Pîrozbahî ji Desteya Parastinȇ li Kantona Cezîrȇ ji bo hemî pȇkhateyȇn Rojava û gelȇ Sûrî bi boneya Cejna Qurbanȇ . Di demekȇ de ku Sûrî di gera tȇkçûnȇ de vedigevize û hemî hȇzȇn girȇdayî dewletȇn herȇmî hewldanȇn demokratî û çareseriyeke Sûrî-Sûrî asteng dikin,tevî ku ji destpȇka şoreşȇ ve û ta a niha Rojava hemî karîn û jȇhatȇn xwe ȇxistiye di xizmeta berjewendiyȇn gelȇ Sûrî de ji bo pȇşkȇşkirina nimûneyeke demokratî û piralî li ser bingeha dad û wekheviyȇ,anku jinavbirina hişmendiya navendî ya ku bi çarenûsa gelan dilîst û gelȇ Sûrî jî nimûneyek e jȇ ji zû ve,û bi boneya hatina Cejna Qurbanȇ em bi navȇ Desteya Parastinȇ li Kantona Cezîrȇ pîrozbahiyȇn germ ji hemî hȇzȇn leşkerî , şervanȇn di eniyan de û malbatȇn şehîdan re rȇdikin. Her û her tekez dikin ku em ȇ xebatkarȇ danîna stûnekȇ bin ji bo civakeke hevgirtî ,tȇ de xweparastina cewherî mercekî sereke be ji bo avakirina jiyaneke azad di rȇya parastina xaka Sûrî de ,her wiha jinavbirina damarȇn terorȇ ku xudana baweriyeke dijberî vîna pȇkhateyȇn civaka Sûrî ye û her tim ev teror kuştin û tevliheviyan bi serpereştiya dewletȇn herȇmî dike û di serkȇşiya wan de dewleta Tirk. Di dawiyȇ de dilovanî û buheşteke dȇrȇn ji pakrewanȇn xwe re dixwazin,şehîdȇn ku di ber nirxȇn azadiya Sûrî de şehîd bûn û bi hȇvî ne ku cejna bȇ cejneke bi ewleh û hȇmin be ji bo gelȇ me û hemî gelȇ Sûrî,her wiha hȇvî dikin ku binyata aşitiyȇ li nȇv me were danan û hemî astengiyȇn li pȇşber çareseriya Sûrî ji nav herin. Car dî em soz didin ku pabendî parsatina destkeftȇn miletȇ xwe bin û şopdarȇ rȇya şoreşgerî û şehîdȇn xwe bin. Her sal û tevhî gelȇn me bi kȇf û şad bin.