Hayilê Gulê Gula Minê, Şêrîna Ber Dilê Minê
“ Di vî serdemî de
Her Kurdek divê welatê xwe binase
Her Kurdek divê dîroka xwe bizane
Her Kurdek divê zimanê xwe bizane
Her Kurdek divê berevanê welatê xwe be.
Hingê em ê rizgar û azad bibin”
Hoşiyarê Emerê Le’lê.
Dema mirov bixwaze li ser yekî xuyayî binvîse divê mirov mafê wî bidiyê, nemaze ku ew kes di nav civaka xwe de naskirî be, pencemora wî di tore û xebat û karê siyasî de hebe, bi nav û deng be, di nav civaka xwe de heskirî be, ji ber ku ew î kariye navê xwe di dîroka gelê xwe de binvîse.
Ji min hate xwestin ku ez tiştekî li ser binvîsim belkî hinekî bi min giran bû, ji ber ku ez nikarim mafê wî bidimê weku kesekî pispor û ekadîmî, lê hêvîdar im ku bikaribim beşekî ji mafê wî bidimê, ji ber ku pêwist e çandeser li ser bêne çêkirin bi rengek berfireh hemî aliyê jiyana wî bê ronîkirin, weku hozanvan, siyasetmedar, kesayetî, ji ber ku weke serbazek nediyar bû, kar û xebat dikir bê westiyan dûrî ragehandinê û piropogindayê her dem bihêvî bû, geşbû, bi doza gelê xwe re, di jiyana xwe de bê hêvî nebûye baweriya wî bi vîna gelê wî dihat didît ku hêza gel ji her hêzê zexmtir û xurtir e.
Jiyana wî weke jiyana miletê Kurd e, koçberî ,penaberî, îşkence, girtin, zindan, hejarî, kar û xebat serbilindî, berdewamî di kar û xebatê de, di nivîsandinê de, hişkî di berevaniya xwe de ji bo mafê miletê xwe, di armancên sereke de .
li kû derê rûniştiba berevaniya doza gelê xwe dikir û mafê gelê xwe diyar dikir berevanê doza xwe bû li ser rêbaza Barzanî bi serbilindî doza gelê xwe diajot bê tirs û lerzîn, herdem xwe didît rêncberê doza gelê xwe ji lewre xwe kir Rêncber .
Hozanvan û nvîskarê Kurd Emerê Le’lê ( Rêncber ) jı dayıkboyê gundê Qesirdelayê di sala 1935an de ya dikeve rojhılatî Cizîra Botan de, ser keva ava mezin
hatiye jiyanê, bi navê Emerê Le’lê hatiye naskirin, jı ber di biçokatiya wî de bavê wî çûye ber dilovanya Xwedê û diya wî “Le’lê” dibe xwediya malê ji ber vê egerê bi navê diya xwe hat binav kirin.
Emer kurê Hesen e kurê Ismaîl e kurê Mihemed e kurê Mehmûdê Adya ye, di binemala xwe de ji êla Dêrşew e, ew jî êleke bi nav û deng û naskirî ye, dı herêma Botan de li Kurdıstana Bakur piştî şikestina şoreşa Şêx Se’îdê Pîran û jı ber îşkence û cırnexweşiya dewleta Tirka gelek malbatên Kurdperwer ji Kurdistana bakur derbasî Kurdistana rojava bûn, û wî heyamî Firinsa desthilatdarî li Sûriyê û Kurdistana rojava dikir, malbata wî jî yek ji wan malbatên bê çare man û derbasî Kurdıstana rojava bûn û li gundê Eyndîwerê datînin ya dikeve ser keva ava mezin (Çemê Dicle) beramberî Cizîra Botan piştî çend salekî li wir dimînin, bar dikın û diçin gundê Mezra Jêrî ew jî gundek xweş û dilgîr e dikeve rojhılatê Eyndîwerê bı dirêjahiya (3)KM. dıkeve ser keva ava mezin, bamberî gundê Mehmidiyê piştî çend salekî li Mezrê dimînin bar dikin û diçin gundê Til Xenzîra Jorî li wir diçe dibistana gund bi zimanê erebî dixwîne, ta xula diduyan, li dibistana gund dixwîne piştî wê nema kariye xwendina xwe berdewam bike ji ber egera hejariya malbata wî û li wir dimîne arîkariya malbata xwe dike, hin bi hin ta mezin dibe û hevjîna xwe li gundê Til Xenzîr di sala 1957 an de tîne.
