” Jiyana Kurdan jiyaneke tije tenaqud e. Divê ev tenaqud bêne rakirin û sînorên tirsê bêne şikandin. Tenê weşanger û rojnamevan dikarin vê yekê bikin. Em ji dûrişim û axavtinên romansî têr bûne. Êdî bes e li paş xwe nerîn, divê em di rewşa niha û ya sibe de bifikirin û ji bo guhertinan gavên xuyayî bavêjin”.
Sîrwan H. Berko*
Hersal di 22ê nîsanê de, Kurd Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin. Semînar lidar dikevin, gotarên romansî tên nivîsandin, navê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan tê hildan ezman û di medyaya kurdî de ev roj tê bibîranîn û pîrozkirin. Hersal heman peyv têne gotin û li dema bûhirî tê temaşekirin. Lê di heman demê de, binpêkirina peyva azad ji aliyê Kurdan bi xwe ve berdewam e, û rojnamevan ji bo azadiya çapemeniya kurdî kêm dixebitin.
Çendîn di van salên dawî de çapemeniya kurdî gavine bi pêş ve avêtibin jî, lê rewşa wê hîn kambax e. Piraniya medyaya li herêma Kurdistanê, wek mînak, di destên rêxistin û hêzên siyasî de ye. Çendîn ev hêz tim dubare eşkere dikin ku ew piştgiriya peyv û ramana azad dikin, lê di rastiyê de ew vê yekê nakin û berjewendiyên xwe diparêzin. Rojnamevan bi xwe jî vê yekê dizanin, lê ji ber ku piraniya wan bi xwe endamên wan rêxistinan in, ew jî mîna berpirsên xwe diaxivin û amadebûna wan ji bo guhertinan qet diyar nabe.
Nimûneya ragihandinê li herêma Kurdistanê nimûneyeke pir xerab e. Divê em li devera me heman ezmûnê dubare nekin. Hewildanên ku niha dibin, di warên radyo, rojname û malperên internêtê de, hêviyê di siberojeke baştir de xurt dikin. Divê alavên ragihandinê di destên civaka sîvîl de, dûrî bandora yekser a desthilatdarên siyasî û lekerî bin.
Erkê weşanger û rojnamevanan e ku ew bi hev re ji bo mafê azadiya ramanê têbikoşin û rojane binpêkirina vî mafî ji raya giştî re eşkere bikin. Pêwîst e ku ji bo vê yekê rojnamevan bigihên hevdu, da ku rewşa xwe şirove bikin û ji bo guhertinan xaleyan destnîşan bikin û ji bo pêkanîna wan bikevin xebateke berdewam. Li cîhana Rojava bi xwe jî, ku li piraniya welatên wê îroj çapemeniya azad peyda dibe, ne hêzên siyasî bûn ên ku maf da rojnamevanan ku bi azadî bi karê xwe yê ragihandinê rabin. Rojnamevanan bi xwe bi sedên salan gelek gorî dane, da ku xwe gihandin vê rewşa îroj. Lê dîsa jî mafê nerîna azad li gelek ji van welatan tê binpêkirin. Rojnamevan jî bêdeng namînin. Têkoşîna wan berdewam e.
Divê em zanibin ku bêyî azadiya çapemeniyê civak nikare azad be û demoqratî pêk nayê. Bi taybetî li devera me divê azadiya peyv û ramanê ne tenê di slogan û daxuyaniyan de diyar bibin. Ji bo ku alavên ragihandinê yê yekîtiyên rojnamevanan xwedî hêz û rol bin, pêwîst e ew xebata xwe ji bandora siyasî rizgar bikin û kesayetiyeke xwe ya xurt ava bikin. Raya giştî piştgiriya azadiyê ye, û divê rojnamevan vê yekê baş bi kar bînin û ji bo guhertinan rojane têbikoşin. Tevî rewşa awarte li devera me, lê hewildanên baş di vî warî de tên avêtin. Lê ev hewildan têrê nakin.
Civaka me fêrî tirsê bûye. Ev tirs gelek caran dibe asteng li pêşiya derbirîna azad. Kesê ku di nav me de bi azadî nerîna xwe bibêje, ji aliyê yên din ve tê çewisandin. Ta ku ji van kesan tê, ew mirovî azadîhez diêşînin û dihêlin ku ew poşman bibe ku bi azadî nerîna xwe gotiye. Li şûna ku piştgiriya wî bê kirin û ew di vî warî de berdewam bike û kesên din jî wek wî bikin, wî bitenê dihêlin û hertişt tê kirin, da ku ti kes bi wî re nekeve têkiliyê. Bi taybetî rêxistinên ku di rêbazên xwe de behsa demoqratî û pêwîstiya paraztina mafê nerîna azad dikin, dema ku li ser wan nûçeyek an nivîsarek belav dibin ku ne li gorî dilê wan bin, birêvebirên wê hêrs dibin û rêbazên rêxistinên xwe ji bîr dikin û mafê derbirîna azad binpê dikin. Êdî di vî warî de ti cudahî di navbera wan û rêjîmên totalîtêr de namîne.
Jiyana Kurdan jiyaneke tije tenaqud e. Divê ev tenaqud bêne rakirin û sînorên tirsê bêne şikandin. Tenê weşanger û rojnamevan dikarin vê yekê bikin. Em ji dûrişim û axavtinên romansî têr bûne. Êdî bes e li paş xwe nerîn, divê em di rewşa niha û ya sibe de bifikirin û ji bo guhertinan gavên xuyayî bavêjin.
*Birêvebirê Giştê yê Saziya ARTA Ji Bo Ragihandinê