Gelê Kurd cejna Newrozê bi eşqeke mezin pîroz dike, bi taybet gava ku wateya Newrozê xweş bizanibe, wê demê girêdana mezin bi Newroza xwe dide çêkirin. Ji ber Newroz bi xwe tê wê wateyê roja nû. ji ber berî Newrozê, bindestiyek mezin hebû di bin deshilatdariya împiratoriya Aşuri ya xwînmij ya ku gelek milet û gelek welat xistibû bin destê xwe û di her êrîşê xwe de li ser gelan komkujî, talan, wêran û şewitandin dida meşandin û yek nimûne bajarê Babil e. Lê ew bajar wê demê bi temamî xerakirin û ev tenê yên nimûne ye ji pir nimûne wek wê. Lê bav û dayîkên Kurdan bi Midiya dihatin naskirin bi rêberiya Keyexsar (Kawayê Hesinkar) rêxistinek mezin pêş xist bi rêka îdyolojiya Zerdeştî. Ev îdyolojî ticarî bindestiye qebûl nake, îrada azad bingeh digire.
Wê demê Keyexsar konfedrasyona êlên Mîdî da avakirin û hevpeymanî bi gelek miletan re da avakirin wek gelê Babilî û gelê îlamî û Ekadî û gelek miletên din jî hebû. Dîrokê ev îsbat kiriye. Artêşek mezin pêşxistin û şoreşa xwe ya azadiyê bi rêberiya Key Exsar mezin kirin, ta êrîşek mezin birin ser merkeza deshilatdariyê di Neynewa de, bajarê ku bi elsê xwe cihê xwedawende dayîk bû, bi navê Star dihat naskirin. Gava Neynewa kete destê Midiya de ji warê zilmê derket û çanda Zerdeştiya pêş ket. Welatê Midiya û erdê gelê din jî vegeriya ji bo xwediyên xwe. Key Exsar îsrar kir ku cihekî zilmê nehêle û deshilatdariya împiratoriya Aşurî nemîne wê demê, her der dibe cihê edaletê û wekheviyê.
Bi wê helkefta dîrokî ya ku bav dayîkên Kurda yên Mîdî kirin, vejînek mezin çêkirin. Şoreşek biwate û mezin pêş xistin û ji wê demê û şûn de dîrokek nû hat nivîsandin. Ji bo vê ji dema nû re gotin “Nihroj, Niroz” bi wateya roja nû, roja azadiyê û rûmetê. Zilm û dagirkerî ji holê rabûn, civak û ax hev girtin. Agirê Kawa nîşaneya azadiyê hate geşkirin. Tê zanîn jî agir di ola zerdeştî de pîroz e, ronahî li hember tariyê.
Ala rengîn kesk û sor û zer hate hildan gava serkeftina Newrozê çêbû. Li gorî pirtûka Şahnameya Firdosî wiha dibêje: “piştî serkeftina gelê Mîdî bi rêberiya Key Exsar merasîmek hate lidarxistin û ew al di wê merasîmê de hate hildan. Eşqa Newrozê pir mezin bû û ta roja me ya îroj giraniya wê û kûrahiya wê û bandora wê mezin çêkir di gistî deverê de û wateya xwe winda nekiriye. Ger zilim ne mezin baya û ger di vê şoreşa Newrozê de gelek qurbanî nebana wê ewqas Newroz jî wiha mezin nebaya û wê neba destan jî. Em dibînin çawa destana Newrozê di nava gel de çiqas cihekî xwe ya girîng çêkiriye û ger em îro li Newrozê binêrin emê navaroka wê ya resen bibînin. Em dikarin vê pirsê ji xwe bikin kengî Kurd ji Newroza xwe dûr ketine?
Gava ku îdyolojiya Zerdeştî hate tinekirin lê tenê şaxekî wê ma ew jî êzdîbûn û ev tinekirina îdyolojî bi hatina îslama silte û ya siyasî gelê Kurd dagir kirin û hişt ku ev gel ji xwe xerîb bibe û rihê berxwedane hate sekinandin ji ber ku îdyolojiya Zerdeştî ti carî bindestiyê qebûl nake li ser îrada azad îsrar dikir. Tucarî ti gel bêyî îdyolojiya azadiyê serkeftinê bidest naxîne. Ger em îro em bala xwe bidin her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybet li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê em dibînin berxwedaniyeke mezin pir bi wateye çêdibe. Ev berxwedanî ji xwe çênebûye, ew jî îdyolojiya azadiyê ya rêber Ocelan bingeh digire û ticarî koletiyê qebûl nake û ev îdyolojî rêxistinek mezin çêkiriye û bi taybet rola jina Kurd gelek diyar e Newroza hemdemî, bi pêşengiya jinê heye û di asteke bilind de ye. Em dibînin bi sîstema konfedralîzma gelê din û pêkhateyên din jî cihê xwe tê de digrin di pêşengatiya Key Exsar de konfedrasyona êlên Mîdî hebû û hevpeymaniyek mezin hatibû çêkirin, bi gelên din re.
Em dinêrin îroj ev nimûne tê dîtin li Rojavayê Kurdistan ku çawa pêkhateyên din wek Suryan, Ereb, Aşûrî û her wiha çawa tevlibûn çê dibe ji ber dibînin çiqas zilmek mezin heye û çawa xelasî di vê îdyolojiyê de û serkeftine di alî kiryarî de xweş dibînin. Ku çawa gelê Aşûrî jî zilim ji sîstema impiratoriya Asûrî didîtin û bi serkeftina gelê Mîdî ew jî azad bûn. Îro jî gelê Ereb û Xiristiyan bi gîştî û gelê Îranê û Turkiyê jî di zilmek mezin de dijîn û rastiya xelasiyê bi vê îdyolojiyê dibînin. Vaye xuyaye ku li Rojava Rêveberiya Xweser çêbûye û pêkhateyên din jî cihê xwe tê de digirin û hate naskirin ku çiqas hovîtiya Daiş mezin e. çiqas berxwedaniyeke bê hempa ji aliyê “YPJ” û “YPG” ve tê kirin.
Îro jî wek dema Kawa qurbaniyên giran tên dayîn ji keç û xortên ciwan û îro tevahiya cîhanê vê berxwedaniyê dişopîne. Newroza hemdemî di nava civaka Kurd de tê pîrozkirin û her der bi rengên netewî tên xemilandin.
Îro rastiyek heye ku hîna gelek xebat û tekoşin li pêş civaka Kurd heye ji ber ku ji gelek aliyan ve êrîş hene. Hîn Mûsil û Reqa di destê çeteyên Daişê de ne û gelek deverên din jî. Lê gelê Kurd îro pir bi rêxistinkiriye û bi îdyolojiya rêber Apo ve hatiye girêdan û bi îsrarek mezin tekoşîna xwe ber bi azadiyê ve didomîne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejara (39)an de hatiye weşandin