Du ciwanên Kurd ên xelkê Helebceyê dema dixwestin di navçeya Gwêre ya navebra Hewlêr û Mûsilê re biçin nav hêzên DAİŞ’ê ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hatin girtin.
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê agahî dan BasNewsê û got: ‘’Doh du ciwanên Kurd ên Helebceyî ku dixwestin bi rêya Gwêre ligel çekdarên DAİŞ’ê bikevin têkiliyê û biçin nav wan, li xala sînor a dawî ji aliyê Pêşmergeyan ve hatin girtin û nikarin bigihin armanca xwe”
Berî niha jî çendîn car ciwanên Kurd ên Îslamî ji Herêma Kurdistanê bi taybetî bajarê Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Soran çûbûn Sûriyê û tevlî çekdarên DAİŞ’ê bûbûn. Herwiha di demên dawî de jî termê çend ciwanan ku çûbûn nav rêzên DAİŞ’ê bo Herêma Kurdistanê hatibûn veguhestin) f.k)