Bablîska Berî Xewê
Dirbûna te vê carê
Di asîmana giyana min de
Sitêrk tune kirin
Û ez di eywanên
winda bûnê de şaş kirim .
Ketim ber çepela reşbûnê
Û axînên tazî xwe li min
Durpêç kirin
Sitêrka bextê jî
Ji min fedî kir
Û xwe veşart
Hat bîra min dema ku
Em li gel hev rûdiniştin
Û li asoyê tamaşe dikirin
Ku her ewrekê bi xwe re
Hêviyek rakirbû
Piştî ji xeyalan derketim
Min çavên xwe dane hev
Û ez di bêdengiyê de
Raketim
2016/7/ 19
………………
Keserek
Ne tenê fênikên
sibehê
gulan dihejînin
Ew dengê dilê min jî
hemî damarên
jiyanê diqetîne
Û dihêle refên
perwanan berên
xwe bidin biyanîyê
bê ku vegerin
li paş xwe meyze kin
ka ew dengê çi bû
Û koçberkirina xwe
berdewam kirin
bi ustiyê xwar
Bendewarê Gulê Me
Xemgîn im bo wê gulê
Ku di bişkifandina xwe de hişk bû
Û te ji min re ne anî
Sal zîvirî û ji nûva eşqinda
Li benda te ma ku tu
Ji min re bînî.
Bihna xwe belav kir
Li dost û yaran
Serxweş kir rêwî û bilbilan
Û te ji min re neanî
Ta ku pel bi pel weşiya
Û bû tozek axî şewîtî
Û jiyanê jê bar kir
Û li zemînê reşiya.
Belkî tova xwe
Guleke sîwî peyda bike
Gelo wê demê ji min re bînî?
Lê tu yê li ser dilaweriya xwe bimînî
Û dîsa ji min re nayînî
Ez hîn hêvîdara wê gulê me
Ku tu bi tiliyên xwe bixînî
Ber guhê min
Û ramûsaneke perperîkî
Li rex wê daynî
Û keziyên por jê re bi guldankî
Wê demê tenê
Ez ê ji bîr bikim
Çîroka gula çilmisî
Bihna ku li hawîrdor geriyayî
Ez di bêdengiyê de djîm
Lê hebûna peydakirina giyana min hîn
Bendewarê wê gulê ye
Û serxweşa wê bihnê ye
Ew bendewar e
Ez jî bendewar im
2016/3/29
………………………
Bedengî
Ez nizanim
Çi tê bîra min
Û ez li ser nivîna
Ne xweşiyê me
Lê di navbera tiliyên te
tîrêja hêviyê
Hezar gulan li ser
Mijangê min diçîne
Û xwe ber dide nav
qelşên rûyê min
Ez ê wan gulan
Bi xuya ku li ser laşê
min bûye belbelîskên
Baranê pê av bidim
Û bi porê xwe yî şil
tevna evînê pê
Çêkim
Û bi hêsirê xwe yî
Xilmaşî gerdenekê
Çêkim û pê sîngê te
Bixemlînim
Û li ser dêmên xwe yî
Çilmisî ramûsanan
Ji te re rê kim
De ka bi destekî
Xuya eniyê min rêçke
Û yê din jî di bin
serê min ke
Û bila dawiya vê nexweşiyê
di hembêza te de be
Şefeq
Şeva ku asîman sor bû
Ji şewq vedanbûna erdê
Ku xwîn bibû golên avê
Şeva ku kund tê de
Kûrekûr bû
Lê Kobaniyan guh nedan
Dengê wî
Û bi çavên qerimî raketin
Bi bawerkirina ku xwedê
Wan diparêzêye
Lê nizanibûn wê bi destên
Yên dibin navê xwedê de
Wek berxê bi kêreke kov
Werin şerjêkirin
Şeva qiyametê
Di yasaya zirz û hovan de
