Hat zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê vê hefteyê serdana Fransa bike û bi serokê wî welatî re hevdîtin bike.
Serok Barzanî, piştî serdana xwe ya Tirkiyê, çû Ewropa û heta niha jî li wir e.
Çavdêrê siyasî û mamostayê zanistên siyasî û navdewletî, Sersam Şivanî derheqê naveroka serdana Barzanî y Fransayê gotiye, Barzanî dê bi serokê Fransa re li ser şerê DAIŞê, operasyona azadirina Mûsilê, rewşa Pêşmerge û referandom û serxwebûna Kurdistana Başûr gotûbêj bike.
Sersam Şivanî her wiha got, Barzanî li welatên derve bi taybet li Ewropa wek serokê dewletekî tê pêşwazîkirin, dewleta ku di şerê DAIŞê de aktîf e.
Wî pisporê siyasî anî ziman ku welatên Ewropî û hêzên hevpeyman jî gihîştine wê baweriyê ku avabûna dewleta Kurdistanê dê aramiyê bo Rojhilata Navîn bîne.
Di heyama du salên borî de ev cara sêyemîn e Barzanî û serokê Fransa hev dibînin. Du caran Barzanî çûye Fransa û carekê jî serokê Fransa hatiye Kurdistanê.
Basnews