Nivîskar û rewşenbîrên Kurd girtina Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP’ê şermezarkirin. Nivîskaran diyar kirin ku ev êrîş li dijî azadiya kurdan pêk hatiye.
Nivîskar û rewşenbîrên kurd girtina Hevserokên HDP Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlementerên din ên HDP’ê şermezar kirin. Nivîskar û rewşenbîrên Kurd li ser erîş û girtinên parlementerên HDP yên ku bi biryara AKP-Erdogan hatiye kirin nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ev girtin êrîşa li dijî azadiya kurdan e. Bi gelemperî li ser rewşa Tirkiye ya niha di asta kaosê de mayî nîrxandin û nêrînên xwe bi rêya ANF bi raya giştî re parvekirin.
Rewşenbîr û nivîskaran erîşên dawiyê wekî darbeyeke siyasî bilêv kirin û dan zanîn ku tu mecrûtiyeta van binçavkirin û girtinan tune ye.
‘EV ÊRÎŞ LI DIJÎ DESTKETIYÊN KURDAN E’
Nivîskar M. Çiya Mazî anî ziman ku kî çi dibêjin bila bibêjin, ev girtina parlementerên HDPê, êrişek wek êrişên din raste rast li azadiya kurdan û destkeftiyên kurdan e û wiha got: “Du re li yê şoreşgeran û gelên din e. Ji berê de bawer dikim ku rêbaza HDP dişopîne, wê azadiya kurdan bi awayekî aştiyane û demokratîk û bê mirin bîne û ji ber vê yekê ye ku dewlet jî guhê xwe nade yê ku tenê dipeyîvin, hemû hêza xwe ji bo têkbirina yê ku xebatên ji dil û yên bi rêxistin dike. Berê xwe dide hêza ku rêya rast zeft kiriye û tê re dimeşe. Ku ev hêza mezin ji holê rabe daqurtandina yên din pir hêsan e ji wan re. HDPê û parlementerên wê her tim aştî parastine, her tim li himber tundîtûjiyê derketine. Bi awayekî demokratîk xwestiye mafê gelan biparêze û bidest bixe. Yê bûye sedema ku şer destpê bike ne ew in û ne alîgirekî şer in. Destpêkirina şer xuya ye ku ji ber destkeftiyên kurdan li Rojava û Tirkiyeyê ye. Bi giştî jî ji ber destkeftiyên kurdan li Rojhilata Navîn e. Li parlementeran xwedîderketin giring e lê bi deh hezarn kesên siyasetmedar girtî ne, bi dehan saziyên demokratîk ku çalakiyên demokratîk dikirin hatine girtin, endamên wan hemû ji kar hatine avêtin, bi deh hezaran kes bi birçîbûnê re rû bi rû mane û koçber bûne, bi dehan çalakiyên tevkujiyê pêkhatine ji alî hêzên tarî ve. Şardearî hatine kilîtkirin.”
‘HER KES BÊ PIRS DIKARIN BÊN GIRTIN’
Mazî, destnîşan kir ku Rewşa Awarte herî zêde bandorê li kurdan dike û wiha berdewam kir: “Êdî bê suwal herkes dikarin bên girtin. Tevlî vê çewsandinê jî bertekên gel yê demokratîk ne hindik in. Ji xwe belkî jî xwestin ev be ku qet dengê demokratîk û aştiyane dernekeve û şer serdest be. Ji ber ku di şeran de gellek tiştên ne li rê bi hêsanî dikare bê kirin û şovenîzm bilind dibe. Piştgiriya serdestan ya ku bi aştiyê kêm dibe bi vî awayî zêde dibe, ji ber ku tiştên rast hemî bi şer tên veşartin û hemû kes dikare di şeran de xisarê bibînin. Ji ber wê yekê jî mirov li parlementer û îradeya xwe xwedî derkevin şerên pir mezin ku hêzên tarî dixwazin, wê pêk neyê û destkeftiyên kurdan winda nebin’’.
