– Ez ê ji keça “Kurdî” a şervan re bistrêm, ew taca serê min e, çi “YPJ”ê be yan “Pêşmerge” be, ew tiştekî ciyawaz e.
– Xelkê rojava , li Rojavayê xwe miqate bin, xwedî lê derkevin
– Dibe ji bo şehîdekî ez bigrîm, û bê deng jî bimînim, herweha dibe ez straneke evînî jê re bêjim.
– Divê hemû pêkhatiyên deverê piştgiriya ezmûneya Rêveberiya Xweser bikin..
– Me nameyek dinivîsand, sed fen û fût dikirin ta ku ev name digihişt destê yarê, di ber re destê me dircifî,.
– Ger ez derbas dibim sînorê Rojava, çavê min hêsir dikin.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
– Xoşnav Têllo dûrî huneriyê..Siyasetê..Kî ye?
Mirovek im ji mirovahiyê û jiyanê hez dikim, têgihiştina min ji mirovahiyê re cuda ye, asoyên wê fireh in, kêşe û berxwedana mirov di jiyanê de li gel min xalên herî girin in, hewl didim ku di jiyana xwe de piraktîk bim.. Dûrî siyaset û hunerê ez bîr û baweriyên xwe, navê xwe wek mirov di warê jiyana xwe ya rojane de wergerînim. Nasnameya herî giring di jiyana min de ya hunerî ye, ez bav im, hez dikim, carnan aciz dibim, carnan jî aram im, her dem hewl didim hawîrdora xwe fam bikim, xwe bixim kirasê hawirdorê de. Kurek min bi navê Siwar “27” sal heye, ji hêla hunerê de, behremendiya mûzîkê li gel heye, li Gîtarê dixe, strana dinivîse, lê şêwazê min û wî ji hev cuda ne, ew kêfa wî ji “Hard Rok” re tê, guman dikim hindek bandora min li ser heye, min pir hewl daye ez wî fêrî hezkirina mirovan bikim.
Hunermend Xoşnav bersivê bi kenê xwe yê nazik berdewam dike û dibêje: Ta niha ku behsa min dikin dibêjin ku tu gelekî ji xwe ewle yî “Mexrûr”e, lê bi rastî ne wisa ye.
Ji bo nasînê jî ez jidaykbûna meha heyştan ji sala 1964an im.
– Kî gotinê stranên te bêtir datîne, tu ji kîjan helbestvanî re bêtir distrê?
Eger merov li her sê Elbomê min yên bi awayekî fermî ta niha belav bûne (Karwan, Mîna Xewn, Gazin) guhdar bike, merov bibîne ku tenê 4 stran ji wan ne yê min in, lê yê dî hemû yê min in.. bi rastî gelek helbest û gotin ji min re tên pêşkêşkirin, lê ez ne hemûyan erê dikim, ya ku dikeve serê min de hildibjêrim, bi awaz dikim û didim hunermendin dî, min stranên hin hunermend mîna Se`îd Yûsif, Mehmûd Elî Şakir, û hin stranin filiklorî jî strane.. Min du helbestên helbestvanê gewre Cegerxwîn bi awaz kirine û xwendine.
– Te zû dest bi karanîna amêrên mûzîkî kir, kî di malbatê de hunermed hebû ku nav di te de da?
Min nedîtiye, lê dibêjin ku bavê min tembûrvanekî baş bû, ji ber dema wî koç kir ez gelekî gênc bûm, û yê pişta min girt malbat bû, bi taybet birayê min yê mezin, amêra ” Ûdê ” ya pêşî ku ji min re hat kirîn, ez heft-heşt salî bûm, û min gelek caran behsa vê meselê kiriye jî ku ” Ûd ” ji min mezintir bû, lê bi giştî malbatê hemû hana di min de didan, tev ku di wê demê de, berî çel salî, rewş û meselên hunerî ne wek niha bû, di nav civakê de nedihat qebûlkirin, lê bawer dikim em malbatek hindekî ciyawaz bûn, pastek ji rewşenbîriyê di malbatê de hebû, xwehên min piştgiriya min baş kirin.
– Amêra mûzîkî yê herî nêzîk li ber dilê te çi ye?.
