û Jinê ji cîhanê re diyar dikin.