‘KOALÎSYONA ÎSLAMÎST JI BO TÊKBIRINA TEVGERA AZADIYÊ ANÎNE SER KAR’
Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç jî anî ziman ku tevgera Azadî serwerê dewleteke bi sînoran hatî destnîşankirin nebe jî, di Rojhilata Navîn de xwediyê desthilatdariyeke gelek berfireh û taybet e û wiha axivî: “Li gel wê di kesayetiya Rojava de jî be, têkiliyên navdewletî jî pêşxistiye û bi awayekî ne vekirî jî be hatiye pejirandin. Desthilatiya Bakurê Kurdistanê ji şaredariyan bigire ta parlamenteran, heta kontrolkirina tevahiya Bakur hê jî di destê Tevgera Azadî de ye. Dewleta dagirker, di baregeh, qereqolên asayîşê, navgînên zirxî û hin avahiyên îdarî de maye. Ango bingehê şerê di navbera dagirkeriya tirk û Tevgera Azadî de rasterast şerê desthilatiyê ye. Wan ew koalisyona îslamîst ji bo têkbirin yan jî şikandina vê desthilatiya Tevgera Azadî anîn ser kar. Ji ber ku bi serneketin, bi hev ketin. Desthilatiya tirk ya AKP li aliyekî jî bi têkiliyên xwe yên bi terorîstên îslamîst, dizî û sextekariyan hetanî qirikê ketin nava qirêjî û tewanbariyê, lîstika wan a darba leşkerî jî pere nekir, di navnetewî de hatin îzolekirin. “
‘DI 2014’AN DE PLAN AMADE KIRIN’
Aykoç, da zanîn ku di nava wê geremola şerê Rojhilata Navîn de ji bo ku bikane vê desthilatiyê têkbibe, di sala 2014 de bi sîmulasyonan planên xwe amade kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gor vê planê berê kelahên berxwedanê wek Cîzir, Sûr, Şirnax, Nuseybîn bi tewanbariya şer ruxandin, lê desthilatdariya Tevgera Azadî nehat şikandin. Dest avêtin şaredariyan ew jî nebû. Ketin Rojava, di wir de jî têkçûn. Hevserokên şaredariya paytextê Kurdistan Amedê (şaredariyên paytextan sembolên serweriya gelan e) girtin û Kayyum şandin. Dema vê jî negirt, di dawiyê de parlamenter, bi teybetî jî kesayetiyek wek Selahattin Demirtaş ku remzek taybet e, girtin. Armanca hemû êrişan şikandina desthilatiya Tevgera Azadi ye. Bêguman li gel vê rastiyê hewesiya dîktatoriya RTE ya îslamo-faşîst, dijminahiya wî ya li dij kurdan, bi vê rik û kînê bikaranîna xwînxwarên tarî yên paramîlîter ev şer hê kûrtir û xedartir kir. Dibe ku wek xwekujiyeke dawiyê hem di bejayî û hem jî bi hewayî êrişê Herêmên Medya û Qendîlê bikin. Lê wê ew jî pere neke, lew re têkçûna dagirkerên tirk ji her aliyê ve xuya kir.”
‘HIKÛMET DIXWAZE HÊZA XWE LI BAKURÊ KURDISTANÊ XURT BIKE’
Nivîskar Omer Dilsoz jî anî ziman ku girtina parlamenterên HDPê, Hikûmet bi vê kiryara xwe dixwaze hêza xwe li bakurê Kurdistanê bisepîne û wiha got: “Bo guhartina pergalê û danîna pergala serokatiyê ‘ber piyê xwe bimale’; lê nizane dewê ceribandî tenê berhewakirina wextê ye. Bi rêbazên militar dewlet nikare li Kurdistanê ser dest bibe; tenê pira navberê sisttir dike… Dawiya dawî ger pergala serokatiyê dabîn bibe jî her wê mecbûr bibe vê kêşeya bakurê Kurdistanê rûber bibe û çareyekê jê re bibîne… Ez bim, şûna pevçinîn û xwe radestkirina mantelîteya MHPê hikûmet dikaribû di domandina pêvajoya çareseriyê de ısrar bikira. Girtina parlamenteran tenê temenê krîzan dirêjtir dike.”
