Ibrahîm Xelîl
Tu di nav êşê de mayî
Yek bi yek hûr û gir e
Her li pêş û paş belayî
Tu l’ku bî tim hazir e
Doşeka derdan te raxist
Kul vedayî çadir e
Gelîyê qelşa neyaran
Dawîya topê l’vir e
Bûye gor axa te îro
Ewr û ezman agir e
Her serê çend sal e Nemrûd
Tê vejandin namire
Va ji bala hate îcar
Ew li ser balafir e
Rast û çep xelk tev li hev dan
Dot ji makê dûr kire
Dûredest im lê dilê min
Pirr ji dest nêzîktir e
Şazde sal pey du hezaran
Bo te salek serxur e
Hesekê bextê te kor e
Carekê nazîvire
Kewke û Xabûr li dor e
Çembera berx û gur e
Her du kes Qabîl û Habîl
Yek serî yek kevir e
Germ e havîna xwedê lê
Ya mirovan germtir e