Hunermend Se’îd Gabarî Ji Bûyerpress Re: Xelkek heye xwe dike siyasî, lê ew simsarê qaçaxçiyan e.. Berê millet dide kuştinê.. Bulxarya, derya, û xeniqandinê .. (2 -2)
– Min serok Mes`ûd û birayê wî û partiya wî jî rexne kirine û min gotiye ” Wan mesûlê toz û ba milet kirine sînema“.
– Telefizyona Ronahî telîfonî min kir û got: Madem navê serok di strana te de tuneye em belav nakinو ةش tê de tuneye em bela nakin î telîfonî min kir înim dilopek di deryaya wêjeya Kurdî dejî zarokê me re ne, ser min heye ta , ma ev ne zulm e, ma ev ne tawankarî ye ?! .
– Xelkeke li vir heye, perwerdeya Sedam Hisên e, her dem dixwaze xelkê biêşîne, malê wî û mafê wî bixwe.
– Ez nikarim herim studyo û rêvebirê giştî ê ku bi “Wastê” hatiye danîn û bi zimanê “Golka ” jî nizane nerîna xwe li ser min bimeşîne.
– Ez bi hêvî me ku Ehmedê şêx Salih bes xwe veşêre.. bes xwe veşêre, û rim di tûran de nayê veşartin.
– Qaşo hûn dibêjî em Rûdaw in, dengê wêrekiyê û rastiyê ne, hûn qebûl dikin zor li kesekî feqîr bibe..!
– çi tiştê pîs heye di holên girtî de dibêjin hev…Tenê li ser masa xwarinê û dema kevçiyê girarê lihev dikin.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd – Hewlêr
– Helbet te gelek stran çêkirine û gelek hunermendan ji te birine, hindekan ji wan destnîşan kirine û hindekan jî destnîşan nekirine, tu dikarî ji me re hindek mînak bibêjî?
“Ev pirs di beşê yekê ji hevpeyvînê hate kirin, û ev berdewamiya bersivê ye”:
Koma Berxwedan mezintirîn stranên min û yê xeyrî min jî dzîne û negotin malî ava, yê min wek: ” Bindest Kî Te Bistîne” ew ya Imerê Le`lê bû, û min di 76an de gotiye. Çawa diziyê dikin .. wê ji koplêya pêşî bidizin û li ser kêfa xwe li ser wî esasî ava dikin, û pişt re wê bêjin bijî filankes û filankes, ew dibe wek ” tirşka mala Hecî Elî “nok û nîsik û savar hemû tev hev dibe.
– Gelek hunermend te dibînin dibistan tu xwe wisa dibînî, di nerîna te de çi mercên ku divê di hunermend de hebin ta ku bibe dibistan?
Na, qet ez xwe nabînim, ne ji aliyê payebûnê de, na, ez Hemê Îsê êzdî, Birê Şerqî, Baqî Xido, Silo Koro, û Reso dibînim dibistan, em ne dilopek ji behra wan in, min tiştin ji xwe re ji wan ezber kiriye. Dibe ku di nerîna xortan de ez dibistan bim, lê ez qet xwe nabînim dibistan yek carî, biçûktirîn dilop di deryaya Hunera Kurdî de ez im.
– Te li ser şoreşa Sûrî û bi taybet ya Rojava straye?
Min du caran gotiye, carekê min” Qamişloka minê” gotiye, carek din min yek gotiye lê min belav nekiriye, û ez ê vê yekê jî bi zelalî bêjim, min yek li ser keça Efrînê Arîn Mîrkan çêkiriye ya ku li Kobanî xwe şehîd kir, min xelas kir, telefizyona Ronahî telîfonî min kir û got: Madem navê serok di strana te de tuneye em belav nakinو ةش tê de tuneye em bela nakin î telîfonî min kir înim dilopek di deryaya wêjeya Kurdî dejî zarokê me re ne, ser min heye ta , ma ev ne zulm e, ma ev ne tawankarî ye ?! .
