Rêvebirê karûbarên kurdên êzdî li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê Hadî Dobanî da xuyanîkirin kû hêzên îraqî yên
kû derbasî Felûcayê bûn ji me re gotin kû wan 354 keçên êzdî rizgarkirine ji destê Da’şê.
Dobanî got kû her 354 keçên kû hatine rizgarkirin li benda vegera Herêma Kurdistanê ne di demek nêzîk de.
Herwiha Dobanî da xuyanîkirin kû ew keçên êzdî niha li devera Amiriya Felûcayê li ba Hêzên îraqî ne, û daxwazkir kû ew vegerin Herêma Kurdistanê.
Tê zanîn kû çekdarên Da’şê komkujiyên mezin kirin û bi hezaran keçên êzdî revandin di dema kû şengal dagirkirin.