Roja şemiyê 28-6-2014`an, danê piştî nîvro li bajarê Amedê, parlementerê DEP’ê yê berê Xatîp Dîcle yê ku di çarçoveya (doza sereke ya KCK’ê) ya Amedê de, digel hejmarek ji siyasetmedarên din yên Kurd hatibû zîndan kirin, digel û siyasetvan Husamedîn Çîçek hatin azadkirin.
Her weha wek tê zanîn ku di roja 3-1-2014`an de, azadkirina du parlementerên kurd yên li ser lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê, (Gülser Yıldırım û İbrahim Ayhan) hatibû bicîkirin, û di roja 4-1-2014`an de jî, sê endamên Parlementerên din yên BDP`yî ( Selma Irmak, Feysel Sariyildiz û Kemal Akta) bi fermî hatin azad kirin ku hejmara parlementerên girtî ku 6 bûn, 5 ji wan azad bûn, lê tenê rêzdar Xetîb Dîcle wek endam parleman di zîndanê de maye.
Hêjayî gotinê ye ku ew 6 parlementerên BDP yê bi (doza KCK`ê) hatibûn tawanbarkirin ku bêtir ji 2 salan û nîvan e, ew zîndan kirin e, lê di vê dema dawiyê de, piştî derketina kêşe û aloziyên navxweyî yên Akp û Camata Fathulah Gulenê, hikûmet neçar ma ku êdî siyaseta xwe li hemberî Kurdan nerim bike.
Jêder: PUKmedia