Cemîl Dahir
Carê dema mirov dirame û bibîr tîne bê çendî serpêhatiyên me, êşên me, ewqas birînên ku di giyanên me de cihê xwe kûr kûr kolane, çi dikare van birînan der bike û rihet bike .Lê di bîranîna şewata sînema Amûdê de ya îsal û ya ket13 ê çirya paşîn û li gulistana pakrewanan ya li şûna sînema gunehkar dikeve, û di dema me ev bûyera reş bi bîr tanî, û wiha bi gotinên bi êş û hestin xemgîn ku her birîna sînemê bêtir bi jan û kul dikir .
Mizgîniyek hate ragihandin ew mizgînî bû sedema ku her kes ji xweber û bi dilekî germ û bi rûwekî geş û bê hay li çepikan da , li gorî tiştê min li xwe dît û guhertina li ser derûna min peyda bû, min dizanîbû ku her kes bi wê rehetiyê hestiya û ew agirê sînemê yê bi tîn hinekî li ser dilê me sivik bû.
ew mizgîniya buha û bi nirx jî rizgarkirina Şingla birîndar bi giştî ji hov û çeteyên Da’şê bû ,ev serkeftina mezin dikarîbû aramiyê û şahiyê bighîne giyanê hemû beşdaran û bersiva paşguhkirina gelê, Kurd û hemû tiştên têkildarî vî gelî ji mirov ,herêm ,bajar , gund, ax , av, çem ,deşt û her tiştê bîna kurdayetiyê jê tê ji hêla ev rêcîmên zorker û necadperest ve,ev serkeftin berî her kesî diyariyeke buha bû bo giyanê pakrewanê sînemê û di eynî rojê de .
vê mizgîniyê bê guman guhertinek da vê rojê bi kêmanî di nerîna gelê kurd de helbet ji îsal û pêde wê bîranîna şewatê gelekî ji reşbûna xwe deyne wê birîna wê hinekî bê hev wê şadî û kêfa vê serkeftinê ewrê dûmana şewatê ji asîmanê Amûdê biqewrîne û wê qîrîn û giriyê wan zarokan bibe kenîn û li kolan ,tax û hawîr wê gulistanê belav bibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (33)an de hatiye weşandin