Helbesta wê stranê jî ev e :
Fermandara Kurd Arînê
Nêrgiza çiyakê Efrînê
Rêka te girtî pîroz e
Rêka jiyan û vejînê
Te bi wê xwîna xwe ya pîroz
Bilind kirin ala û doz
Me jî bi te re peyman û soz
Em dê bigirin rêka jînê
Tu Berîtan û Zîlan î
Tu qehreman û şervan î
Taca serê me Kurdan î
Pîroz bik rêka behînê
Bilind e nav û dengê te
Dinya pir bihîst cengê te
Soz be, ez bême Kobanê
Û maç bikim axa bin lingên te
Ez ê çibikim..!? Yan ez bêjim bijî filankes yan stran belav nabe, ma ev ne derdeke bira,..!
Herwiha min li ser fermana Êzîdiyan jî, li gor mentiq û zimanê şengaliyan min gotiye.
” Ferman e ne payîz e
Ne buhar e ne jî zivistan e
Havînek bê ol û bê dîn û bê îman e
Serê zarokan li serê çiyan
Mejiyên wan kelyane
Xwedanekî xêran tuneye
Here bi hawara wan e
Deh roj û deh şev
Zaro û zêç li serê çiyan pirçî mane
Pîreka dergûşên zikê xwe
avêtin şikefta û hêlan e
Ey xwedê qey nayê te dengê wan e
Qey tu nabhîzi qîr û hawara wan e
Gelo kî wan heye ji xeyrî
pêşmergên Kurdistan e”
Lê dema ku ragehandina me bi partiyan ve gêradayî be, wê rewşa min û te wisa be, ne rojnameya te tê xwendin ne jî tembûra min tê guhdarkirin, lê ez bi hêvî me – piştî vî temenî – ku ev keda min û te û keda dê û bav û kalê me…(Li vir kela girî hunermend Se`îd Gabarî girt, êdî nema dikarîbû berdewam bike û lêborîn xwest…).
” Ev hest e ne hesin e” piştî 46 sal xizmet di hunera kurdî de, ji min re bê gotin em strana te peya nakin yan tê navê kesayetiya bêjî . em di sala di 2015an de ne ev şerm e, li Efrîqiya jî ev sîstem nemaye, ev tişt min vedgerîne dema sîstema Stalîn sala 1940, tevî wilo ez gelekî bi hêvî û geşbîn im ku wê walatê me ji vê xwariyê, çewtiyê, û ji van tiştên ku tên kirin pêş bikeve, û wê rastiyekê ji xwe re hilbijêre… Em bi hêvî ne …!
– Çima Seîd Gabarî venagere Rojava, sedem çi ne siyasî, malbatî, yan civakî ne?
sedem siyasî ne..!
– Van peyvan bi yek peyvê şîrove bik?
Rojava: (Bi keser) Hêsir e.
Cegerxwîn: Birceke mezin e
Seydayê Tîrêj: Birceke mezin î dî ye.
Mihemed Elî Hiso: Hevalek ezîz û delal e, pir jê hez dikim.
Qet negiyaye mafê xwe. Cudahiya di navbera min û wî de ku ew ji Qamişlo derneketiye, lê ez derketime, min dinya lihev xistî ye, wek Zîna Qereçî me. Ger tu ji Qamişlo derkevî tu hest dibe ku millet tiştekî dide te, ez berî çend rojan li Nisêbînê bûm ahengek hebû, ya hevalên me yn PKKê bû, lê min dikarîbû gotina xwe bi rastî li ser maykê bibêjim, û hemûyan ji min qebûl kir.. serê stranê digotin şehîd û binê stranê digotin şehîd, min ji wan re got gelî ciwanmêran ev aheng e, keç û xort dighên hev dîlan dikin, çavan didin hev, belkî qebahetan jî bikin, lêşerm e ku hûn termê şehîd tînin vê navê, cenazeya şehîd muqedes e, şerm e ku hûn vê bêhurmetiyê bi şehîdan re dikin.. millet jî ev yek ji min qebûl kirin.