‘TIŞTA NEANÎN SERÊ KURDAN NEMA’
Nivîskar Nûroj Mûnzûr jî anî ziman ku bi salan e tişta ku neanîn serê gelê kurd nema û wiha axivî: “Girtin, kuştin, birindarkirin, surgunkirin û hema her tişt… Yên ku dîroka kurdan xwendibe ji xwe wê bizanibe ku gelê kurd di çi merheleyan de derbasbuye. Yanî tişta ku li ser kurdan ne hatiye ceribandin nemaye. Ev gel berê jî ji girtina parlementerên xwe re bûbûn şahid. Îro jî heman tişt di şexsê akp ê tê dûbarekirin. Hetta bi awayekî hovanetir êrîş dikin. Me gelek caran dît ku îktîdarên ku kurdan nehesiband di dawiyê têk çún. Di encamê de her iktidara ku kurdan tunne hesibandiye bi destên xwe benê xwe xistine stûyên xwe û temenê kurt kirine. Mirov dikare bibêje ku ev sedsala hane sedsala kurda ye. Êdî kurd dîroka xwe dinivîsin. Û em baş dizanin ku desthilatdariya akp ê vê yekê dibîne. Ji ber vê ye ku di dema me ya iro de şaredariyên kurdan, parlementerên kurdan, zana û niviskarên kurdan dixe zindanan û tu mafê jiyanê ji kurdan re rewa nabîne. Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku ev harbûna serokkomar encama tirsa xelasbúna wî ye’’
Nivîskar Murat Bay jî bersîvea Voltaire a ku ji bo demokrasiya temsîlî ya rojane de ku kevirên bingehîn yên ew rewşên otorîter û li hemberî monarşiya daraznenas gotiye di cîh de ye û wiha bilêv kir: “Dibe ku hemû raman, îdeolojî û gel werin guherandin. Lê dem jî dikare mîrateyên ku li şun xwe de hişt bike wekî xopanê. Bêguman rastiyeke, tişta ku her çi bibe xwe bi şipîşid pêve girêbide jî heye; Mirov bi ramanê xwe mirov e. Hêvî dikim ku em çavên xwe bi rojên ji ber ramanên azad newin darizandin vekin û bijîn. ‘Ez ne hemramanê we me lê belê ji ber bi lêv kirina mafê we, ez ê bi can û xwîn têbikoşim’. Voltaire.”
Nivîskar Helîm Yusiv jî bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk û wiha anî ziman: “
’Mirov dikare behsa girtina perlemanterên HDP yî û di serî de girtina herdu rêzdaran Selahattin demirtaş û Figen Yüksekdag di du astan de bike. Yek jê pala xwe dide helwesta dewleta Tirk û îdolojiya wê ya ku dîroka wê vedigere destpêka avakirina komarê û heta kêlîka girtina parlementên kurd, weku dewleteke dagîrker ku li ser bingeha jiholêrakirina bizava kurd û pişaftina kurdan û tunekirina wan, tevdigere. Asta din jî xwe dispêre rewşa desthilatdariya AKP û armancên takekesane yên Erdogan. Di vê çarçovê de çend xalên sereke hene ku dest bi operasyona girtina siyasetmedarên kurd kirine, ji wan mirov dikare di derbarê siyaseta derve de du xalan destnîşan bike: – Têkçûna siyaseta dewleta Tirk ya di derbarê Sûriyê de. Ji hêlekê ve nikarîbû Emerîkayê qanih bike ku dev ji piştgiriya hêzên kurd berde û statuya rojavayê Kurdistanê bi destên ajan û islamiyên xwe yên radîkal û bi piştgiriya artêşa tirk, hilweşîne. Herwisa pûçkirina rola dewleta tirk di rizgarkirina bajarê Reqqayê de. – Redkirina beşdarbûna hêzên tirk di rizgarkirina Mûsilê de û têkçûna hewildanên lihevhatina bi hikumeta iraqê re, di derbarê xurtkirina destê Tirkan di Mûsilê û hemû iraqê de. Herweha di derbarê siyaseta hundirê Turkiyê û Bakurê Kurdistanê de jî mirov dikare sê xalan destnîşan bike: – Xewna Erdogan ya cihbicihkirina sîstema serokatiyê û siyaseta berxwedêr ya HDP ku rê li ber vê yekê digirt. Bi taybetî jî rola birêz Demirtaş û danûstendinên tûj yên ku di nav wî û Erdogan de çêbibûn. – Têkçûna pilana tesfiyekirina tevgera kurd ya berxwedêr ku bi serkêşiya partiya karkerên kurdistanê ye, di riya danûstendinên mîtê bi birêz Ocalan re, ku kirasek bi navê ‘pêvajoya Aşîtiyê’ lêkiribûn. – şanogeriya derbeya leşkerî û encamên ku bi xwe re anîn. Dema mirov van xalan hemuyan bîne cem hev, mirov dighêje baweriyeke weha ku ev operasyon û kirinên mîna wê encama bêhêvîbûn û têkçûna siyasetên berê yên Erdogan in. Êdî Erdogan berê Turkiyê ji dewleta “yek al, yek dewlet, yek ziman û yek milet” dide ber bi dewleta ‘yek partî û yek kes’ ve. Kirinên wî yên niha pêvajoya desthilatdariya Sedam Husên û Hafiz Elesed tîne bîra mirov. Baweriya min jî ew e, ku wê Erdogan mîna her diktatorî nikaribe ibretê ji dersa Sedam û ya Hafiz bigre û wê qedera wî nêzîkî ya wan be. Ne ez, lê dîroka rojhilata navîn ya nêzîk vê yekê dibêje.”
