Tu çi Ji Min î.. Bi Xwe Dikarim.. Nikarim
Hezret heye; lawê mala Beyarê, Layê Kalê, Hîn zaro ye. Ew dev ji min bernade. Min dît, dibêje Xalê Şêxo!
Min got: Çi ye, kuro.
Dibêje: Tu çilo bi xwe dikarî.
Min got: Lawo, dewlet serê xwedê û pîrika te ma li xwe diheyirim.
Pîrika wî, Wetha ye, Dibêje `Yeh! Ocaxê te ne ava.
Ocaxê min!? –Tu li pey çi yî? Tu zarok î. Te çi ji min î, bi xwe dikarim nikarim; kûçik lawê kûçik!?
***
Di Fatimê De Xweş e
Em li qehwê bûn; elektrîk vemirt. Navê qîza min Reşê ye. Îca elektrîk vemirt –şeytan in- li qehwê. Min got: Lawo bû reş.
Min dît dibêje: Xalo di Reşê de xweştir e!
– bi mane got ma?
– Şeytan in kuro! Gênco!
Min got: Na lawo, wele di Fatimê de xweştir e!
Fatimê ciya wî bû!
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 54an de hatiye weçandin.. 15/11/2016