Keçek biçûk bûm ji dilê Kobanî / Hêl di mi`d nema bikim bazdanê
Dijminê Gawir gelek nêzîk e / Tirsim min bigre û serê min jêke
Ax Kobanî, ax Kobanî.. Bi qurbanî
Bi van çend malikên bi şewat hunermedê kurd Ferîdon ku bi eslê xwe ji bajarê Amûdê ye dest bi strana xwe li ser Kobanî dike, strana ku amade kiriye, û awazên wê jî danîne, têst jê re çêkiriye, lê ta niha nebûye Kilîp, û ew bi hêvî ye ku di demek nêz de vê yekê pêk bîne.
Strana Kobanî ku li ser zimanê keçek biçûk hatiye hûnandin, bi giştî li ser êş û azarê xelkên bajêr e, di heman demê de daxwaza yekîtiyekê jî tê de heye, û jibîr nake ku behsa dijminê bê ol û kesên jê re piştgir û alîkar in jî bike:
Dijminê bê ol xwîn kiriye gol / Jê re lê didin zirna û dahol
Kes ji jiyanê bi me ve nayê / Xwîna zaroka weke çema ye.
Di dawiyê de riya xelas û çareseriyê ji kurdan re eşkere dike û dibêje eger yekîtiyek di navbera Kurdan tune be, wê hemû bajarên kurdan binpê û dagîr bibin:
Îro Kobanî û sib serê Kanê / Û paşê Qamişlo dayika cîhanê
Wê xwîn birje û dilê min tije / Heger nebin yek vê roja hanê
Hunermend Ferîdon Li ser jiyana xwe a hunerî ji rojnameya Bûyer re dibêje :” Di sala 1976, ez heft salî bûm, min di sala 83an de beşdarî di komeke filiklorî de kir, li ber destê hunermendê mezin Se`îd Yûsif fêrî mûzîkê bû”.
Ferîdon berdewam kir:” Navdartirîn stranê min a “Ne Heyat e” bû. Û vê dawiyê min strana “ li wê kerbelê.. li wê çolê” jî da hunermed Îsa Brahîm, wê jî li nav millet baş deng veda. Gelek hunermendan mîna Ebdilqadir Silêman, Ehmed Silêman, I`tidal, û hunermend şad ji helbestê min stran gotine. Min bawername ji amojgeha D. Ezîz Zaza wegirtiye, min bêtir ji 50 şagirtî bê beramber fêrî mûzîk û note kirine”.
Li ser strana Kobanî Ferîdon wisa got:” Biryara strana Kobanî ji şewata dilê min li ser zarokên Kurd ku li ser destê tirorê hatin serjêkirin hat, lewre gotinên wê li ser zimanê zaroka bçûk bû.. bi giştî ez vê şêweyê stranê ji ya şoreşgerî çêtir dibînim”.