‘SIYASETMEDARÊ KURD QET SERÊ XWE NATEWÎNE’
Rewşenir Muslum Aslan jî wiha got: “’Li Rojhilata Navîn de ku ev demên ku şerên dijwar tê melisandin, Li van rojên dawî de paqijiya zebaniyên ku bûne bela serê gelan tê ye kirin. Ji bo pêşerojeke xweş û bêtirs wê di serî de bi saya Hereketa Azadiyê – gelê Kurd û pêşverûyên cîhanê bi lehengiya ‘Rizgarkarên Sedsalan’ şervanên gelê Kurd in. Ji ber ku di nava van geşedanan de dewleta tirk dibîne ku wê xelekên zincîrên zilmê yên dawiyê bi destê van gelan were şikandin, ji ber vê sedemê ketiye di nava xofê de, bi çaveke kor, bi hovane eriş dike û parlementerên bi awayeke demokratîk hatine hilbijartin dîl girtine. Encamên xitimandina rêyên demokratîk, bi bertekên demokratên cîhanê wê bibe xwîn, rûxandin û mirin. Ev zihniyeta ku rêyên siyasetê xitimandiye, bi vê re jî vexwendina şer dike û hemû rêyên çareserkirina jiyanee demokratîk xîz kiriye. Zordariya Erdogan, mangaya rêvebir û dilqên bi îslamiyetê hatine manîpulekirin, bi şovenî wekî alîgir bi destên xwe ber bi bobelatê ve diçin. Şoreşgerên Kurd wekî ku xoşewîstên derve ne, di anva siyaseta hundir de jî bûne hêviyên çareserkirinê. Mixabin gelek ji wanan êsir hatine girtin lê van siyasetmedarên Kurd serên xwe qet netewandine. Zivistan! Pelên şîn ku niha têne weşandin, wê bi baweriya rojên xweştir û biharên rasteqîn wê bixemile. Siyaseta ku hergav bi hev têye fitilandin, dibe girêk û pêşerojê dixwaze reş bike û van mîmarên bi polîtikayên qirêj çareserkirin anîne serê kendalekê de rawestandine şermezar dikim û dibêjim divê zû siyasetmedarên Kurd serbest werin berdan. Divê bi lez dev ji çewsandina gelan berdin û vê zihniyeta antîdemoratîk bes bikarbînin.”
‘XWESERIYA DEMOKRATÎK TIRSEK MEZIN XIST DILÊ DEWLETÊ’
Nivîskar Hogir Berpir jî bal kişand ser armanca êrîşên li ser siyaseta kurd û wiha axivî: “Bi destpêka pêvajoya avakirina jiyana komînal ya Xweseriya Demokratîk li herêmên cihê cihê û vedana xendek ku îlankirina herêmên xweser re, tirseke pir mezin ket dilê dewleta dagirker. Êdî her kesî dizanibû kesek nikare pêşiya vê pêvajoyê bigire, lazim bû herkes xwedî helwest bûya. Di dema Cîzir, Sur, Nisêbîn û gelek bajarên din, pir hindik helwestek û bertekek hate nîşandan. Dewleta dagirker û hikûmeta AKPê bi pêşengtiya Serokomarê wê Erdoğan, ji bo pêşiya vê pêvajoyê bigire, dest bi hezar fen û futa kir. Bi navê darbeyê di 15 Tîrmehê de aloziyek li dar xist. Derfetek û fersendek bû ji wan re. Ji ber ku didîtin xerakirina bajarên weke Sur, Nisêbîn û Cîzîrê bê fêde ye. Bi vî awayî Erdoğan însîyatîf girte destê xwe û bi navê Ohalê darbeya ku nehatibû li dar xistin, li dar xist û çi kesên li hember xwe didît, bi hêza destxistina zagonên nû dengê tevan xwest yeko yeko bibire. Hêza Tevgera Gelê Kurd û rêxistina wê ya legal jê re astengek mezin bû. Baş dizanbû pêşîgirtina liv û tevgera hêza gelê kurd ne rihet e. Ji ber vê berê xwe da hêza wê ya legal û hevserok û mebûsên HDP û avêtin girtîgehê. Bi vî awayî jê xwiya ye ku tevgerê bê terbiyekirin. Di vê pêvajoya ku em tê re derbas bûne de jî her çiqas helwesta Serokê Gelê Kurd, Tevgera Azadî û Gel zelal bû jî, bi nêrîna min tevgera legal ango HDPê ne zelal bû. Helwesta ku îro nîşan didin, di dema xirakirina Sur, Cîzîr û Nisêbînê de nîşan bidana an jî nehiştina Çiyager û Memed Tunç şehîd biketana, wê gelek tişt wê bihata guhertin û ev pêvajo weha nedihat meşandin. Gel tim hazir e lê mixabin tevgera legal ne hazir e û di nava hîşmendiyeke tevlihev de roj bi roj dibe armanca bertekan… Çawa ji her ferdeki Kurd ku tê xwestin di vê pêvajoyê de xwedî helwest be, bi bîr û baweriya min de gerek nivîskarên kurd jî di vî warî de zelal be û xwedî helwest be. Mixabin, ronak, rewşenbîr û nivîskarên kurd weke rêxistina legal di pêvajoyên weha de tim û tim dereng dimîne û nabe bersiv. Ji dêvla ku pêşengtiyê bike, li cihê xwe asê dimîne û pêşengtiyê ji gel dixwaze. Lê mixabin rewş ev e.”
