Stranbêja Kurd Hozan Alîn, sirûdekê ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê dike klîp û herwiha amadebûna xwe jî pêşan da ku ligel Hêzên Pêşmerge berevaniyê li axa Kurdistanê bike.
Di vê derbarê de Rêveberê Karên Hozan Alîn, Xelîl Bileyî got: ‘’Demeke Alîn li ser berhemanîna çend stranan kar dike û niha sirûdekê bi awayê vîdeo-klîp amade kiriye ku sirûdeke niştimanî ye û zêdetir bo ciwan û nifşê nû yê Kurdistanê ye. Vêna jî wek erkê xwe dibîne li beramber Hêzên Pêşmerge û Kurdistanê wek hunermendekê daku zêdetir piştgiriya Pêşmergeyan bê kirin di cepheyên şer de li dijî terorîst û dijminan û parastina axa Kurdistanê.’‘
Bileyî wiha axifî: ‘’Sirûd bi navê Çiya Berf û Dûman e, awaz û tekst a hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer e, herwiha derhênerê vîdeo-klîpê jî Şoreşvan Sedîq e. Alîn wek hunermendekê erkê xwe dibîne ku bi stranekê piştîvaniya xwe bo Pêşmergeyên Kurdistanê bîne ziman. Herwiha amadebûna xwe jî pêşan da ku mil bi milê Pêşmergeyan li cepheya şer berevaniyê li axa pîroz a Kurdistanê bike.
BasNews.