Hosta jiyana min “Tembûr ” e, destpêka min bi Ûdê bû, dûv re min Gîtar aniye, wê demê – berî ku Org were jiyana me ya hunerî – Ukurdyon jî hebû, lê di temenê 14 salî de min dest avêtiye Tembûrê, heya ez li Sûrî bûm jî min li “Bizqê” dida, lê piştî wê min hest kir ku tembûr ji giyanê min nêziktir e.
– Xoşnav Têlo li Ewrupayê di warê hunerî de fêrî çi bû?
Ez li wir fêrî şêwaza Konsêrtê bûm, bi sedan mirov li holê rûniştîbin, eger tu derziyekê bavêje dengê wê dihat te, tev ku gelekan ji min fam nedikirin lê rêzgirtinek wê hebû, cemaweran niqaş bi te re dikir, pirs dikirin, guhdanek mezin hebû. Pişt re ez derketim Ewrupa Rojava, Siwêd û Elmanya, weke xwendevan ez havînî diçûm Berlîna Rojava, min kar dikir ta karibim jiyana xwe ya aborî biqedînim, ji ber di wê demê de xwendevanekî rewş tenik bûm, li wê derê min li Bar û Xwaringehan stran digotin, lê derba herî mezin ku min li wir, li Siwêd û Elmanya dît, em diçûn Konsêrtan, û cemawerên me 99% Kurd bûn, û hemû nedihatin ji bo guhdarkirinê, tenê dihatin bo kêf û govendê. Bi rastî cudahiyek mezin bû, bi taybet ku li Polonya pênc stranê min di radyoya dewletê ya fermî de tomarkirî bûn. Demekê baş min bi vê rewşê re berdewam kir, lê dawî min hest kir ku ji giyanê min dûr e, min nas kir ku şêwaza Konsêrtên Kurdî dûrî guhdankirinê ye, nemaze ku di yek şevê de şeş – heft dengbêj amade bin, her yek bi şêweyeke wî taybet heye, bi rastî piştî demekê ez ji vê yekê westyam û min xwe dûr xist, tenê eger Konsêrtek taybetyan pirogramek heba ez diçûm, ji xwe şevê xêrxwaziyê ez her dem li wan, bi hunera xwe amade bûm, bawer bikin eger ez çûbim sed şevî, wê heyştê ji wan alîkarî be.
– Çi taybetmendiya strana te ya bi navê ” Leylo ” heye? Çîroka wê çi ye?
“kenekî kûr berdide” tev ku ev stran neketiye tu Elbomên min yên fermî, lê bêrîkirinek guhdarên min ji strana “Leylo ” re heye, lê du – sê kasêtin şevbuhêrk û rûniştinan hene min di wan de gotiye, berê awayên têkiliyê gelekî kêm bûn, û min gelekî bêriya mal dikir, û ta niha jî ez bêriya welatê xwe dikim, lewre di wê demê de min kasêtin taybet tomar dikirin û ji diya xwe re dişandin, him name bûn û him stran bûn jî, hindek ji wan kasêtan di riya kincên malbatên re yên nifşê didwa hatin belavkirin, û yek ji wan jî strana ku tu behs dikî ” Leylo ” yî. Bawer bike tev ku gotin jî yê min bûn, nema tên bîra min..!
– Tu li Hunera Erebî ya resen guhdar dikî.. kî ji wan?
Di destpêkê de ez hîn nifşê radyo me, yê hînbûna di riya guh re, di malê de me , guhdariya mûzîka Erebî ya resen dikir, xweşka mezin ji Mihemed Edilwehab hez dikir, hindekan ji Ferîd hez dikir, û ji xwe Feyrûz ya ku wek erkekî ye û bê wê nabe, xweşka min Nesrîn jê hez dikir, ta min ji xwe re nasnameya rengê xwe girt, min guhdariya van hemû hunermendan dikir, ez nêzîkî Ebdilwehab bûm, û dema ez bûm pazdeh salî (Dema evîna pêşî) min Ebdilhelîm Hafiz guhdar dikir, û piştî ez gihiştim hîjde salan, min guhdarî bi awayekî mezin li Um Kelsûm kir, ez gelekî pê ve hatim girêdan, û min piraniya stranê wê jiber kirine, bêtir yên ku hunermend(awazdane) Belîx Hemdî ew jê re awaz kirine, ji ber taybetmendiyek wan li gel min hebû, min di wê demê de gelekî ji helbesta Erebî ya kevin û resen hez dikir û min jiber dikir, mîna helbetsên (El – Mu`elleqat)
– Te behsa evîna xwe ya yekem kir,tu dikarî ji me re li ser – tiştên ku jê têne gotin – biaxivî.