Herêma Kurdistan: Penageheke ji bo Seîd Gabarî û sedê wek min e.
Şivan Perwer: Hunermendeke..
– zêdetir?…Na.
Mihemed Şêxo: (Careke dî kela girî ew girt lê di nav pêla hêsran de berdewam kir) Ew du caran cihê wî li cem min heye, carekê ji bo feqîriya wî û carek dî ji bo ku hunermend bû û malbata wî digotin em Ereb in – Mihelmî ne- û wî li ser xwe qebûl nedikir.
– Mamoste Seîd jiyana xwe ya rojane çawa derbas dike?
Ez gundî me, gulistana xwe av didim, û avjeniyê dikim, qehwa xwe ji xwe re çêdikim, dinya bûye dema jinê:
Dem û dewara dinê
Ax felekê mala minê
Zilam ket bin emrê jinê
Jinka teksî û cêb ajotin
Zilam çûn firax şûştinê
Werne kovan û van xeman
Dewran daya serdeman
Piştî qernê ku em ketinê
Zilam çi bûne sînema
Ez jiyana xwe rojane di nav xelikê xwe û civata xwe de derbas dikim.
– Projeyên te yê hunerî di pêşerojê de çi ne?
Niha ez ê di radyoyekê de kar bikim, biryarek derket ku ez programekî keleporî çêbikim, tê de behsa bajarê Kurdistanê bikim wek mînak Amûdê û gundên derdora Amûdê çi hene û kî dengbêj li wir hebûn, jiyana Amûdê çawa birê ve diçû û wisa, çend tilfizyon daxwaza min dikin lê ez naçim, ji ber ez dixwazim serbest bim. Ji ber ez nikarim herim studyo û rêvebirê giştî ê ku bi “Wastê” hatiye danîn û bi zimanê “Golka ” jî nizane nerîna xwe li ser min bimeşîne.. ji xwe partî û serkirdayetiyên wan tenê hez golikan dikin.
– Çima para Kurdistana Bakur di hunera te de kêm e?
Kurdistana bakur cihê wê di dilê min de taybet e, min gelek li ser bajarên wê gotiye, ji 75an de. Lê problem ew e ku ragehandin nahêle, telefizyina kê heye ji bilî ya wan, di ya wan de jî ku ti navê hin kesan nebêjî te li ser ekranên xwe dernaxin.
çi stranê min derbas nebûne bê ku ez navê Mûş, Wanê, Farqînê, Silîvan, Batmanê, û Diyar Bekir tê de bikar neynim.
– Ti çi şîretan li hunermendên Kurd dikî û bi taybet yên ku filiklor dibêjin?
nûjeniyê bikin lê ji qalibê wê dernexin, dîkor û perwazek mûzîkî jê re deynin, lê ne sitranek wek “Xensê Xensê” tu bikî dîsko ji ber ku nema em jê fêm dikin.. Wek mînak, min D. Nurdîn Zaza berî mirina wî bi demekê nas kir, go carek min “Mem û Zîn” li gorî xwe wegerandibû û min bir ji Cegerxwîn re, wî jê re got birawo te ji rewşenbîran re wergerandî ye, û rewşenbîr di nav me de kêm in, te bi zimanê gundiyn çênekiriye, hîn em di mûzîka xwe de bandora gelek ji van kesan li ser min heye wek Usivê Çelebî, Hizniyê Şêxî, Xidirê Omerî û Miradê Kinê, ew hîn di guhê me di cihê wan heye, ez ne bi vê re me ku sitranek kurdî filklorî û bi zehmetî hatiye çêkirin û tu mûzîkek Emrîkî deyne ser.
– Wek mînak Ciwan Haco?
Ciwan Haco rengê dengê wî wisa ye ji ber vê yekê ez tu rexnan lê nakim, ta radeyekê zanebûna min di dengan de heye, Ciwan Haco nikare sitranaên Rojhilatî bibêje ji ber dengê wî zêdey wilo ranabe, û ez gelekî ji Ciwan Haco hez dikim, wî ji xwe re ev rê hilbijartiye û rêzê ji riya wî re digrim.