‘EV XEYALŞIKESTINA DEWLETA TIRK E’
Nivîskar Yildiz Çakar jî da zanîn ku di sedsala 21’emin de, li Tirkiyê, bi têkdana çapemeniya, dadrêsiya, bi saziyên xwe yên demokratîk, bi kurtasî hemû kaîdeyên li ser jiyana gelên hemdem ku mafên wan yên mirovahiye werê pelandinê rû bi rû ne û wiha got: “Wekî ku gelên Kurd û tirk pê dizane, cîhan jî êdî pê dizane. Partiya Demokratî a Gelan (HDP) buye hedefa yekem ya vê kampanyayê. Ne eve mafê ku hilbijêrên aşitiya gelan dixwazê û parlementerên wan. Ev hesabên ku li ser Hevserok û parlementerên HDP, hevşaredaran, rojnamevanan û rewşenbîran wê ji gel bê bersivdayîn. Ev xeyalşikestineke ji dewleta tirkî û gelê wê re ku gelê Kurd ev bi israr daxwaziya demokrasiyê vegerînin 22 sal berê. Hêviya me ewe ku ev rewşa Ohalê bi lez êdî dewsa xwe dêne rewşa başî û xweşiyê’’.
‘GELEK CAR HEMAN RÊ HAT CERIBANDIN’
Nivîskar Kadîr Çelîk jî destnîşan kir ku bê guman ji destpêka dîrokê haya bi roja îro çi hêzên ku pêşî li ber daxwaza gelan ya ji bo azdiyê girtine nine û wiha bilêv kir: “Cîvakên ku zanyari û pêwîstiya azadiyê bi rengekê hêzdar weke têgeh û fereseta bingehîn dane ber xwe tu carî ji xebat û çalakiya rastgerandina vê xewna pîroz bi şunde nemane. Dewletên dagirker dixwazin rûberê koletiyê weke şeveke tarî bikêşin ser gelê me. Dixwazin dengê me yê bi qasî esîmana bilind bibirin. Dixwazin çavên me yên ber bi asoyê azadiyê ve birjînin. Qêrîna me fetisînin da ku em dîsa bi mirinê razî bibin.
Rêç û navnîşana ku dagirkerên Kurdîstan didin ber me tenê goristanên çavbirçî ne. Bi sedan sal in çarenûsa ku li ser me tê ferzkirin mirin e. Welatê me ji serîkî heya bi seriyê din bûye goristan. Bajarên me veguhêrandine goristanan. Li ser deşt û çiyan mirinê dibarînin.
Lê dil û mêjiyên me? Ev cîhên herî pêwîst û pîroz bi saya tekoşîna ev 40 salên dawî mêjî û dilên me bûne kelehên herî berz û qewîn ku gemara dagirkeriyê nikariye xwe tê de bi cîh bike. Û baş tê zanîn ku heya ku ev giyan û dil û dilxwazî hebe tê têkçûn her dem para dagirker û mêtîngeran be. Berê jî siyasetmedarên gelê hatin girtin. Bi hezaran endamên vî gelî di dezgehên îşkenceyên dagirkeran re derbasbûn. Hê jî li meydanan bi benê kêndirê de li ba dibin cemdekên keç û xortên me. Bi saya komployên navdewletî serok û rêberên vî gelî hatin dîl girtin. Lê ev meşa pîroz her berdewam bû her xwirttir û bi hêztir bû.
