“ Cudakirina civakê dubeş û sêbeş ti berhemên baş bidest naxe, divê civak ne bi awayê hevrikiya siyasî danûstandinê bi jiyana rojane re bike “
Hekîm Ehmed
Helbet, rewşa siyasî bandoriya xwe li hemî hûrguliyên civakê dike, ev di dîroka Kurdan de jî diyardeyeke zelal bû, ku dema desthilateke zordar dihat, Kurd di bin birçîbûn û nezaniyê de diman, lê dema ku hêz dikete destê kurdan de, hemû civak geş û çalak dibû, çi di warê aborî û avahiyê de, çi di warê çand û wêjeyê de be.
Mixabin, di rewşa îroyîn de tevliheviyek heye, ku hêz û serdestî nêzîkî destê Kurdan dibe, lê civaka wan di asta herî lawaz û jihevketî de ye. Bêguman, armancên dûr ên hêzên Kurdan dîsa ji bo xizmeta civakê û pêşveçûna jiyanê ne, lê di demên nêzîk de, çima civak baceyên mezin dide û di gelek waran de dibe qurbana siyasetê?
Li gor ku diyar dibe, mijarine ji civakê giringtir li pêş çavên siyasetmedaran hene, gelek caran ew mijar encamên rewşa cengê ne.
Derdê yekem ku îro hêzên siyasî yên kurdî mijûl dike eniyên şer in û bi taybetî bi “Da’iş” re, ev hêza radîkal a hovane ku ji bo Kurdan jî diyardeyeke nû ye, ji ber ku berê dijmin dewletine cîran bûn ku biryar û kiryarên şoven derbarê Kurdan didane pêş û carina hin berjewendî bikar tanîn ji bo têkildariyê bi vê hêza Kurdî yan a din re.
Xala duyem di lîsteya guhdana siyaseta Kurdî de, têkildariyên bi hêzên cîhanê yên mezin re ye û zelalkirina wêneya Kurdan li welatên ku çarenûsa vê xakê xistine destê xwe. Bêguman, pêwistiya vî karî jî heye, nexasim ku gelek şoreşên Kurdan di van qonaxan de têk diçûn bi sedema berjewendiyên hêzên mezin bi xêrnexwazên Kurdan re. Herdu xalên bûrî pêdivîne babetî ne ku pêvajoya bûyeran, wan li sersiyasetmedaran ferz dike, ji bo vê gelek bîrewerî di civakê de gerek e, stûbariya hevbeş ya siyasetmedar û rewşenbîran e ku civaka xwe hişyar bikin bi zehmetiyên ku di vê cengê de wê derbas bikin û pêdiviyên buhurandina vê qonaxê ji bo civak, mirov û malbatê zelal bibin, herweha wêneya Kurdan divê bimîne mafxwaz û mirovhez.
Xala sêyem ku aliyên Kurdî bi hişkî digirin, berjewendiyên partîtî ne. Metirsiyên vê jî gelek in weke rahiştina hin ecendeyên dûrî Kurdewariyê bi sedema hevrikiyê, berhemdana diktatoriyên zordar ku gelên cîran ew ezmûn bi êşine mezin bûrndine, ji xwe dêwê birakujiyê her demekê gefan dixwe ku birînên kevin û nû veke.
Bêguman, ji bo vê xalê bêhtirî hişyarkirinê dive, pêwist e ku hemû alî di warê siyasî de awayên têkildariyê peyda bikin bo berjewendiyên civaka xwe. Cudakirina civakê dubeş û sêbeş ti berhemên baş bidest naxe, divê civak ne bi awayê hevrikiya siyasî danûstandinê bi jiyana rojane re bike, kesê ku di ber xizmeta xelkê de biweste, nabe minetan li cîranên xwe bike û kesê hîna xwe di civaka xwe de biyan û xeyidî dibîne, divê hevkar be ku barê xelkên wî sivik bibe, pêdiviyên wan ên jiyanê peyda bibin û nema êdî navtêdana alîgirî û dijheviyê bike, şermeke mezin e ku em bihêlin du cîran an du bira li hev binerin weke desthilatdarekî zordar û sitembarekî noker. Gerek e, aliyên hevrik diyariya xizmeta civaka xwe de jî xebatê bikin û civakê yek bibînin, da ku sazî û dezgeh jî bibin yê tevaya civakê û ji bo tevaya civakê, ev berpisyariyeke dîrokî ye, tevî ku tiralî û nezanî jî kelemine mezin in di vê qonaxê de.
Helbet aliyên van nakokiyan ên babetî jî bi hêz û bandor in, ronî bi destê rêvebirên vê zemînê hate vemirandin û em nizanin çi li pêşiya me ye, sitemkarên me yên kevin bûne alav û alî di vê lîstikê de, her herêmek di rewşeke taybet de derbas dibe, hemû bûyer û biryarên li derdorê û li cîhanê bandoriyeke rasterast li me dikin.
Lê eger defterên hesab û rêjeyan di vê qonaxê de werin girtin, nirxandina ku li gor durişman me durist û şaş dabeş dike raweste, cudahiya di navbera rexnê û êrişê di ferhenga me de were zelalkirin, wê rûpeleke nû ji xebatê destpê bibe ku bingeha wê dilsozî be, ne dilsoziya razber ku her yek ji me li gor xwe rave bike, lê dilsoziya berpirsyar ku kar, reftar, xizmet, rol û giringiya her kesekî diyar bike.
Nabe di vê guhertinê de xeyd hebe, xeydok koçberên rasteqîn in ku yan li gor hest û ramanên xwe, li derveyî dem û cihê xwe dimînin, yan jî dem, cih û civaka xwe, li gor xwe dibînin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (29) de hatiye weşandin