Ev romana qedexekirina PKK li Almanyayê ye
Bi ziman û vegotineke cuda, herikbar hatiye nivisîn, destê mirovan jê nabe.
Di warê dewlemendiya peyv û biwêjan de gelek xurt e.
Cihana ramanê mirovan digire bin karlêka xwe û gelek dîtinên di mêjiyê mirov de diguherîne.
Bê ku serê mirovan bi nirxandinên polîtîkî biwerimîne, bi zimaneke wêjeyî vegotin û şiroveya ramanan di pratîkê de vedike.
Ev roman gelek rastîyên sosyolojîk û versandinên nêrînên cihanî zelal dike:
A)Rastiya têgîhîştin, mentalîte û şovenîzma ewropiyan.
B) Têkiliyên partiyên tirk û yên almanan di pratîkê de nîşan dide.
C) Rola MÎT ango sixwiriya tirk di qedexekirina PKK de û têkiliya saziyên sîxwirî.
D) Şerê dagirkeriya tirk û tevgerên kurdan li qada Ewropa
E) Nirxandina tevgerên kurdan bi destê sîxwiriya tirk
F) Rexneyên nerm, melhemkirî, lê wekî guzanê.
G) Dijawriyên dewleta alman derxistiye pêş welatparêzan
H) Dadgeh, darezandin, sotin, dagirkirin û berxwedanên bi rik.
Di nava tekoşînê de têkilî û malbat.
a) Têkiliyên civakî di nava komale û tekoşînê de.
b) Dirama malbatan yên di nava tekoşînê de.
c) Guhertina têkiliya mêr û jinê
d) Giyan û kesayetiya di nava nakokiyên malbat û tekoşînê de parçebûyî
Zewac û evîn
a) Zewaca bi dîtinek û biryara malbatan
c) Evînên çavgirtî û felaketa bi xwe re tîne.
d) Li Almanyayê têkiliyên nû û encamên bi êş
e) Mijara namûsa hobûyî û dijwariya wê ye li Ewropê.
f) Êşa zarokên derê zewacê
Bêguman di nav de gelek rûdan û helwestên mirovan dide kenandinê û ramandinê jî hene.
Seroke Înstîtûta ji bo lêkolîn û zanist, birêz Fewzî Ozmen, romanê wiha dinirxîne.
„Fêrgîn wek mijar; li diyasporayê trajediya malbateke di nav bûyerên siyasî yên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de hilbijartiye. Bi şêwaz û vegotineke xurt û herikbar roman hûnandiye. Ez bawer dikim wê ev roman bibe mijara gelek nirxandin, nîqaşan û wê di qada romana kurdî de şopeke nû veke. Bi gotineke bê pesin; Fêrgîn di vê romanê de şêwazeke nû, vegotineke nû, şayesandineke nû, sêwirandineke nû û zimanekî nû bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Her kesên ku vê romanê bixwîne, wê bikare xwe, yan jî aliyekî xwe jî tê de bibîne.”
Fevzî Ozmen – omida kurda