Evîna min ya ku demek dirêj ez pê mijûl bûm, û ku niha tê bîra min carinan ez dikenim jî, û gotina erebî ya ” Evîn tenê ji yarê yekem re ye” tê bîra min, evînek xweş bû di wê demê de, û min baş tişt li ser nivîsandine, eger rojekê derfet hebe ez ê belav bikim.
– Rojnameya Bûyer ji bo belavkirina wê amade ye.
Spas dikim..çawa em nifşê Radyo ne herweha evîna me jî ji wî nifşî ye, ji ber di wê demê amêrên têkiliyê wek niha tune bûn, carinan ji sibehê ta êvarê em li serê kolanê radiwestyan, tenê bo çavê min li çavê wê bikeve, me nameyek dinivîsand, sed fen û fût dikirin ta ku ev name digihişt destê wê, di ber re destê me dircifî, em poşman dibûn, min gelek name bi vî awayî gihandin destê wê, lê tu dikarî bibêjî evîna me ji yek alî bû, ji ber ez û wê di yek temenî de bûn, jin zû bi zû digihên vêca di zewac û avakirina malê de difikire, û ê min ez hîn gêncekî di xewn û xeyalan de dijiyam, ew evîna min ya pêşî bû û di asta evîna temîz û paqij de ma.
Di sala 2002an ez hatim serdanekê.. ez pir pir aciz bûm ku min ew nedît, ez wê demê nexweş jî ketim, hatina min tevlihev bû.. serdana duwem gava ez gihiştim Qamişlo, yekser berê min li mala xweşka min bû, ez gihiştim, min çente û xiradê xwe dadixistin, min dît jinek li pêş min sekiniye, got min: Merheba Xoşnav, û destê xwe ber bi min de dirêj kir. Min serê xwe rakir ji min re got: Ez filankesê me..!
Bi rastî di filman de jî wilo nebûye, piştî 31 salê merov hev bibîne… lê mixabin min ew qet nas nekir, em derdora pênc deqeyan bi hev re man, gelekî hatibû guhertin, pêrgîbûnek ecêb bû..!
– Derketina ji welêt ji bo xwendinê bû, tu nabînî ku tu gelekî dereng ma ta te bidawî kir.
xewna min bu ez derhêneriya sînemayê bixwînim, lê ew derfet neket destê min .
Min peymangeha mûzîkî du sal û nîvan xwend, min xwest berdewam bikim û Macistêr bixwînim, lê hindek astengiyê min hebûn, daxwazên ku ji merov tên xwestin ji amadekiriyên me mezintir in, wek nimûne berî ez ji welat derkevim min tenê du caran amûra Piyano min di jiyana xwe de dîtibû, lê li wir ew madak sereke bû, kesên ku ji wir bûn û mûzîka dixwendin, berî niha ji şeşan ta diwazdan mûzîk xwendine, ciwaziyek miezin di navbera me û wan de hebû, lewra min nikarîbû berdewam bikim, herweha min biryar da ku ez xwendinek dî bikim, û min dest bi xwendina “Zanyariyên Siyasî” kir, û di sala 1993an de bidawî kir.
– Guman dikim deh sal derbas bûne û hunermend Xoşnav Têlo çi berhemên nû dernexistine.. ew jî sedem çi ne?
Niha Elbomek heye ji 13 stranan e, min demek dirêj li ser kar kiriye, û wê nêzîk belav jî bibe. Sedema derengketina Elbomên min, ji ber kêşeyek heye ew jî ku hunera kurdî sûkek wê tune ye, yan jî sûkek bê bazar e, wek min ji te re berî niha jî behs kir.
Ji hêleke dî ve, ez di sala 2009an de vegeriyam û min dest bi xwendinê kir, min Dektora di “Zaniyariyên Siyasî ” de çêkir, û vê yekê jî demeke gelek dirêj ji min xwar, tev wilo jî min di sala 2009an de Heyşt stran li Tirkiyayê tomar kirin û dixwest wan belav bikim, lê hindek kar ji wan re gerek bû, û hindek kar ji wan re diva, ta mesela xwendinê ber bi hev de hat, ev dîsan derdora sal û du meh in min dest bi wê Elbomê kir û ez hêvîdar im ez tiştekî pirofişnal ji wan re pêşkêş bikim.
