Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ji bo parastina jiyana welatiyên sivîl ên gundên baûşûrê Cerablusê hêzên xwe vekişandin başûrê Çemê Sacûr.
Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ji bo parastina welatiyên sivîl ji topbaran û bombebarana Artêşa Dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragîhand ku wan hêzên xwe mesafeyekê paşde kişandine.
Daxuyanî ev e:
“Ji ber êrîşên balafirên Artêşa Dagirker a Tirkiyeyê li gundên başûrê bajarê Cerablusê komkujî pêk hatin, hin hêzên girêdayî Tirkiyeyê tehdîd kirin ku eger hêzên me li vir bimînin wê dîsa wan gundan hedef bigrin.
Ji ber vê yekê wekî Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê em hêzên xwe vedikişînin xeta başûrê Çemê Sacûrê da ku jiyana welatiyên sivîl were parastin û tu hincetên wan ên topbaran û bombebaranê tune bin.
Em dixwazin vê yekê jî bibêjin ku gelek ji xelkên me yên van gundan koçberî herêmên di bin kontrola hêzên me de. Ji ber ku wan qebûl nekir di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jiyan bikin koçberî Minbicê bûn.