Di bin navê “pişgiriya Hevjiyaneke aştiyane li herêma cizîrê- Desteya civaka sivîl li bajarê Hesekê bi hevkariya Hevgirtina werzişvanên kurd li sûrya çalakiyeke werzişî li dar xist di rêya pêşbirkeke bazdanê de (maraton) ji herdu coreyan re xort û keç li ser dirêjahiya 2KM ji gasîna Salehiyê ta gasîna gundê Miftî.
Katjmêr 6 ê êvarê roja şemiyê 28-6- 2014 pêşbirkê dest pê kir, di dawiya pêşbirkê de gotina desteyê û ya hevgirtinê hate xwendin, tê de pêşwaziya xelkên amade kirin û li ser mebesta çalakiya xwe axivîn, û piştre xelat li yarîzanên serkeftî hatine belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku bajarî bi van durişm û saloganan beşdarî çalakiyê bûn:
1-hevjiyana aştiyane çepereke welatan himbêz dike û dihêle herkes bi erkê xwe rabe di pêvajoya avakirinê de.
2- hevjiyana aştiyane narvîn û qedera meyî rev jê tuneye bo em tev bi hemî netew û pêkhateyên xwe pevre bijîn.
3-ceng û şer mirovan tunedikin û kûç û kevirekî li ser hev nahêlin.
4-hevjiyana aştiyane milet û şaristaniyê avadike li ser bingeheke hevgirtî.