Rojekê civata mîrê Botan geriya bû, ji wezîrê xwe re got: Rabe tasek av bide min. Wezîr rabû tasek av jê re anî, berî tasê bigihîne destê mîr ji fedya tas ji dest wezîr ket.
Çingîn jê hat. Ava tê de li dîwanê belav bû. Mîr gelekî qehirî, ji wezîr re got: Dema çingîn ji tasê hat çi got?!. Wezîr got: Mîrê min ma ez ji ku zanim çi got. Mîr got: Ez bi eniya bavê xwe kim ji niha heya sibehê ko tu ji min re nebêjî vê tasê çi got ez ê serê te jêbikim.
Wezîr dilbixem hat mal keça wî dît ko bavê wê gelek dipojine. Li cem rûnişt û got: Bavo ma te xêr e, çima dipojinî?.
Wezîr mesela xwe û mîr û tasê jê re got. Keçikê got: Yabo, ez ê çingîna tasê ji te re bêjim. Wezîr got: Ka bêje keça min. Keça wî got: Dema çingîn ji tasê hat got: Ez berê kulmek ax bûm, hoste ez anîm kirim nav avê û di firnê de ez kelandim, heya bûm wek qeymaxê li ser avê baş dam hev, ez li ber bayê cemidandim, heya ko sar bûm. Ez kirim wek gilok. Ez kirim devê matê û ez kirim kûra agir, heya sor bûm. Ez danîm ser sindanê û ez çep û rast qulipandim, hin bi hinik ez tenik kirim, heya ez kirim vî qalibî. Paşê ez bi ava zîv û zêr kildam, ta ko ez ketim vî rengê xweşik.
Ji ber vê yekê tu dibînî nuh ez ketim ser destê hakim û wezîran û ez ketim ser dev û lêvên wan.
Sibehî wezîr hat dîwanê û wisa ji mîr re got. Mîr got: Rast e. Lê kê ji te re got?. Wezîr got: Mîrê min keça min gotiye. Mîr rabû ew keçik ji kurê xwe re xwest û anî.
Herwekî Tîrêj gotiye:
Heya tu pir newestî der xebatê
Tu naghêjî tu daxwaza birader
Bi te،bê tu dibî zana û xwenda
Xwe dighînî civata şah û Qeyser.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 54an de hatiye weçandin.. 15/11/2016