Ev gund li zimînek xwaro maro de hatiye avakirin.
Gundê Çalika bi qasî bîst mala lê heye û bi qasî wan jî ji gund bar kirine li pey pariyê nanê xwe ketine. Ev gund li Bakurî Tirbespiyê dikeve li rojhilatî wî Xirbê Cihûya heye bi qasî kîlomtrekî jê dûr e û gundê Nebî Sadî jî li wî rexê gund dikeve.
Sê çar kaniyê avê li hêla rojhilat hebûn lê mixabin îro ew kanî ziwa bûne û mirov nema dizane ku ev der demekî ji dema kaniyê avê bûn.
Li hêla bakur gundê Bekir Oxlî heye û gundê Eleqosê heye û cardî li hêla bakur gundê Abirê heye.
Wekî dî gundê Çil axa û gundê Şebek hene.
Ez li gelek gundê kurdan geriyame lê min kêm gundê kurda bê mizgevt dîtine? Lê muxtar jî lê nîne.
Hijmara xwendevana li gundê Çalika yên ta bi zangoyê xwedî heşt ji sedî ne lê wekî dî yên ku gihayîn xula niha û yan dozdeha hijmarek baş hene.
Sed û çil mirov di gunde de hene.
Wekî dî mirov dikare bêje piraniya wa feqîr in lê ne ew feqîrê bi carekî bê çarin wek yê hin gundê dî.
Sal 2005-miha 4
Ev gotar di hejmara (48)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1 -8-2016