Endamekî istixbaratên rêjîma Baas li bajarê Hesekê apê xwe ku di heman demê de, bavê hevjîna wî, kuşt.
Şevê din saet di 19.00ꞌan de, li taxa Neşwa Xerbî ya bajarê Hesekê, Endamê istixbaratên rêjîma Baas Ebdulrehîm li kolanê êrîşî bavê hevjîna xwe HÎlal Zerîc (55) kir, xencer lê da, ew kuşt û reviya.
Welatiyên ku bûn şahidê vê bûyerê, nediwêrîn nêzî Ebdulrehîm bibin, ji ber ku di destê wî de, bombeyek hebû. Piştî ku reviya welatiyan Hîlal Zerîc rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber birînên xwe, jiyana xwe ji dest da.
Welatiyên ku wan nas dikin gotin ku sedema vê bûyerê ew bû ku hin pirsgirêkên malbatî di navbera wan de, hebûn. Şahidan ev tişt gotin: “ Hevjîna Ebdulrehîm mala xwe terk kiriye û ev zêdetirî salekê ye li gel dayîk û bavê xwe ye û naxwaze vegere mala hevjînê xwe. Ji ber ku lê dide û daxwazên wê bi cih nayîne. Bavê wê jî digot, heta ku jiyaneke bi rûmet ji keça wî re ava neke ew nahêle ku li wî vegere.”
HAWAR