Maşallah Milazgirtî
Bermal: Cureyak berra nexşandî ye û diavijin ser nivînan.
Tevn: Dezgehê veçirandinê ye.
Hevo: Benê ku di tevnê de berwarkî tê avêtin.
Firêd: Ji benê duttayî re tê gotin.
Rino: Şeyê tevnê ku ji dar hatiye çêkirin.
Kerkît: Ew amûrê ku di dema veçirandinê de ji bo ku ta nêzîkê hev dikin. Ji hesin hatiye çêkirin.
Befş: Textikê ku bi masûr di navbera tayên tevnê re derbas dibe û tayikan ji hev vedike.
Masûr: Ji mekîka tevnê re tê gotin.
Hepik: Amûrê ku di dema veçirandinê de ji bo ku tayikan nêzê hev dike.
Şeyê Hiriyê: Amûrê ku ji bo hirî were ristin pêşî hirî pê tê şekirên.
Teşî: Amûra ku pê rîs tê ristên û dibe benik.
Hirî: Ji pirça mihan re tê gotin.
Liba: Yan jî liva. Ji pirça berxikan re tê gotin.
Çewal: Jê re cem/cemik jî têne gotin. Ji tayê hiriyê çê dibe, li ser tevnê tê veçinandin, pişt re çewal çê dibin.
Têr: Mîna çewalan tê veçirandin, du cemik bi hev ve têne dirûn, diavêjin ser pişta ker, hesp û hêstiran, xelk alavên xwe pê dibin û tînin.
Xwircik: Jê re heqîb jî tê gotin. Ew jî mîna têr, çewal û cenikan bi tevnê tê çikirin û weke têrê biçûktir bûn, ji malê xalîça bû û diavîtên terkiya hespan.
Gorê Rîs: Serê pêşî rîs (hirî) dihate ristên, pişt re jê gore dihatên çêkirin. Rîs çiqas zirav bihata ristên ew qas gore jî xweşik û nazik / çavhebîn çêdibûn.
Kap: Jê re qetik jî tê gotin. Ji benê rîs dihate çêkirin. Penc û şeş ben dihatin hûnandin û dixistin stûyê golikan.
Kulav: Kulav ji libaya berxan dihate çikirin. Ji pisporên kulavan re digotin “Libajen”. Libajenan libaya xwe bi awayekî xweşik dijenandin, pişt re li erdê cilekê rast dikin, libaya ku jenandine li serê radixêlin, darekî dirêj dixin navê û li hev dipêçin, pişt re bi şerîtekê hişk girêdidan û kulavê pêçayî digindirînin. Ji vî karî re dibêjin: Borandin. Çend zilam piyê xwe bi hev re lê dixin, av lê direşandin heta ku ew liba hev digirt, pişt re derdixistin û dibû kulav. Roja ku kulav li malekê bihata lêxistin, mirov digot qey li wê malê govend heye. Ew roj xwarin dihate çêkirin, danûkên genim dihatên pijandin û li ser denûkan mewîj, kakilê guzan, û kakilê bindeqan dihatin xwarin. Ciwanan hinekan li kulav didan, hinekan jî leyistik dileyistin. Gava ku ew diwestiyan cihê xwe bi hevdu vediguherandin. Govend dihate girtin, kilam dihatin gotin. Bi vî teherî kulav dihatin çêkirin.
Xalîçe: Di serî de hirî dihate ristin û dibû rîs, ew rîs badidan dikirin “firêd” yanî duta dikirin, pişt re reng dikirin û dixistin telaş.Tevn dihatine danîn û bi vî tehrî dihatine veçirandin.
Nîşe: Di vê lêkolînê de ji ber ku alikariya min kiriye; ji Seydayê rêzdar Mele ‘Elî Balqaya re spasiyên xwe pêşkeş dikim û ez dibêjim Seydayê rêzdar sed hezar car mala te ava.