Stranbêjeke Awstralî ya bi navê Misi Higins, li ser Alan Kurdî yê 3 salî, ku sala bûrî di Deryaya Îcê de binav bubû stranek çêkiriye.
Stranbêj Misi Hising straneke li ser vî zarokê kurd amade kir û bi çavên bavê wî Abdullah Kurdî şîrove kir. Starana bi navê ‘Oh Canada’ bi klîpeke anîmasyonî tê pêşkêşkirin û wêneyên, ku zarokên penaber xêz kirine jî tê de têne nîşandan.
Hesing li ser strana xwe got:’’ Dema ez li mala xwe, bi kêfxweşî ligel zaroka xwe rûniştî bûm, min ew wêneyên xemgîn dîtin û min ji xwe re got, dibû ku ew zaroka min ba. Wê kêlîkê, hestekî giran ê parastinê bo wî û hemû kesên weke wî, ez guvaştim’’.
Li ser navê strana xwe (Oh Canada ’’Keneda’’) Hesing got:’’ Canada ew e, her cihekî ku kesên weke Kurdî parastina xwe lê dibînin. (Oh Canada) tenê çîrokekê vedibêje’’.
Li gorî jêderan, derhatên vê stranê dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan werin bikaranîn.