Dihunê di encama êrîşên Gerîllayên Kurd de li Oremar artêşa tirk derbeyeke mezin xwar.
Encamên çalekî û şerê Oremarê di medyaya Tirkiyê de berfireh cih girt.
Li gorî zanyariyan dihunê li ser rêka Oremar û Geverê li başûrê Girê Rehmo ya nêzîkî navçeya Oremarê xefka ji aliyê Gerîllayan ve hatî danîn bi navgîna leşkerî de teqiya di encamp de 15 leşker hatin kuştin.
Ajansa Reutersê nûçe bi devê Fermandarekî PKK belav kir û weha nivîsî; Roja yekşemê 06 ê Îlonê karwaneke eskerên artêşa Tirk ketine kemîna Gerîllayên PKK ê û di encamê de 15 kes hatine kuştin.
Serokatiya Fermandariya Bilind ya Tirkiyê jî di bare bûyerê de daxuyanî da;
Serokatiya Fermandariya Bilind ya Tirkiyê di bare bûyerê de daxuyanî da û hejmara kuştiyan nehate ragihandin. Di daxuyaniyê artêşê de hate gotin ku 3 bombeyên erdê hatine tunekirin û di berdewama tevgera leşkerî de 2 navgînên wan yên leşkerî xisar dîtine kuştî û birîndarên wan çêbûne. Lê di barê hejmara kuştî û birîndaran de tu zanyarî nehatine dayîn.
Di Malperekî nijadperesta de berferehiyên bûyerê hatin aşkere kirin.
Malpera Mehmetciktv ya nijadperest ku bêhtir li ser leşker û artêşê dinivîsê diyar kir ku 30 leşker hatine kuştin û hejmareka zêde jî birîndar hene.
Di nûçeyê de hate gotin ku di dema bihurîna du navgînên leşkerî de du mayin ji aliyê PKK ve hatine teqandin û di encama van teqîna de 16 leşker hatine kuştin.
Li gorî nûçeya malperê piştî teqînê bi arîkariya firokên şer ve êrîşa bejayî pêk hatiye û careka dîtir leşker ketine kemîna Gerîllayên Kurd de û li vira jî 14 leşker hatine kuştin.
Di dirêjiya nûçeyê de tê diyarkirin ku Fermandarê Tabûra Oremaryê Fermandar û Sazbendê bilind Ilker Çelikcan jî hatiye kuştin.
Dewlet ji ber şer nikare xwe bighîne birîndaran;
Li gorî nûçeyê hate diyarkirin ku ji ber giraniya şer û pevçûnê kesek nikare xwe bighîne birîndaran û di rizgarkirina kuştî û birîndaran de zehmetî tête kişandin.
Hate gotin ku şer hîna jî li navçeyê berdewame.
Peywendiya xeta axaftinê jî qut bûye
Li gorî nûçeya vê malperê hate vegotin ku peywendî li gel leşkeran jî qût bûye.
Sedema vê qûtbûnê jî aşkere nebûye.
Gundê Oremarê dijî leşkeran serî rakirin û êrîş birin ser wan.
Li gorî nûçeyê hate gotin ku piştî şerê dijwar leşkerên Tirk zarokek kuştine û di encama vêya de nişteciyên Oremarê dijî leşkeran serî rakirine û berbi baregeha leşkerî ya Oremarê ve meşiyane.
Di dawiya nûçeyê de hate diyarkirin ku li aliyekî dîtir yê Geverê dîsan 5 leşker hatine kuştin.
Îro jî hate zanîn ku di nexweşxaneyên bajarên derdor de tevgerekî awarte heye û gelek leşkerên birîndar têne veguhestin.
Piştî çalekiya Oremarê wezîr û serkanên leşkerî yên Tirkiyê bi rengekî awarte awarte civiyan.
“rewanbej”