– Elboma te ya nû ku ji 13 stranan pêk tê, piraniya stranên wê li ser çi ne û gotin û awazên kê ne.
Rojava gelekî tê de derbas dibe, behsa koçberiya ji Rojava dikim, mîna hawarekê ye, ez dibêjim:
Strana “Dîrok” min li ser Nêt belv kiriye, behsa rewşa Rojava dike ku ketiye nav dorpêçkirinekê de. ez dibêjim:
Rojên teng û derbiderî
rojên raperîn û koçberî
eger felek bi serê we digeriya
berê we tim li şarê min bû
mala me tim mala we bû
ji nan û xwê ji wan roja
sed mixabin li bîra we
hîç nema.. hîç nema
îro şarê min ketiye tayê
we pişta xwe teva dayê
çi bû, çi qewimî, we dîrok jibîr kir
şarêm bi xwe pir hejar bû
tê bîra we çend bal giran bû
lê dîsa bi erkê xwe tim rabû
we neşkand û konek bo we nevedabû
himbêzê xwe bo we vekir
bi hawara we tim bi lez kir
can û rihê xwe li ser kir
nego na, nego na, nego na
lê îro şarêm ketiye tayê
we pişta xwe teva dayê
çi bû, çi bû, çi qewimî?
Ma we dîrokê jibîr kir
Destpêka 2004an ji Entabê diçûm Başûr, min biryar da ku ez bi Basê herim ta bihna Rojava were min, lê çûna me ket şev de, u dema em gihan rastî Serê Kaniyê tarî bû, Dirbêsiyê, Amûdê ew jî tarî bûn, ez giham nêzîk Qamişlo ew jî tarî bû, di vir de ramana strana” Rojava ” destpê kir, min got:
Weyla li min.. weyla li min
Ev rastî ye, yan ev xewn e ez dibînim
Rojava li nav tariya û şevên wî pir dirêj in
Keç û xortên wî li ser riya qefle qefle koç dikin
Weyla li min weyla li min ev ne xewn e ez dibînim
Ev rastî ye, çi rastiyek tale tale bi çavê xwe ez dibnim
Ji bona Xwedê xweşkê û keko hûn li paş xwe binerin
Rojava pir bê kes e em wilo bi tenê nehêlin
Ji bona Xwedê xweşkê û keko na na na koç nekin
Kevirê giran li cî giran e hûnê pir poşman bibin
Weyla li min weyla li min ev ne xewn e ez dibînim
Ev rastiyek tal e tal e bi çavê xwe ez dibînim.
Min Elboma xwe kiriye du beş, stranê bi Rojava û rewşa giştî eleqedar, û eşê dî stranê evînî ne. Stranek dî tê de heye bi navê “Koçberî ” ew jî dibêje:
Roêjn reş bi ser me de hatin
Em li dinyayê tev belav bûn
Kes ha ji kesekî tune
Em her yek bi deverek çûn
Bo çi xerîbî qedera me bû
Dayê gunehê me çi bû
Bo çi xerîbî qedera me bû
Bavo gunehê me çi bû
Bi ku de diçin em bi xwe nezanin
Ji ku de em ê vegerin
Bi çî êdî em bawer bikin
Ji çi em nefret bikin
Em her tim wilo bi mital in
Vê pirsê ji xwe dikin
Dayê gunehê me çi bû
Em toşî koçberiyê bûn.
– Tu dibînî ku ragihandina serbixwe heye, rast e sedemên kêmderketina te li ser Medyaya Kurdî jî ev e, anku hemû yên partiyan e?
Hewldanin serbixwebûnê hene, , em di serdema Nêt û tiknolojiya dijîn, û ta ku tu şopênerê xwe razî bike hindek mercin giran hene divê merov pêk bîne, yek ji wan meselên teknîkî ne ew jî sermyanek baş jê re divê. Em bixwazin nexwazin ta niha ragihandina me heta nuha bi rêxistinin siyasî ve girêdayî ne, ji ber milletekê bê dewlet in, partiyan bi şêweyekî cihê dewletê girtine, û rola dewletê di civak de digre, û ji ber ew xwedya sermyan e ragihandin pê ve hetiye girêdan. Sermyanên kurdî ên serbixwe negihane asta ku ragihandinê birêve bibin
– Çima hunermendê mezin Ehmed Kaya strana te ya bi navê “Karwan” hilbijart û stra?