Miletê berîbûn tên binçavkirin
Bê ku guneh karibin
Guliyên jinan li şûnê man
Û tiliya şihadetê
Ya kal û pîran
Li ser xaliyê nimêjê man
Bêdengiya xayin xwe berda
Nav laşê tax û kolanan
Û di şefaqê de
Bihna mirinê ji Kobaniyê
Vejiya
Êdî kes nizane
Kî hate kuştin
Û kî nehate kûştin
Lê yê sax jî man,
Bûn mirîşkên serjêkirî
Hilperbitîn ji êş û janê
Û kelebox ji wan radibe
Kobaniyan serên miriyên
Xwe dane ber serê mala xwe
Û heya niha mirî û zîndî
Bi giyanekî dijîn
2016/6/25
Ramûsana Sêwî
her dem ew ramûsana
xwe ber dide
nav bîranîna min
qirşikan davêje
ser agirê dilê min
hîn gur dike birîna tazî
û dihêle sîberên
basik şikstî bifire
li ezmanê bê deng
de tu ji min çi dixwezî
di dawiya vê şevê de
ku tu bi hêsrên rojan
vê bîranînê av didî
ma êdî nebes e
ku tu ji nav
bîranînên min barkî
û konê xwe
li cihekî din vegirî
di nav buhareke nuh de
va bîranîna bûye payîzeke pîr
ta hêlîn li ser daran hilweşiyane
êdî min ji bîr bike
ji bo ku ez dike deriyê
bîranînên xwe
bi qiflê hesinî kilît bikim
û qelşên tê de siwax bikim
bila tu carî
tu li min venegerî
………………………
Nexşa Laşê Aşiqekê
Di nav tiliyê te de
ava westanbûnê dimeşe
Û li paş wan çiyan de
roja hêvîyê tîrêjên
xwe ber dide nav
newalê dil
Ez parastmenda
bîranînên
te me …..
Nexşa laşê min
bê sînor e
Ne pesport
Û ne riya qaçax
Pê gereke
Lê ku tu hatî
ji bîr meke bi xwe re
bîne peyalek avî pîroz
û kemçek xêzî şewîtî
Û berî ku tu bighî min
ji bîr meke bihna
asemînê bi xwe bireşîne
Û fereştên di nav têlên
porê xwe de berde
Bihêt ez li benda te me
Nerîneke Eyendî
êdî peyv di nav talîzoka
windabûnê de parçe bûye
zivistan jî derbas bû
ma ne bes e ku
giya serbest bibe
ji bin keviran?
û milê xwe bi bejna gulê de
û peyv ji nuh ve
bicive di goşeyekî
buharê de
Û çîroka borî birêsîne
Kerasê pêşerojê jî
Li ser bejina xwe de berde
Lê vê carê
Wê çînik bi rengê buharê
Werin dirûn
û kemberekê ji gulên
Qewanê bihûnin
Pê newqa eyendê
Bixemlînin
Û bêjê ji zivistana bêzar re
Oxirbe
……………………………….
Te Nas Kir?
Lo… evîna welêt
ne bi xişxişka tizbiyên
şêx û melan e
û ne bi ala reş û bangkirina
bin navê yazdan e
û ne bi çek û rextên
ku mirovatî dikujin
û sinc û nirxan dikuhêrin
evîna welêt bi hesanî
tê naskirin
bi bihna axa Deyşta Sirûce
bi çîroka Evdî û Edûlê
tê naskirin
bi govenda zeriyan
li ser kaşê Miştenûr
bi periyên ku çav
di nav axa pîroz de
dibirqin tê naskirin
evîna welêt
bi germahiya hestên dil
bi zanibûna tûrê li ser mil
tê naskirin
ma ez hîn bêjim Lo?