– Di nerîna te de gelo pêwîst e hunermend ji serokan re bistirê?
Qet ne pêwist e, min ji serokan re straye di dema ku pêwîst bû, min ji mele Mistefa re straye, û ez ne poşman im, min li ser qadî Mihmed straye û ez ne poşman im, hin caran min ji serok Mesûd re gotiyê, û dîsan ne poşman im dibe ku tu min di vê yekê de şaş dibînî, tu dikarî rexnê xwe li min bikî, lê her kes dizane ku Mesûdê Berzanî çiqas qurbanî daniye, xwediyê sê birayên şehîd û 8000 kesên enfalbûyî ye, ap û pismamên şehîd in, tazîbûn û birçîbûna Iranê , xwediyê hemû tiştî ye, di baweriya min de serok Mesûd hêja ye ku merov sitranan li ser bibêje û dîrok ro bi ro vê yekê tekez dike, ger Mesûd neba kî dizane ku wê rewşa Kobanê çi ba, Mesûd neba ev prosêsa aştiyane di navbera PKK û Tirkiyê de wê naba, lê tev wilo jî min serok Mes`ûd û birayê wî û partiya wî jî rexne kirine û min gotiye ” Wan mesûlê toz û ba milet kirine sînema“.
– Mamoste te ji gelek helbestvanan straye, tu bêtir lê kê rehet bû ?
Ehmedê şêx salih bû ji ber ku pîvanên wî di helbestê de wek dilê min in û zaravê wî kurmanciyek dirust û xweşk e, Ehmedê şêx Salih di ” Şoreşa Pak û Nehêl û Xanedan” de ez derbasî qonaxeke dî kirim, hişt hastên min bi xem û şikestinê zêdetir bibin û piştî şikestinê çawa xwe ava bikim.
– Tu çi name yê ji vir jê re dişînî?
Ez têm destê wî ji vir ta Endîwerê, ez bi hêvî me ku bes xwe veşêre.. bes xwe veşêre, gelekî xwe veşart, û rim di tûran de nayê veşartin.
– Mamoste Seîd bi çi zeravî nestiraye û dixwaze bistrê?
Min bi hemû zeravan sitraye… Ta zimanê qereçiya jî.
– Dibêjin mamoste Seîd gelek alîkarî bi penaberên Rojava kiriye?
Ez wê nabînim alîkarî tu carî, û ez ser xwe qebûl nakim..(Li vir ne tenê kela girî mamoste Se`îd digre.. lê ew bi dilekî şewat giriya) .. ez li ser xwe qebûl nakim, ji ber ku ev erkê min e, ji ber ku min nanê Qamişlo, Serêkaniyê, Dêrikê, Efrînê, û Kobanê xwariye, min tu tişt ji wan re nekiriye.. filankes derbas nebû, ez ê telefonekê lêxim ez ê wî derbas bikim, yan filankes bê çadir maye, ez ê alîkariya wî bikim, an jî filankes bê war maye ez ê deh rojan wî bînim gel malbata xwe, qet ez qebûl nakim ku ev alîkarî bê ziman, ez ji te re rastî dibêjim ji ber ku ev kêmtirîn erk e ez ji bo gellê xwe dikim.
– Malbata herî ku tu bê êşyaye kî bûn, çîroka wan çibû?
gelek hene, êş gelek in, hatine welatekî din ne wek welatê me ye, tevlî rêz û hirmeta min ji Kurdên Iraqê û şehîdên wan û ked û xebata wan re, lê xelkeke dî li vir heye, perwerdeya Sedam Hisên e, her dem dixwaze xelkê biêşîne, malê wî û mafê wî bixwe, di baweriya min de eger ez ne alîkar bim jî lê min beşdariyek baş di alîkariya vê xelkê de kiriye.
– Tu li kîjan bajarê Kurdî nestiraye û tu dixwazî bistrê?
