Şevên zivistanê dirêj in, nexasim berî bîst û pênc – şeş salan ku alavên ragihandinê kêm bûn. Kolanên Amûdê ne zifitkirî bûn; hewq û çamûr bûn, eger libek baran ji ezmanê Xwedê bibariya kolanên bajêr dibûn gol… Di wê demê de xelkê zû xew dikir.
Dê û bavê min jî yek ji van kesên ku eger şevbuhêrkvan tunabana, serê xwe ji ser sicada nimêjê radikirin û li ser palgehê li ber şûrê xewê radixistn.
Bi vemirandina çirayê nedibû tu kes ji kuflet – Ta ku xewa me nehata jî – destê xwe li ber siltanê xewê hilda;…! Bavê min her dem; bi helkeftin û bê helkeftin digot:
– “Wek mîhan bin, ne wek kûçikan bin. Kûçik ta destê sibeha li kuç û kolanan li ser serguwan digerin, û di dema xêr, ibadetê û bereketê de; dema nimêja sibehê serê xwe datîne ser teriya xwe û xew dikin. Lê mîh piştî nimêja Eşa radikevin û dema xêrê serê xwe hildidin û radibin. Bera hûn jî mîh bin ne kûçik bin.”
Min mebesta bavê xwe fam nedikir,lê tevî wisa jî min dixwest ez mîh bim û ne kûçik bim.
Tê bîra min bedlê min ê livîna li qurzîka hêwanê bû. Kuflet tev de li hêwanê xew dikir, her du xwehên ku ez ji wan mezintir û birayê ku ji min mezintir.
Bi vemirandina çirayê, êşên min pêdiketin, êşa tirsa ji tarîtiyê û tirsa ji qaçaxçiyên ku riya wan di pişt mala me re bû, di heman qorzîka hêwanê ya ez tê de wekî kulorekê heta sibehê -ji tirsa re- ji hev venedibûm. Ji Qerpeqerpa lingên hespên wan min digot belkî di hêwanê de, di ber serê min re derbas dibin.
Tirsa din, ji kuleka derî ya camşkestî bû, nemaze di rojên ba û baranê de, gelek caran ew palgeha ku diya min bi şev dixist wê kuleka camşkestî de diket, bi terpîniya wê ez li qûn rûdiniştim, min bang li diya xwe dekir û min av jê dixwest. Û wilo diya min hay dibû û radibû dîsan ew palgeh dixist cih de û di ber xwe de digot:
– “Van bêxwediyên pisîkan girê xwe ji vê palgehê girtiye.”
Wê çaxê min jî xwe bi hêdî dişemitand hembêza wê û min destê wê li xwe digerand. Şevên wilo min tirsa xwe binax dikir, lê dilê min bi her du xwehên min dişewitî; ew şev jî kêm bûn….!
Ramanan min dibir û dianî. Gelo qaçaxçî digihên heta kîjan sînorî? Gelo hespên wan dikare di şevekê de bigihe Şamê -cihê ku birayê min lê leşker e – û vegere? Nizanim pencereya wî jî wekî ya me şkestî ye, wî ne sar e? Striyên enîşk û çongên wî rehet bûne?
Pîrekên tarê herdem digotin:
– “Zibatên wan gawir in, rehm di dilên wan de tune ye”
Ji ber vê yekê min jî her şev jê re dua dikirin, ez jî ditirsiyam ku rojekê ilmê wî ji me re bê; ew gawir wî bikujin, ji ber em misilman in…!
Şev li min dibû heft şev…..!
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (29) de hatiye weşandin