Ev ne akincîbon û barkirin ji deverekî bo devera dî encama kawdanên nexweş û hejarî û ne aramiya belê ji ber ku jiyan bi rengek hejarî dihate derbaskirin ji lewra ji gundek bo gundekî dî diçûn ji bo jiyana xwe xweş bikin .
Di sala 1958 carek din jî bar dikin û diçin gundê Zixatê ew jî gundekî xweş e, têr dar û devî bû, bi av û kanî bû Zixat dikeve rojhlatî Dêrika Hemko bidirêjahiya (12) KM. Li wir hestê netewî pê re dipije û tevlî refên Partî Dîmuqratî Kurd dibe, ew jî di sala /1958/ an de bû, li gundê Zixatê bi jan û êş û bindestiya miletê xwe dihese weku mirovekî helî di bîr û baweryên xwe de, kar û xebata xweyî siyasî dişopîne, û her weha dest bi nivîsandina helbestê jî dike. Ji wê bingeha pêkhatî dest bi kar û xebata xwe ya niştîman perwerî dike, û di nav rêzên hevalê xweyî azadîxwaz de wek hevalekî bi biryar û têgihiştî û xûyabûyî, hin bi hin hate naskirin weku endamekî zana û jêhatî di tevger û têkilyên xwe de, ji bîr û baweryên xwe û rêça xweyî dîmuqratî derneket û nehat hejandin, nepekî û ne rast û çep çû, û li ser rêbaza Barzaniyê nemire ma û domandiye heta roja dawî.
Emerê Le’lê hatiye xuyakirin di derdora xwe de encama kar û xebata wî ya netewî û niştîman perwerî û civakî û torevanî ji ber vê jî gelek cara hatiye girtin û îşkencekirin di destpêka şoreşa Eylûnê de, bi mihan girtiyê zêndanê ma ye, û hatiye îşkencedan ji ber bîr û baweryên xwe û xebata xwe, lê bê hêvî nebûye maye girêdayî rêbaz û doza xwe ya rewa.
bi dehan pêşmergên şoreşa Eylûn û Gulanê di mala xwe de xwedî kirine, derbas kirine û rê kirine şoreşê û ji Kurdên Sûrî birayê wî Mihemed Hesen yek ji wan kesên pêşî bû ku tevlî şoreşa Eylûnê bû, lê tevî zilm û zordariyê jî nepekî ma xudanê bîr û baweriyên xwe. Xebata xwe berdewam kir bi bîr û baweriyên bi hêztir û xurtir ev tevger û bîr û baweryên netewî û kar û xebata siyasî bûn egerê destpêka nivîsandina helbesta Kurdî ya ku li ber dilê wî gelek heskirî bû.
Di sala 1958an ew î Yekemîn helbesta xwe nivîsiye ew jî li ser vegerana serok Barzanî ji Yekîtiya Soviyêtê bo Kurdistanê ku di wê helbesta xwe de dibêje:
Ax Kurdistan ax Kurdistan Tu cîhana me Kurdanî
Xwazgîniyê te pir zor in Ew xortên şeng û ciwanî
Ger tu nekî ji min bawer Vaye te dixwazê Barzanî
Qelenê te çiqas pir bê Me da te xwîna xortanî
ji wê demê ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye bi sedan helbest û rist vehûnane li ser xeml û xêza Kurdistanê li ser evîn û jiyanê, li ser civakê, li ser şoreş û halanên Kurdî, li ser keç û jina Kurd, li ser hemî rengên jiyanê.
gelek helbestê wî hatine gotin bi deng û awazên hunermendên mezin wek: Hunermend (M.Şêxo -Mehmûd.E.Şakir -S.Gabarî- K.Şêxo- Beha Şêxo -Şivan Perwer- Bilind Ibrahîm) û gelek komên filiklorî jî helbestên wî gotine û deng vedane li seranserî Kurdistanê wek:
– Eylê gulê gula minê şêrîna ber dilê minê.