Xwezî min li Mehbad straba, di sala 1983an de li Mehbad ez çûm meydana Çarçira, kula min bû ez herim wê deverê, xortekî got ez ê te bibim wir û ez li cem te nasekinim ji ber ku wê min jî bigrin, min helbesteke xwe li wir xwend û ez giryam, dilê min şewitî, rejîma Iranî ji ber ez giryam min 15 rojan xistin zindanê de, lê 13 rojan min ji lêdanê (tirrek) kir.
– Berî demekê me li ser ragehandinê jî şopand te wek kesayetek te destwerdan di pirsgirêkek trafîkî de kir ku evserekî Hewlêrî zordarî û ziyan gihandibû ciwanekî Rojava, ew mesele gihaşt ku, û çima te dît wek hunermend divê tu destwerdanê bikî?
Wî evserî ez dam dadgehê jî, karê min û zindanê jî kiribû, lê yê fermandar gote min tu bêguneh e, û yê ciwanê Kurd jî reviya Rojava, dibe ku hindek pere dabinê û razîbûna wan jî bê min li piş perdeyê çêbû, dibe ku hindek pere stendibe yan gef lê xwaribin, lê min jê re şand û got netirse, yê fermandar min girt, min jê re got tê min bixe zindanê ya ez ê bersiva xwe bidim, gote min bersiva xwe bide, rabû ez axivîm, ê fermandar ez maç kirim û gote min here tu bêguneh e, ew derewan dikin, evser û polîsan pişta hev girtiye, û derew li te kirine, pirsgirêkeke min bi Rûdaw jî re çêbû, wan jî gazin kiribûn, çima te em xistin vê meselê de, min got qaşo hûn dibêjî em Rûdaw in, dengê wêrekiyê û rastiyê ne, hûn qebûl dikin zor li kesekî feqîr bibe..!, mirov birîndar bûye û hîn lê jî dixin.
– Rast ewek te gotiye serkirdeyên Kurd li holên girtî û li kongiran bihev dikevin, û pişt re daxuyaniyekê ji millet re derdixin û doza yekîtiyê dikin, gelo ew dikarin miletkî birêve bibin?
Ew qet nikarin.. eger kesek ji bilî wan di van rewşên nazik de heba minê partiyek ava kiriba, ji ber ew çi tiştê pîs heye di holên girtî de dibêjin hev, û li derve doza yekîtiyê dikin û gerefatên xwe rast dikin, û xwe dikin nimûne, tenê li ser masa xwarinê û dema kevçiyê girarê lihev dikin.
– Gotina dawî ji xelkê Rojava, rojnamevanan, hunermend, û ji milet re ?
ji rojnamevanan re serkeftinê dixwazim, hêvîdar im ku zehmetiya kişandine hêdî hêdî barê wan sivik bibe, karibin bi emanet nameya xwe ragihînin. Dixwazim ji Xelkê Rojava re bibêjim, mixabin dijminê Kurdan gelek in, hinek ji partiyên Kurdan jî di nav de dixwazin Rojava vala bikin, bi nîşan ku ji Dêrikê ta Serêkaniyê xelkên Xemir li ser dilê me paldayî ne, tu kesî ji wan re negotiye quzelqert, xortên me hem propaganda ji qaçaxciyan re çêdikin berê wan didin Ewrupa, ji ber ku ez zanim ku xelkek heye xwe dike siyasî lê ew simsarê qaçaxçiyan e, berê millet dide kuştinê, Bulxarya û derya û xeniqandinê.
Dixwazim vê yekê bibêjim, milletê Sûrî hişyar bin, hûn Kurdên Sûrî ne, yên Rojava ne, hûn in yên ku alîkariya şoreşa Mela Mistefa kir, şoreşa Ihsan Nûrî Paşa û şêx Se`îd himbêz kir, we Nurdîn Zaza û mala Cemîl Paşa himbêz kir, li ber vê pêla pîs nehejin, welat welatê we ye, kolan a we ye, cih ê we ye, tu caran ew nikarin vî welatî vala bikin.