Ewên ku bi dîlgirtina siyasetmedarên gelê me ji xwe re hêviyên sexte çêdikin di rûpelên dîrokê de weke Nemrûd tên pênasekirin. Ewên ku bi desteserkirina saziyên kurdan dixwazin desthilatdariya xwe qewîn bikin ji xezeba vî gelê mazlûm nefilitîne tu caran. HDP îrade gelê kurd û hemî gel û komên din yên bindest e. Dîlgirtina siyasetmedarên kurd bi tundî şermezar dikim û ala hêviya xwe ya ji azadiya gelê kurd ji her demê bêhtir bilindtir dikim.”
Rewşenbir Alî Gurdili jî wiha got: ‘’Mîna hemû partiyên siyasî yên legalî, mafê hilbijêr û mebûsên HDPî jî heye ku siyasetê bikin û gotina xwe bibêjin. Siyaseta wan rast be yan ne rast be, divê biryara vê yeke dîsa hilbijêr bidin û nabe ku tu zordestî li wan were kirin. Ez tehde û zordestiya li ser mebûsên HDPî şermezar dikim. Hêvîdar im ku di zûtirîn demê de werin berdan.”
‘LI MECLÎSÊ TENÊ MUXALÎF HDP YE’
Nivîskar Newaf Miro jî bibîrxist ku lui vî welatî, hemwelatî tu cara mafê hemwelatî bûnê, bi dest nexistiye û wiha axivî: “ Her hinek xwedî û hinek xulam û benî ne. Ango; kurd qet nebûye xwedî nasname, û mafê hemwelatîtiyê. Yên xêyrî kurda ji kurda re dikarin bêjin; „Kürt“ lê kurd nikarin bêjin xwe kurd. Gava bêjin, pêre pêre em“ hemû misilmani“ „em di bin yek alê de dijî“ „ me bi hevre xwîn daye“ û her wekî din. Her roj zarokê kurda „hebûna xwe dikin qurbana hebûna tirk“ Ji bê dad û dadweriya dewletê zarokên kurda, di zindana de, li serê çiya, bi birçîbûnê û tazî bûnê, li xurbetê û li her deverê dunyayê bi canê xwe berdela vê zilmê dane û didin. Li wî welatî, kurd û cêwaz mexdûrê vê dewletê ne. AKPê û Erdogan li tirkiyê opozîsiyon nehiştine, tenê yên opozîsiyonê li meclîsê dikin HDPe ye. Xweragirtina Akpê, ji yên cêwaz re nine. Ew dixwazin meydanê ji xwe re vala bibînin. Yê dibe kelem helbet HDPe ye. AKPe sûcê mirovatiyê dike, gund û bajarên bakur hilweşandin. Bi seda hemwelatiyên xwe yên sivîl kuştin, di bin navê „teror“ê de. Mamoste, karmend, şaredar, rojnamevan û parlementer avêtine girtîgeha. Di bin navê „darbê“ de bi sedan kes girtin, kuştin û êşkence kirin. Ji bilî, ku destê wê di nava hemû rêkxistên îslamî yên terorîst heye. Û bi piştgiriya wan ew bûne bela serê dunya yê. Girtina parlementera darbe ye, li siyaseta sivîl.”
Rewşenbir H. Kovan Baqî girtina hevserokan rexne kir û got: ‘’Karé hovan hovîtî ye. Lewra jî girtina HDPyiyan yek kiryarén Dewleta Tirk én havane ye. Édî şermezarkirina vé dewleté jî ne bes e. Veqetîna me ya ji vé dewleté elzem e.”
‘DIVÊ PARLAMENTERÊN HDP’Ê YEKSER SERBEST BÊN BERDAN’
Rewşenbir Gabar Çiyan jî bibîr xist ku sedemên van ewlekariyên lawaz bûyîn û neserkeftina van hewldanên aşitiyane yek jê jî ”geşepêdanên pêvajoya çareserkirinê” bi awayeke cidî nehatiye dîtin. Çiyan, da zanîn ku gelekî girînge ku hilbijartî, di nava meclîsê û ji derveyî meclîsê de rêya çareserkirinê vekin û wiha got: “Di vê mijarê de ez bi taybetî rêzê li hemberî Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş digirim. Xebatên wan parlementerên HDP yên ku ji bo dorhêlên ewlehiyê, sekna wan ya ku li hemberî dijwariyê û xwesteka wan a aşitiyê ya ku bi rikdar, tekoşîna wan a ku ji bo gelê Kurd xwe di qada legal de îfade bikin û bigihijin mafên xwe yên zagonî jî pîroz dibînim. Ez birayar û lêkerên ixtidarê ku brêz Selahattîn Demirtaş û wan parlementerên HDP xistine zîndanê de çewt dibînim. Berî ku demokrasiya li welat brîndar nebe, divê yekser parlementerên HDP serbest bên berdan. Divê bi diyalog û bi rêyên aşitiyane pirsgirêk bêne çareserkirin’’.
