Balyoza Amerîkayêli Urdinê Alîs Wîliz ragehand ku, welatê wê di çarçoveya akincîkirina penaberên Sûriyê dê pêşwaziya 10 hezar penaber bike.
Berî niha Serokê Amerîkayê Barak Obama ragehandibû ku, welatê wî berî sala 2016ê bi dawî were wê pêşwaziya 10 hezar penaber bike, pirsa penaberan bûbû cihê nakokiyan di kambîna hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de.
Derbarê penaberên Sûriyê Balyoza Amerîkayêli Urdinê Alîs Wîliz li Urdinê pêşwaziya 3ê malbatên penaberên Sûriyê berî ber bi welatê wê ve herin kirbû û ragehand ku, welatê wê li ser soza xwe bo pêşwazîkirina penaberan berdewame.
Tê zanîn ku, 30 parêzgarên wîlayetên Amerîkî pêşwaziya penaberan li wilayetên xwe redkir bûn.