lê evîna welêt
berî sitanê min
xwe berda nav hunavê te
û tu agadar kirî
ku evîna welêt pir
şêrîn e
……………………
Tabloyên Rewanî
-1-
di her şevê de
di hembêza bêzariyê de
dergûşek ji êşkenciyê dibe
û çavên xwe
di demsala payîzê de vedike
û ji gola baranê ya ku
di dawiyê zivstanê de dimîne
jê ava jiyana têr vedixwe
-2-
Zeviyên êşekên min mehjîne
belkî sinbilên wê
ji hêviyan avis bibin
êdî min bîriya
sema û dîlanê kiriye
Loo
-3-
bi bê dengî ez bîriya dikim
û bi bîrkirina min hêlînên
nuh dişewitin
heya nikarim di guhê sitêrkan de jî
bikime pistepist
lê gaziya bilind ji hundirê min tê
-4-
di hêsrên te yî berîbûn de
ez avjeniyê dikim
û di kûrbûna çavên te de
li hêviyan digerim
-5-
min nedît sitêrka bextê
çawa xwe veşart
di berbangê de
lê min dît tîrêja roja sor
bi çi rengî xwe
xemiland ji jiyanê re
-6-
Bi keziyên xwe
ez ê kul û xeman bihunim
Di nav xelekên
gulî de jî
Ez ê gulan biçînim
-7-
Di navbera herdû çavên te de
Refek perwan firiyan
Û hatin li ser herdû
lêvên min rawestiyan
-8-
Ez li paş xewnan
Li benda te me
Zû were bo tu
Li xewnên şaş
Neqelibî
-9-
Di Adarê de her rengek
hezar wate yî dide
Lê rengê te tenê
wateya evîna min dide
-10-
Di vê şeva buharê de
Ta ku sitêrk jî raketin
Lê ez tenê hişiyar im
Bi sîberên xwe re
-11-
Ez ê vegerim
qurmiçandina
rûyê xwe rûpela
evîna te kim
-12-
Wê ez ê hîn
çend axkişandina
di nav hunavê xwe de berdim
ta ku te ji bîr bikim
-13-
Li vî bajarî heya
gulên sor tune ne
Bihna biyanî tenê
ji taxên wê tê
ma ez çi bikim
-14-
min rojiya evînê kirtiye
û bi sifra bîranînê fitarê
vedikim
…………………………………..
Şeva Havîvê
perwanên ku li ser destên
min hatin wênexêzkirin
li min derew kirin
refên kevokên ku li ser
keziyên porê min veniştin
ez bi evîniyê xapandim
sitêrkên şeva havînê
bi êşixiya xwe ez
ser xweş kirim
û sîberan kerasê sewdaliyê
li xwe kirin
û dest bi dîlana sofiyê kirin.
her kêlîkek wek avê
di navbera tiliyên
min re derbas bûn
ew şeva, şeveke dîn bû
xwe berda nav laşê min
bê ku destûr bixweze
û wek bihna yasmînê
di nav kincên min de dilîst
û di her quncikekî
laşê min de xwe vedişart
êdî di bîranîna min de hate
kolandin wek pûtên dîrokî
ew şeva,
her şev dibe mîvanê dilê min
û xwe ber dide nav
hizir û ramanên min
bê ku ti sînorî ji xwe re çêke
û bi qirşikeke nermîn
kûraniya birînê tev dide
û bêdengiya rewanê dişkîne
de bese êdî koca xwe
ji vir bar bike
mêrg û newalê dilêm
hişk bû
û kaniya di navbera lêvên
min de jî miçiqî
xatir bixweze û biçe
ey şeva havînê
……………………………..
Sê Tel Ji Darekê Bûn
sê gul
sê bilbil
sê perwan
sê tel
ji darekê bûn
ew dara azadiya welate
lê dayîka kurd
qêrîna xwe hîn sar nebibû
agir careke din gur bû
wek talîzokekê
xwe berda nav hunavan
te her gulek di cihekî de çand
Cîhan li Şemzînanê
Egîd li Reqayê
û nuha jî Şêro li Kobanê
te di hembêza xwe de
Şêro vedişart
ji ber ku hîn bi çûk bû
ji bihna te têr nebûbû
lê banga welêt
ew ji hembêza te derxist
û kir nav karwanê
xuşk û birayê xwe
debigirî û bigirî
ta ku bi hêsran
gulên kezeba xwe avdî
Xwezayiya Eşqê
ramûsana ji hedû lêva
eşqin da mîna gula
her dêm sor bûn
ji hestên winda
ma te negot ew penaber e
bikeve di şûnê de?