‘VÎNA 6 MILYONAN HATIYE GIRTIN’
Nivîskar Hasip Yalçin jî daxuynd ku Hevserokėn Partiya Demokratîk a Gelan wek temsîliyeta milyona ne û wiha got: “Dengê 6 mîlyon û nîvan e. Ji ber vê dil girtina wan ne ji rêzê ye. Serokomarê sesle ya tirk ji hêza me ya demokratîk tirsiya. Bi vê dil girtina van xwest deng, û hêza demokrat û kurd an bibire.Ew nizane ku heta dilopek xwîn di damara me demokrat û kurdan de hebe, em ê ala berxwedanê berz bikin û nehêlin bikeve xwarê. Ev rojên nexweş teqez ew ê bi tekoşînê derbas bibe. Wek Nîetzsche gotiye; ‘êşa min nekuje , ew ê min xurtir bike’. A me jî wiha ye, ev rojên xirab ew ê me xurtir bike. Bila şika kesî jê tune be, em ê biserkevin û zalimê wenda bikin. Teqez em ê biserbikevin’’
‘KURD BI BEDELÊN METIN HATIN ÎRO’
Nivîskar Mehmet Sogut jî da zanîn ku gelê kurd bi berxwedana û bedelên giran hatiye vê astê û wiha anî ziman: ‘’Berxwedana gelê kurd gelek berdel dane heta hatiye vê astê. Bi hezaran rêvebir û sempatîzanên wê hatin kuştin, bi îşkence kirin û dîl girtin lê belê milîmekê jî paş ve gav ne avêtin. Ji ber ku gelkê Kurd di vê dozê de, heta heye xwedî maf bûn. Ev erîşên dawiyê salên 90î anîn bîra min. Bi destê AKP tirkî dîsa ber bi reştariyêve diçe. Dibe ku hê jî bi sed hezaran mirov verin kuştin. Ji ber vê yekê ku ji AKP re dibêjim, ji vê şaşitiyê vegerin. Vî welatê pîroz di nav gola xwînê de nehêlin. Her parlementereke HDP ferdek ji malbata me ne. Dîlgirtina her yek ji wan, dîl girtina canê bi milyonan kesan e. Divê bi lez parlementerên HDP serbest bên berdan. Ya na bi tarîbûna xwe hûnê vexwênin ji bo xwîn herikandinê’’.
PÊNÇ SEDEMÊN GIRTÎNÊ HENE
Nivîskar û rewşenbir Kakshar Oremar jî destnîşan kir ku 5 sebebên girtina Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî hene û wiha rêz kir:
– Hewldanên bêencam yên Erdogan û AKPê ku bikarîbin di şerê Musil da bêşdariyê bikin.
– Dîplomasiya HDP li hudir û dervey sinorên bakurê Kurdistanê û bi cesareteke mezin berxwedana li dijî rewşa çêbûyî li pey derbeya leşkerî a li Tirkiyê.
– Di şerê ji bo azadkirina Raqê da Amerîka bi eşkerahî daye diyarkirin ku hêzên YPG û Kurdan yê beşdar bibe. Yanî yê bi hevkariya aliyê Kurd wira bê azadkirin.
– Hewldanên HDP ên dîplomatîk û Kurdistanî di asta„ pêkanîna stratejiyeke hevpar û aştiya navxweyî „ di seredana vê dawiyê a başûrê Kurdistanê, Erdogan xiste nava tevlîheviyên bêdawî.
– Roja Pêncşemiyê ( 03.11.2016 ) dadgehekê li Brukssel a welatê Beljîka biryareke wiha da: ’Deweta Tirkiyê mijûlî şerê çekdarî ye ne şerê li dijî terorê’… Karê ku dehan sale Tirk jêre kar dikin daku bizava KNK, PKKê û navê kesên weke Remzî Kartal bêxe lîstâ terorê. Di karekî wiha da dîsa serê Erdogan bi kevirê req ket.”
