Albûma yekem ya Hunermend û Muzîkjenê Kurd Brahîm Şêxo ya bi navê (Dilopên Sîyekê) (Drops of a Shadow) derket. Muzîkjenê Kurd Brahîm Şêxo ji bo albûma xwe 9 berhemên giranbûha berhev kirine. Bi mûzîkeke dewlemend û bi hevkarên xwe yên mûzîkê yên bispor re bi şêwazê xwe yê taybet berhemekî dîtir li mûzîka Kurdî zêde kir.
Berhemên ku di albûmê de cih digrin hin ji wan parçeyên Solo ne hindek jê jî Orkestrayî ne. Berhema Hunermendê Kurd bi rêka companyaya JPC hatiye çapkirin û ji wir tê belavkirin.
Hun dikarin berhema Hunermendê Kurd ji van dirêjekan bidest bixin.
JPC
WOM
Hunermend Brahîm Şêxo kiye?
Brahîm Şêxo kurê hunermendê navdar yê Kurd Mihemed Şêxo ye. Brahîm Şêxo di sala 1981 ê de li penaberiyê, li Îranê jidayik dibe. Di sala 1983yan de vedigerin Qamişlo û li wir mezin dibe, hîna di temenê zaroktî de dest bi muzîkê dike.
Brahîm Şêxo di sala 2004ê de tête Elmanyayê. Li vira jî karê xwe yê muzîkê dighîne asteke professionelî.
Brahîm Şêxo di heman demê de li gel karê xwe yê muzîkê dersê muzîkê jî dide xwendekarên muzîkê. Birahîm Şêxo li gel van karana li bajarê Kiel ê di heman demê de xwendina muzîkê jî lê berdewam dike û li zankoya CAU yê de dersên Muzîkolojiyê dibîne. Piştî hingî li bajarê Detmoldê di zankoyê de beşdarî dersên muzîkê dibe, piştî vê jî li bajarê Osnebruckê xwendina xwe berdewam dike.
Brahîm Şêxo gelek berhemên xwe yên cûrbecûr hene, lê belê cara yekem e ku wekî Albûm ev berhem daye weşandin.
Tomarkirina vê Albûmê li gel Louay Hanna MP-Records û Arne Wiegand pêk hatiye.