dilê wê bû teperep
wek êldefiya şêx û mela
û reqareqa tizbiya keşan
bû mest û gêj
bi hilm û bînê
kete meydana
sema û dêlan
girt govend ji paş ve
lê herdû memik
li jor ve man
hejiya erdê bin lingan
lê sewda xwe berda
nav laşê wê
bê guman kete lavlav
por li ser mila wek sûlav
de were derman bike
kûrbûna derya
bi axa gerdûnê siwax bike
pencerên di laşê wê de
berî ku zivistan were
û av birje di qelşên ber ve
bide ranûsaneke din
lê vê carê li ser gerdena
wek mêrg û newel
…………………………
Xapandin
her ku perwan
berve ronahî diçe
ew nêzî mirina xwe dibe
aşiqe agirê sor bûye
bê ku zanibe
ronahî dojeha atûnê ye
li gel wê
ew jî buhişt ji xwe re dibîne
buhişta ku xewnên
wê yên pîr
ji nû ve gênc dike
û hêviyên li asîmanê leylan
difirin bi seribike
ji bîr kiriye ku dibin
baskê yekem de
jiyanek heye
û dibin ê duyem de jî
evîneke veşartî tê de ye
ew li mirina xwe digerêye
bi kenekî qurmiçî
lê nizane ku dê ronahî
wê bike heriya reş
û ber bê xe
bê ku gora xwe hebe
û navê xwe li ser be
………………………….
Wêrankirina Kobanî
sal bihurî û hîn wêneyên
destpêka penaberiyê
di xeyala me de xwîn
bi dilop dilop jê diweşeye
dema em wek rêçika
gêrikan dimesiyan
bê terezî me gavên
xwe diavêtin
lê gavên tirsbûnê
ji gavên lingên me lezgîntir bûn
û em hîn dimeşiyan, reşiya
asîman xwe berda nav dilê me
him digiriyan
him dilikumiyan
gavek jiyan bû
gavek mirin bû
û bihna mirinê pozê me
dişewîtand
û xak bi hêsirên jin û zarokan
dihate avdan
pîrê bang xwedayê
xwe dikir
kale jî dianî bîra xwe
ew koçberiyên
kevnar tenê dizanibû çi hatîye
serê vî qerbelixî
lê keç û xortên gênc
wek perwanên ku ber ve
ronahiya çirê ve diçin
bê ku dizanibin ku ber ve
mirina xwe diçine
û li aliyê din li ser sînor dergûş
berî wexta xwe ji dayîk dibû
bi sanciyê tirsbûnê û şikenciyê
di wê herc û mercê de
welat ji bîr dibû
li gel eziyê
welat dibû ez
dibû tu
dibû zarokê ku çavên xwe
di riya penaberiyê de vedikir
û bi qêrîna welat erşa xwedê hejiya
û hemî fereşt ji pêlava
zarokên ya pînekirî re nimêj dikirin
ji wê rojê de dest
bi penaberiya sînoran bû
û bi mirina bi heft reng bû
hinek di berbanga rojiyê de
hatin şerjêkirin wek çivîrkan
bi kêrên kov
û hinek di ava hêviyan de
hatin fetsandin
û hinek û hinek
û hîn mirin berdewam e
di narvîna Kobaniyan de
2015/9/19
………………………………….
Tevna Çînikan
Tevna xwe bi damarên
Dilê min medrû
Û çînikan bi xwîna
min rengîn meke
Ez ne lat û pût im
Ku tu bi kêfa xwe
min bikulî
Û ne wêneyeke çeleng im
Ku tu bi odeya
xwe de darbixî
Ez sêwiya evîna te me
Û parsekciya xewnên
şevan im
Ez bi helbastan nizanim
Bi fênikên destê
sibehê nizanim
Lê bi hezkirina
te yê kor dizanim
Û windakirina di nav
Tiliyên te de dizanim
…………………………………
Zimanê Me
Em bi hev re biçînin
gulên nêrgiz û lala
di nav zimanê xwe de
bila hilm û bihin bide
hawîrdora zimanê cîhanê
pir payîz li ser re
derbas bûn
bi êş û keder
lê eger êdî eşq in
bide di buharê de
perda reşî li ser rakin
bila tîrêja rojê
xwe berde nav hunava we
û her tîpek rengek bide
ji rengê Ehmedê Xanê û
Mîr Celadet Bedirxan
Sempolên zimanê me
……………………………………..
Ev helbestin bijartî di hejmara (49)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15 -8-2016