Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad got: ‘’Em dewleteke Kurdî naxwazin ku dijî Îran û welatên cîran tevbigere, em naxwazin ewlekariya navçeyê têk bidin.’‘
Adil Mûrad wiha axifî: ‘’Jêrxaneke me ya aborî ya baş nîne û cîranên me jî razî nabin, loma em nikarin dewleteke Kurdî dabimezrînin.’‘ Derheqa maddeya 140’ê jî Mûrad wiha dibêje: ‘’Herçiqas niha ew navçe ketine bin destê me, lê belê di warê siyasî de divê ji aliyê İraqê ve bê cîbicîh kirin daku rewatiyeke siyasî werbigire. Herwiha ew madde divê bi rêkeftina siyasî were cîbicîh kirin.’‘
Derheqa artêşa İraqê de, Adil Mûrad tekez kir ku divê ew artêş ji nû ve bê organîzekirin û wiha pêde çû: ‘’Divê wek xêrekê em berê xwe bidin vî şerî ku artêşeke nû were damezrandin û bikaribe rûbirûyê terorîstan bibe.’‘
Mûrad ji malpera Frans News a Îranê re wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Çênabe Kurd baweriya xwe bi Tirkiye û Îsraîlê bînin ji ber ew xiyanetê li Kurdan dikin wek çawa Şahê Îranê xiyanet kir.’‘
Berî niha Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd jî ji Bulten News a Îranê re gotibû: ‘’Tu jêrxaneke me ya aborî ya baş nîne û cîranên me razî nabin, loma em nikarin dewleta Kurdî dabimezrînin.’‘
Melayê bajarê Qum Ayetulla Seîdî jî doh di nimêja înê de gotibû: ‘’Eger Herêma Kurdistanê Kerkûkê bixe ser axa xwe û serxwebûnê rabighîne, Îran dê hemû sînorên xwe li ber bigire