– Xem û xeyalên te ez revandim.
-Yarek min heye bi navê jîne.
– Kedera min çendî ciwane rengê gulê.
– Perwîn keça nû gihiştî, Wa delala xudê hiştî.
– Peymana min şirîn yare Gul bişkivî nû bihare.
Û gelekên din eve hozanvan û hunermend çûne ber dilovaniya xudê lê helbest û awaz û deng mane û wê bimînin zindî di dîroka Kurdistanê de wê bibin dîdevanê afrandina wan.
Di sala 1970an de endamê kongirê niştîmanî bû ya ku di bin çavdêriya serok Barzanî de hate pêkanîn ji bo li hevhatina Kurdên Sûrî.
Di kar û xebata xwe de berdewam kiriye bê rawestan hem di karê torevanî de û hem di karê siyasî de, yek ji wan kesên ku vîstevala helbesta Kurdî li Sûriyê damezrandiye û destpêk ji herêma Efrînê bû, û bi dehan helbestvan birine wê vîstevalê piştî çend salekî Emer vîsteval anî gundê Tildarê bi alîkariya Lorî Tildarî û Hişyarê Emer û di bêhtirîn vîstevalan de peşdar kiriye, di sala 1997 encama bûyerekî dil tezên navbera du mirovê wî de ,ji ber vê egerê ji gundê Zixatê bard ike û diçe gundê Mezrê piştî çend heyvekî diçê gundê Mêrga Mîra piştî du salan ji wir bar dike û diçê Şamê û li wir akincî dibe piştî şeş heft salên ji jiyanek zor dijwar bi hejarî û perîşanî berê xwe didê Kurdistana azad li Zaxoka Behdîna akincî dibe, ji bal xelkên devera Zaxo tê heskirin.
Di dudîdarên giring bi serok Mesud Barzanî re Civiya ye.
du cara Xelefê Zêbarî ji êzgeha Kurdî ya emerîka pê re hevpeyvîn li ser telefonê kiriye .
û çendê caran êzgeha Kurdî ya dihokê jî pê re hevpeyvîn kirine û carekî tilvizyonaKTVya Kurdî jî pê re hevpeyvîn kiriye.
carekî tilvizyona GK jî hevpeyvînek pê re kiriye
pişikdarî bi dehan kongir û vîstevalên torevanî de kiriye
xelata vîstevala helbesta Kurdî wergirtiye dis ala /2006/an de.
xelata Sedayê Tîrêj wergirtiye sala /2006/
xelata vîstsvala hunermendê mezin Mihemed Şêxo wergirtiye ya li Hewlêrê hate lidarxistin di sala /2011/
bi du zimana zanê gotin û nivîsandin Kurdî û Erebî
pênc dîwanê wî hatine çapkirin
1-Xem û Sawêr, dîwana yekemîn bû ku di sala 1993an de çap bûye, hemû helbestên kevn in berhemên vê dîwanê hemû bûne stran û hatine gotin.
2- Çar Çira, di sala 2002 an de hatiye çapkirin.
3-Tewafa Yarê, Helbesteke ji 1520 malika tê jimartin, ev helbest geryaneke di Kurdistanê de, tê de havîngeh û xweşyên Kurdistanê û hemû tişta tîne ziman av û çem û seyrangeh kêm û kasî çiya û newal , ev helbest hatiye çapkirin li Kurdistanê ji layê yekîtiya nvîserên Kurdistanê tayê Dihokê di sala 2008 an de.
4-Welat Binase, bi taybete li ser nexşeya Kurdistanê ye, tê de nexşa Kurdistanê sînor sînor diyar dike bi rengek helbestî bi av û çem û kanî û ciya di nexşeyê diyar dike, di sala 2009an ji layê wezareta rewşenbîrî û lawan hatiye çapkirin.
5-Evîn û Welat, hin helbestin wî yên nû ne ev dîwan ji layê yekîtiya nivsîkarên Kurd hatiye çapkirin di çil rojiya wî de hate belavkirin
6- berhevkirina Serpêhatiyên Kurda di salên heftiyan de ji qirnê borî.
7- Sê dîwanê wî destnivîs hene, û nehatine çapkirin.