Nivîskar Azad Zal jî wiha got:”Berî her tiştî ez vê yekê bibêjim; li Tirkiyeyê rewşeke awarte heye. Pêvajoyeke krîtîk tê jiyîn. Ev pêvajo meseleya hebûn û tunebûnê ya Tirkiyeyê û statuya Kurdan e. Kurd ji her gavî zêdetir nêzî azadî û serxwebûnê ne. Siyaseta Kurdan siyaseteke netewî dimeşîne. Hem ji aliyê rêxistinî ve hem jî ji aliyê civakî ve siyaseteke zelal û berbiçav di rojeva hemÛ dinyayê de ye. Di vir de şerê tevgera Kurd diyarde ye. Lê rastiyek jî heye giyana dewletbûna Tirkiyeyê li ser tunebÛn û înkara Kurdan e, ev jî dibe sedem ku hikumetên Tirkiyeyê bi tu awayî hebÛna îradÎ ya Kurdan qebÛl nekirine. Di salên 1920î de, di salên 1940î de, di salên 1970yî de, di salên 1980 û di salên 1990î û 2000î de her tim, serîrakirina Kurdan ya îradÎ hatiye qurmiçandin û bi awayekî fîzîkî qetlîam hatiye kirin. Îcarê siyaseta Kurdan û tevgera Kurdan ya siyasî û civakî û leşkerî ji her deman xurttir û çaktir e. Ji ber wê jî, niha stratejiya dewleta Tirkiyeyê ew e ku vê îradê bişkîne û şÛn de têk bibe. Girtina 10 parlamenterên Kurd xeleke girîn ya şkestina vê yekê ye. Ji aliyekî ve siyaseta Kurdan ya netewî û îradî ew ê bê skandin ji aliyê din ve di qada navnetewî de wê Kurd bibin qurban. Ango, mexseda Tirkiyeyê ew e ku Kurd wekî her car bibin leşkerên dewlet û hêzên dinyayî… PiştÎ şereke mezin yê dinyayê eger ku Kurd wekî îrade li piya nemînin wê bibin qehremanên mirî û başên tune. Ji ber wê, bêyî ku Kurd li ser girtin û revandina siyasetmedarên xwe bigirîn, divê ku bi îradeyeke xurt xwedîtî bikin û bi awayeke yekgirtin û hevgirtinê vê yekê pêk bînin… Yan na rewşa dinyayê ber bi şerê sêyemîn ê dinayayê ve diçe û Kurd piştÎ şer ew ê peya bimînin. Xelk dîsa ew ê siwar be, lê Kurd ew ê peya bimînin… Ango niha siyaseta Kurdan ya legal ew ê wekî rehîn di destê dewleta dagirker de bimîne… Divê ku demlidest vê rehîngirtinê berheawa bimîne û bi siyaseteke tundrav û netewî pêşve biçe… Divê ku li ser kesan zêdetir, li ser siyaseta îradî û domdar xebatên rizgarkirina siyasetmedarên kurd bê meşandin.”
REWŞ KAOS E
Niviskar Firat Baran jî anî ziman ku rewşa li Rojhilata Navîn û tirkiyê tewişiye kaosê û wiha got: “Pergalên civakî û siyasî bi awayên kaotîk, gor sincên xwe demdirêjin, ne pêşdîtîne û heya hûn bibêjin vekirîne. Demên di navbera van herduyan, yanî despêk û bidawîbûnê kaos tê zanîn. A niha tirkî jî ji ber van sedeman û ji ber biryarên xwe yên antî demokratîk di nava vê rewşê de asê maye. Piştî ku politikayên tirkî yên ji derve û dijberiya gelê Kurd dikir wenda kir, da ku li ser piyan bimîne berê xwe da siyasetmedarên Kurd. Her çikasî di şexsê Erdogan de wekî polîtikayên AKP xwiya bike jî, evna di esasên xwe de bi polîtikayên dewleta tirk tê meşandin. Evkasî xedar û xwe xurt bide nasîn jî demên xwe yên herî lawaz dijî. Ev erîşên hovane ji ber van sedema ne. Ji vir pêde wê çi bibe gelo? Zehmete ku yek pêvajoya kaotîk raste rast bibîne. Ji ber ku ji hemû encaman re vekiriye. Serkeftin jî heye wenda kirin jî. Di van demên hesas de bandorên biçûk dikare encamên mezin bidest bixe. Ya rast eve ku kî di vê demê de kî dilxwaz, mafdar, hevpar û demokratîk be û di vê biryara xwe de rikdar be wê serbikeve. Gelê Kurd û HDP xwe di vir de ispat kiriye û bêguman wê hemû gelên azadîxwaz rizgar bike’’.
NAVENDA NÛÇEYAN – ANF