Tiştek xweşik heye
Xwedê ew daye,
Zana û roniye
Heft derî lê ye
Kî nezane bê mêjî ye!
………………………………..
Ji goşt û hestî ye
Pênc şax û bi destî ye
Sed û yek huner lê ye
Li heywana pê ye
De bêjin ev çi ye?“
……………………………………..
Cêwîne li kêlek in
Ne goşt in, lê nermik in
Dengan kom dikin
Ev çi ye, de fem bikin!
Ev mamik di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin
Bersiv di hejmara “39”an de ye