Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Berpirs û Nûnerê PYD yê Rûsya Ebdulselam digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxayîl Bugdanûf û Rêveberê Peymangeha Istîşraq ya girêdayî Akademiya Zanistî ya Rûsya Vîtalî Viyatşîslavovîtş Nawmkîn li bajarê Moskow civiyan.
Di civînê de herdu aliyan girîngiya piştevaniya li pilana Şandiyê Navdewletî bo Sûriyê Dîmstora û karûbarên Civîna Cinêv 3 gengeşe kirin.
Her weha herdu aliyan têkestî li ser karkirina bo sekinandina rijandina xwîna Sûrî , rêbazên ragirtina şer û tundûtîjî û kuştina gel bi çi behaneyê dibe bila bibe kirin.
Xendan