Hac Fehîme Germiyanî ku bi tena serê xwe ji nav malabata xwe ji karesata enfalê rizgar bûbû û bêtir ji 15 endamên malata wê hatine enfalkirin, îro bi cilê pêşmerge berê xwe da cengê li navçeya Celewla.
Hac Fehîme ji PUKmediayê re aixvî û got: Ji bo tola ew salên ku tê de ew çend xedir û sitem li me hatine kirin rakim, çûndina min bo Celewla erekek mezin û niştîmanî ye, ji ber vê yekê dawê li hemûyan dikim li bermeberî dujiminên Kurd hevdeng û yekdeng bin.
Û wiha pê de çû: Ta dawiya dilopa xûna xwe ya dawî amade me li her pereçeyeke Kurdistanê bergirî li her bostekê ji xaka Kurdistanê bikin, ev yek ji bo min şanaziyeke mezin e ku di riya çendîn şehîd û quraniyan de dimeşim.
Hac Fehîme li Germiyan Jinek naskirî ye û herdem gava her kareset û rûdawek tê , xwedî helwesteke teybet e, vê carê jî bi cilê pêşmerge berê xwe da bereyên cengê û diyar kir ku ew ji bo parastina xaka Kurdistanê amade ye rû bi rû li dijî dujminan rawest e.
Jêder: PUKmedia