Hevserokê DBP’ê yê Erdexanê Hakan Demîrbaş û 3 rêveberên DBP’ê hatin girtin.
Di serdegirtina DBP’ê ya Rêxistina Erdexanê û malên xwendekaran de 8 kesên ku ji aliyê cendirme û tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin ji wan 4 kes hatin girtin. Kesên ku hatin binçavkirin bi ji ber civînên gel û axaftinên wan ên telefonan bi îdiya “endamê rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” piştî îfadeya wan a dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin.
Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin Hevserokê DBP’ê yê Erdexanê Hakan Demîrbaş, rêveberên DBP’ê Erdal Morkoç, Arzu Yilmaz û Taha Tan hatin girtin.
Rêveberê HDP’ê Nîhat Zengîn, Endamê Meclîsa Giştî ya yê Bajar ê DBP’ê Halîl Gokdemîr, xwendekarên zanîngehê Mehmet Karaduman û Serkan Bagci jî bêyî girtî bên darizandin hatin berdan.
Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Erdexanê.
DIHA