Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gerîla wê xwe venekişîne û got, “Ti kes nikare vekişîna gerîla ji Bakur û çekdanînê li ser me ferz bike. Ev xisûs pêk nayên.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cem Bayik Bayik di bernameyekê di kanala MED NÛÇE de diyar kir kir ku gerîla wê xwe venekişîne û got, “Ti kes nikare vekişîna gerîla ji Bakur û çekdanînê li ser me ferz bike, her wiha got ku gerîla beriya niha xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişand, lê vê yekê xizmetî çareseriyê nekiriye û got, “Ev yek hewldanên kesên çareseriyê naxwazin e.”
Bayik da xuyakirin, ku yê agirbest xirab kiriye Recep Tayyîp Erdogan û AKP ye û got, “Ti kes nikare bêje PKK’ê agirbest xirab kiriye û şer destpê kiriye. Erdogan û AKP bi destpêkirina şer re dixwazin xwe bigihînin armancên xwe yên siyasî. Em jî li dijî vî şerê hatiye destpêkirin xwe diparêzin û ev yek jî mafê me yê herî xwezayî ye. Di peymana Neteweyên Yekbûyî de jî heye; eger êrîş li gelekî bê kirin, mafê wî gelî heye xwe biparêze. Ya diqewim e, ev e.”
Bayik diyar kir ku wan biryara şer negirtine û destnîşan kir ku ya PKK niha dike parastina rewa ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Gerîla hînê neketiye dewrê û Gerîla li hemberî êrîşên li dijî gel û hêzên demokrasiyê, çend çalakiyên bersivdayînê lidar xist û hînê biryara şer nedaye, hînê bi hemû hêza xwe tevlî şer nebûye. Pêwîste raya giştî vê rastiyê zanibe.”
Bayik bibîr xist ku Tirkiyê dîroka êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 24’ê Tîrmehê de destpê kirine bi zanebûn hilbijart û got, “Demeke balkêş e. Ji ber ku di wê demê de peymana Lozanê hatiye morkirin
Bayik ragihand ku AKP û Erdogan, ya ku beriya hilbijartinê bi ser nexist, bi taktîkên piştî hilbijartinê re bi ser bixîne û got, ” Bi reşkirinê re, ku HDP’ê weke alîgirê şîdetê nîşan dide, hewl dide bigihêje armancên xwe. Bi êrîşên hewayî, bi girtinan re dixwaze HDP’ê daxîne binê bendê.”
Bayik bal kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re û got ku Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên bi DAIŞ’ê re gelekî teşhîr bû û rastî zexta navneteweyî hat, Erdogan rêya rizgariyê di helwesta der heqê DAIŞ’ê de dît û di bin navê ‘şerê li dijî DAIŞ’ê’ de li hemberî PKK’ê şer dike.
Bayik bomberdûmana gundê Zergelê bibîr xist û got, “Her kes dizane ku Zergelê ne kamp e, lê gundek e. Çapemenî hat, dît. Me bang jî kir, bang li rayedarên Tirk, li çapemenî û siyasetmedarên Tirk kir ku bi xwe werin Zergelê bibînin. Me got ku em ê karibin ewlekariya wan bikin. Lê nehatin, ji ber ku nikarîbûn bihata. Ya kirin cînayet e, komkujiyeke. Hovîtî ye. Bi zanebûn li Zergelê dan.”
ŞERTÊN AGIRBESTÊ
Derbarê gavên divê ji bo rawestandina şer û destpêkirina muzakereyan de werin avêtin Bayik ev xal destnîşan kir:
“Eger dewleta Tirk, Erdogan û AKP dest ji binçavkirinan berdin, operasyonên qirkirina siyasî bisekinînin, tevî êrîşên hewayî hemû operasyonan rawestînin, qebûl bike û îlan bike ku wê bi muzakereyê pirsgirêka Kurd çareser bike, agirbesteke zeximkirî qebûl bike, şert û mercên Rêber Apo sererast bike, qebûl bike ku di şertên azad de muzakere werin kirin û Rêber Apo weke sermuzakerevan muzakereyan bimeşîne, ji bo şopandina agirbesta zeximkirî komîteya şopandinê qebûl bike, derhal dest bi muzakereyan bike û ji bo rêveçûna muzakereyan aliyekî sêyemîn qebûl bike, em jî amade ne ji bo bicihanîna van mercan yekser agirbestê îlan bikin.”
VEKIŞÎNA GERÎLA NABE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê zextên rayedarên Tirkiyê yên ji bo vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê yan jî çekdanînê de wiha axivî:
“Me berê gelek caran gerîla vekişand. Vê yekê xizmet ji ti çareseriyê re nekir.. Êdî vekişîna gerîla ne mijara gotinê ye. Daxwaza vekişînê, hewldana kesên naxwazin pirsgirêk çareser bibe, ye. Êdî di ser vê re dem bihuriye.
Ti kes ne dikare vekişîna gerîla ji Bakur li ser me ferz bike, ne jî çekdanînê ferz bike. Qanûnên ji bo vê nehatine derxistin. Gelê Kurd, PKK wê ji çi bawer bike û dest ji têkoşîna çekdarî berde? Wê ji çi bawer bikin û hêzên xwe yên çekdarî vekişîne? Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime, hêzên DAIŞ’ê ewçend bi hovane êrîşî gelê me, tevgera me û hêzên demokrasiyê dikin de, çekdanîn tê çi wateyê? Wê wateya qebûlkirina komkujiyê. Ne tenê PKK, ti mirovekî xwedî wijdan vê bilêv nake, qebûl nake.”
Bayik bal kişand ser rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkê û got, “Li holê pirsgirêkek heye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, mekanîzmayên çareseriyê neyên afirandin, li nava çarçoveyeke destûra bingehîn neyê bicihkirin û bi qanûnan neyê ewlekirin, çareserî nabe.”
PUKmedia













