8- Geleg nivîsandin li ser bilindahiya hemî çiyayên Kurdistanê û cihê wa û dirêjahiya hemû çem û avên Kurdistanê
9- Pirtûkek dî jî heye li ser war û gundên hozên Kurdî û her hozekî çend gundên wan hene lê ev pirtûk bi dawî nebûye ji bo çûna wî bo Dihok û Hewlêr, Silêmaniyê, û Istanbolê, û vegeryan wî bo Zaxo û Dihokê lê paşî berev Sûriyê hat ji bo nesaxiya xwe li nexweşxaneya “Eseda Cami’yî” hate dermankirin başî vegeriya bajarokê Rimêlanê nîzîkî du heyvan ma dîsa vegeriya Zaxoyê, lê li wir dirêj nekir ji ber ku nexweşiyê lê dest da dîsa vegeriya Qamişlo û ji wir dîsa ber bi Şamê ve çû û heftiyekê li nexweşxaniyê ma, û hate Helebê û li wir jî çend roja ma û hate Rimêlan mala kurê xwe Ji kar û xebatê bêhêvî nebû ta nefesa dawî , her dem pirsyara yekîtiya rêza Kurdî dikir, di wê nexweşiya xwe de jî bi gelek serkirdên partiyan re dipeyivî bi riya telefonê, ji bo yekrêziya gelê Kurd nemaze di van kawdanên ku gelê me tê re derbas dibû herdem digot: divê em rêzê xwe bikin yek çiqas nakokî hebin, ji ber ku doza Kurdî ji nakokiyên kesayetî û partîtî mestir e, nakokiyên xwe bidne alî ji ber ku îro ye roja Kurdîtiyê, divê em Kurd vê derfetê ji destxwe nebin .
Her weha jî gotiye :
Di vî serdemî de
Her Kurdek divê welatê xwe binase
Her Kurdek divê dîroka xwe bizane
Her Kurdek divê zimanê xwe bizane
Her Kurdek divê berevanê welatê xwe be.
Hingê em ê rizgar û azad bibin
Di roja yekşemê 6.11.2011an de, yekemîn roja cejna qurbanê demjimêr 6:20 êvarî ji nav me bar kir di roja 7.11.2011an de di rêwrismekî şayiste de demjimêr 10:15 sibehê ber bi bajarê Dêrikê ve birêket ew bajarê ku evîndarê wê bû bi amadebûna rewşenbîr, partiyên siyasî şêx û kesayetiyê deverê bi hezaran kes ji devdra Qamişlo, Çil Axa, Girkê Legê, devera Koçera, Herêma Dêrikê tevlî rêwresmê sipartina wî bo axa welatê wî bûn. Hozanvanê mezin Emerê Le’lê bû yê ku zêdeyî pêncî salî kar û xebat kirî ji bo doza xweya dadmend di warê tore û siyaset û civakê de ji ber ku miletê me wefadare nerx û bihayê hozanvan û nivîskar û tekoşerê xwe dizanin ji lewra bi ahengekî şayiste de, bi gotin û helbest li ser gora wî hatin xwendin di goristana Dêrikê de hate hembêzkirin bi xakê hate sipartin. Û bi hezarn kes hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî behiya Emerê Le’lê bûn, û di behiya wî de jî Peyama Bêroya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mes’ûd Barzanî hat xwendin, û sersaxî ji gelê Kurd û malbata helbestan Emerê Le’lê re xwest.
Di roja 16.12. 2011an de kombenda nivîkarên Kurd li bajarê Dêrikê çilrojiya hozanvanê xwe lidar xistin li pêşiya mala birayê wî gelek nivîskar û helbestvan tê de beşdar bûn ji Hisiça, Qamişlo ,Serê kaniyê ,Amûdê û Dêrikê di gel miletê Dêrikê û deverê yê wefadar Şayisteyê cihê hozanvan bû, di civaka wî de
Di roja 18.12.2011 Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Dihokê ahingek li dihokê di çilrojiya wî lidar xistin bi beşdarbûna nivîskar û helbestvanê Dihok û Zaxo û hin ji devera Dêrikê jî tê de beşdar bûn, di vê ahengê de rola hozanvan di warê tore û siyasetê hate nerxandin û dîwana wî ya pênca hate çapkirin ji layê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve û belavkirin li ser amadebûyan bi vî awayî jiyana hozanvanekî mezin bi dawî bû ku li seranserê Kurdistanê hatibû naskirin.