Piştî derxistina Elboma Karwan bi 10 salan, rehmetiyê hunermend Ehmed Kaya wê çaxê biryar dabû ku stranê Kurdî bibêje, lê piştî ew çû ber dilovaniya Xwedê hevsera wî ji min re behsa van hûrbîniyan kir , ku dema li ahengekê radighîne ku wê strana kurdî bêje, û çawa kesên amade û hevalên wî kevçî û çeqelan diavêjênê, wê demê biryara wî ew bû ku strana Karwan bêje
Piştî Kaya çû ber dilovaniya Xwedê, hevsera wî xwest vê stranê bi awayekî fermî belav bike, û ev yek jî qebûlkirina min jê re pêwist e, ji min re mîna belgeyek fermî hat ta emze bikim, min got ok, ji min re hat gotin ku dixwazin nasnameya Ehmed Kaya ya Kurdî belav bikin, û tu stranên wî ji bilî vê stranê negotiye, eger tu bixwazî astengiyan derxe û nehêle nasnameya Ehmed Kaya ya Kurdî derkeve tu serbest î. Bi rastî ez li ber xwe ketim, pişt re ez çûm Stenbolê û min hemû çîrok nas kirin, û çawa hevalên min yên herî nêzîk kelem ji bo hevdîtina min û Kaya derxistibûn.
Piştî wê min nas kir ew emzekirin ne tenê ji bo Elbomê bû, ji xwe ez dixwazim vê jî bînim ziman ku ez ji stranê ne razîbûm, ji ber gelek şaşî yên ziman tê de hene
– Çima ta niha hunermendê kurd nan ji hunera xwe naxwe
Na, qet naxwe, sedem jî ew e, sûka hunera kurdî tune ye, lewre hunerê me yên kurd ku bi nav û deng in, nan ji hunera xwe nagrin, tenê hunermendê gelêrî ê ku diçe aheng û dawetan nan ji hunera xwe dixwe, ez bi rengekî ne-erênî li ser naxivim ji ber ew jî rengek ji çalakiyên civakê ye, hunermendê ji hunera xwe dijî yê Konsêrta ye û Konsêrt li cem me kurdan tune ye. Hunermendên dî yên navê mezin, ne ji hunera xwe dijîn, yan divê li ser sifriya tevgerek siyasî bijî, yan divê karekî dî di ber hunerê de bike ku tu têkiliyê wî bi hunerê tune ye, ev e rewşa me.. em milletekî bêwelat in
– Têkiliyên te li Ewrupayê bi warê hunera kurdî re anku bi hunermendên kurd re çawa ye?
Piraniya navên naskirî dost û hevalên min ji nêzîk ve ne, û têkiliyên min bi wan re xweş û berdewam in, danûstendin heye.
– Xoşnav Têlo li ser şoreşê straye yan na?
Şoreş ji bo min Rojava ye, wê çi guhertin ji bo milletê min li Sûryayê bibe, wê çi qezenc hebin, hemû stranên min ji te re behsa wan kir girêdayî şoreşê û civaka min in, koçberya ku li Rojava çêdibe, guhertina dimuxrafî, zilma ku xelkê min li derveyî welatê xwe dixwin, ev hemû êşê min in, û hemû ji ne dûrî şoreşê ne. U tevî ku min li ser şoreşê nestraye, lê eger ez bistrêm jî wê şêweyê min ciyawaz be, dûrî şêweyên navtêdan û yekseriyê, ez jê hez nakim, ji semboltiyê hez dikim. Şehîdek dikeve, hunermedek yekser stranekê li ser dibêje, ê min dixwaz êşa hindirê min bimeye, û bi şêweyeke dî bifetiqe,dibe ji bo şehîdekî ez bigrîm, û bê deng jî bimînim, herweha dibe ez straneke evînî jê re bêjim, lê ew şêweya îroj belavbûyî ye dûrî min e.
Hunermendek heye bûyerekê di stranê xwe de bikar tîne ji bo nav û dengê xwe, yan ji bo “Laykat”ê wî zêde bibin.
