Hevserokatiya KCK’ê derbarê îlankirina seferberiya hikûmeta kantona Kobanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê her çar parçeyên Kurdistanê bersiv bidin.
Hevserokatiya KCK’ê ragehand ku li dijî bûyerên li Rojava şêdibin divê hêzên Kurdistanê bi hestiyar tevbigerin û di daxwiyaniyê de wiha hat gotin: “Di serî de divê ciwanên welatparêz ên Bakurê Kurdistanê, ciwanên berxwedêr yên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê me vê bangê ji xwe re wek peywir bibîne û di asta herî jor de bibe bersiv.’‘
KCK’ê derbarê şer û pevçûnên Kobanê yên di navbera hêzên YPG û çekdarên DAİŞ’ê de de ku ji 2’ê Tebaxê ve dest pêkirine daxuyaniyek nivîskî da. Hevserokatiya KCK’ê destnîşan kir ku hewldanên DAIŞ’ê yên wek êrîşa li Musulê daye destpêkirin û piştre jî hewldanên dagirkirina Kobanê û tasfiyekirina Rojava, di esasa stratejiyeke metirsîdar û planên qirêje de pêk tên. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Salvegera şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de ye û di van rojên ku em nêzî salvegerê dibin de tê dîtin ku êrîşên tasfiyekirinê dê zêde bibin.’‘
Daxwiyaniya KCK’ê wiha ye:
‘‘Gelê Rojava, YPG û YPJ heta îro li dijî her cureyên êrîşê DAIŞ û hêzên pişt wê têkoşîya ne û li berxwe dane. Ji vir şûnde jî dê bi heman qehremaniyê bersivê bidin her cureyê êrîşan.
Di vê dema ku êrîşên DAIŞ’ê zêde bûne, di demeke ku parastina qezencên Kurd gelek girîng in de, her Kurd û welatparêzên ku îdia dikin li dijî DAIŞ’ê ne, rêxistin, kes, alî nikarin bê deng, bê helwest bimînin. Şert û mercên Kurdbûn û welatparêzbûnê, yanî yekane rêya ku li pêşberî DAIŞ’ê bê sekinandin ev e ku divê her kes helwesta xwe bi awayekî aşkera deyne holê û ligel parastina hebûna gelê me û parastina azadiyê cih bigire. Gelê me jî li hemberî kesên ku nebin xwedî helwest dê biguman tevbigere û ew bibin xwedî helwest. Gel vê yekê baş dizane ku kesên li şûna piştgiriyê bidin berxwedana bi rûmet a Kobanê, bibin amûrên polîtîkayên tunekirina qezencên Kurd, ne Kurdên welatparêz ên rast in. Ji ber vê jî hemû rêxistin û komên ku dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne divê li cem berxwedana gelê me yê Kobanê cih bigirin û piştgiriyê bidinê.
Lîstika li Rojhilata Navîn heye gelekî mezin e. Divê Kurd nebin amûr û hevkarê tu lîstikên qirêj. Em wek tevgera qezencên Kurdan li ku derê di xetereyê de be, Kurd ji kîjan alî di bin tehdîdê de bin, em ji bo parastina hebûn û qezenca gelê Kurd amade ne. Helwesta welatparêz, şoreşger, berxwedêr û ya rast ev e. Ji ber vê yekê jî hêzên Kurd û Kurdistanî, li dijî geşedanên çêdibin divê bibin xwedan helwesta rast.
Gelê Rojava û Kobanê ne bi tenê ye. Em berxwedana bi rûmet a gelê Kobanê silav dikin. Em diyar dikin ku bi hemû hêza xwe li cem wan cih digirin. Di serî de ciwanên welatparêz yên Bakurê Kurdistanê û ciwanên Başûr, Rojhilat vê bangê wek peywir bide ber xwe û di asta herî jor de tevlibûna xwe pêk bînin.
Basnwes