Bingeha jînê
Yarek min heye bi navê jîne
Tor û nazenîn ji min bi kîne
Qelenê giran ne b,zêr û derav
Ji min dixazê tim jî û xwîne
Ma ez çi bêjim ku ez hêdîkim
Li çar birê xwe ezê gazîkim
Ji min jî û xwîn ji bo nîvîkim
Li ber pozê min gulek bi bîne
Va bûm evîndar ne kat û ne gav
Li ser dilê min bû jana zirav
Vegirt hemî can ta dil û hinav
Jîna bê evîn bawer ne jîne
Dermanê jînê divê ez bînim
ku tim bizanê li pey evînim
çendî jê dûrbim divê bibînim
ji bo wê bûm mem hemberî zîne
yara min yare mane tim yare
danîşgeha lê nav çar neyare
gava nebînim dimînim jare
hêvî ji xwendan ji bo me bîne
8/2/1981
Gera Welat
Rê bi rê diçûm ber û van çiya
Av û çol û co lat û geliya
Xakî şîne dar zevî û beyar
Ew avên tezî tê j,bin keviya
Bi ken û xweşî di nav re bezîm
Ketim gumana ji ber hilweşîm
Ev deşt û zinar tev gund û bajar
Bakim dost û yar ji bo ser ejîm
Deşt û zinarêm deryayê neftê
Hawîrdorê min dijmin bi lez tê
Ev miletê jar nizanê b,neyar
Şiyarbûm ji nû nema me xew tê
Dijminê xwînxwar bi zor me dixwî
Bi bang û hewar wa xortên sexî
Bi top û tifeng bi halan û ceng
Dijmin derkevî ji her çar rexî
Milet şyiar bû bi kar û xebat
Mal û can didê bi gorî welat
Rêncber û şivan di gel xwendevan
Mizgînî me da vaye roj hilat
Dijmin serşorî j,welat derkevî
Sîtem me dixwî b,sîtem derkevî
Navêm kar bi zor navim navim ceng
Aştîxwaz im em divên wek hevî
Roja azadî nêzîk e ne dûr
Çeka hilgirin li jêr hin li jor
Bi tîp û leşker tifeng û xencer
Dijmin derkevî alê hildin jor
18.1.1972
Welat Binase
Divê her Kurdek welat binasê
Cihên çep û cûr deverên asê
Çi li Tirka bî çi li Îranê
Çi li Êraqê Sûrya tê nasê
Dema dibêjin Kurd û Kurdistan
Em ji du peyvan didin xeberdan
Yek navê Kurde ya dî sitane
Dibê Kurdistan em dikin basê
Wekem dibêjin navê gulistan
Yan jî dibêjin navê daristan
Cihê gulane cihê darane
Du peyvên hevgir xwe didin nasî
Welat binase bi xîzka tanî
Li derya sipî qefa bêlanî
Eskinderonê ber û jor banî
Ber bi çiya ve ta Amenosê
J,Amanos diçê şarê Osmanî
Bajarê Mereş li çiyayê banî
Çiyayê Armodax bîmbok dizanî
Qeyabebere dighê Sêwasê
Ber bi tuqat re diçê demrozê
Sodê û Berkelê em dikin dozê
Hesar şban kar girason l, rêzin
Aloc beleban çiyayên asê
Ji Gûmoşxanê ta Enedolê
Ber bi Bakur ve l,çiyayê Dolê
Çiyayê Xanot heya Çîmilê
Ji wir tê badan wek keva dasê
Ji çiyayê Hemşin ta Ertewênê
Mercord xanûqat heya Hopanê
Li Batom diçê keva derya Reş
Sînor Gurcistan devera asê
Diçê ahiska bakur ber bijêr
Rojhilat xenaq heya Çaledêr
Erpiça veger ta Bayezîdê
Li Rojhilatê bajarê Qersê
Derbasî Mako li nav Eyranê
Li Zengemarê ta Hemedanê
Ber û Sotanê Abad Merecord
Lor û Xozistan sînorê Firsê