– Eger tu rojekê stranekê li ser şervanên kurd bistrê wê kî bin..YPG yan Pêşmerge, yan her du bi hev re, û yan jî tiştekî wilo di serê te de tune ye?
Heye sê- çar meh straneke di serê min de digere, û ez dixwazim li ser keça “Kurdî” a şervan bistrêm, ew taca serê min e, çi “YPJ”ê be yan “Pêşmerge” be, ew tiştekî ciyawaz e, û ez dikarim straneke evînî di warê fedekariyê de jî li ser bêjim. Ev demeke ez hevoka dinivîsim û pê diramim çawa ez karibim van hestan bi awayekî dirust û rasteqîne, dûrî gelêriya hunerî û siloganan binivîsim.. hindek stranên min hene demê dixwin, stranek di vê Elboma min de heye berî neh salan min destpê kir, û berî çend mehan min bidawî kir, strana di vê babetê de divê baş were meyandin.
– Çima Arta hate damezirandin, ramana kê bû..
Ramana damezirandina Arta ji wê rewşa di strana “Dîrok” de destpê kir(îro şarê min ketiye tayê..we pişta xwe teva dayê) em girupek kesên zarwê Rojava, ku demek dirêj em li derveyî welat in, em diramyan ka em ê çawa karibin alîkariyê ji bo vê dorpêça ku li Rojava dibe bikin, ragihandinek serbixwe di hundirê Rojava de ku nûçeyan bi zelalî û bê layenî ragihîne tunebû, me dît ku pêwist e em dezgehekê ava bikin, mebesta wê ku ev xelkê ji derve bikaribin alîkariya hindir bikin, û pirojeyê herî pêşî Arta FM bû, xala didwa ji pirojeya me civaka sivîl bû, civaka sivîl piştî şoreşê çalak û aktîv bû, lê ezmûneya wê tune bû, me dît wek erkê me ye em çawa karibin alîkariya wê bikin, bi taybet di warê jinê de, û navê wê pêşî ne Arta bû, navê wê ” Navenda Sûrî Bo Pêwendî û Hevkarî Li Deverên Kurdî” bû, (المركز السوري للتواصل والتضامن في المناطق الكرديّة) lê gotina “Sûrî” ji me re astengî çê dikirin, dûv re bû Arta.. lê berî çend mehan , piştî me nas kir ku rewşa Arta aram e û ne hewceyî me ye, weke çêlîka ku baskê wê çê bûn û bi firê ket, me ew ji xwe veqetand ta karibe karê xwe bi tena xwe bi rê ve bibe, û bawer im wê karibe, ji ber karmendên wê westyane û cihê şanaziya me û Rojava tevî ye ku saziyeke ragihendinê wek Arta li vê deverê hebe.. niha me navê rêxistinê bûye “Ava”, ew jî ji Rojava û avdanê hatiye.
– Wateya van peyvan li gel Xoşnav Têlo çi ye?
Rojava: Ger ez derbas dibim sînorê wê, çavê min hêsir dikin.
Helbest: romanek di rûpelekê de ye.
– Xoşnav Têloji karê Rêveberiya Xweriya Dimuqrat razî ye?
Li gor temenê Rêveberiyê û nebûna tu ezmûneyan, guman dikim gavin baş davêje, ev cudahî bi taybet ji kesên ku ji derve tên xuya dike, di nerîna min de ji erkê her welatî ye, ne li ser kevîka kolanê raweste, lêbelê tev Tevgera Kurdî bibe, jê hêsantir tune ye, ku tu li ser kevîkê bî û rexneyan bike, helbet ê kar neke şaş nabe, helbet wê kêmasî hebin, lê bi giştî gavin erênî hene, divê hemû pêkhatiyên deverê piştgiriya ezmûneya Rêveberiya Xweser bikin.. em di şerê hebûn û tunebûnê de ne, em li Rojava her roj şehîdan datînin, xwezî di vê qonaxa hestyar de hemû partiyên siyasî bi hev re biketana bi siya hikûmeta “Parastina Niştimanî” û nakokiyên xwe yên bê tam deynin rexekî dî.
Gotina dawî?
Xelkê Rojava , li Rojavayê xwe miqate bin, xwedî lê derkevin.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara (33)an de hatiye weşandin