Merwan Berekat
Piştî şoreşa gelê Sûrî ji şêweya xwe ya aştiyane derket, û ber ve çekdariyê hate têvedan, û ji aliyê hin dewletên herêmê ve, destêwerdan hate kirin, armancên şoreşê serûbin têkçûn. Ji ber ku wê destêwerdanê rikberî ji hev qetand û belawela kir, û hêdî hêdî şoreş ji pir aliyan ve, hate dizîn.
Ji aliyekî din ve, van sedeman hîşt ku rûberê şer, pevçûn û çekdariyê firehtir bibe, û herweha kuştin, binçavkirin û wêrankirina bêsinc derbasî bajar, bajarok û gundên Sûriyê bibe.Vê yekê hîşt ku bi milyonan xelkê Sûriyê li derve û hindurê sînorê welêt bibin penaber û rewşa wan li ber çavan e, ku çiqas çîrokên curbecur ji êş û derdan bi ser wan de tên,
Bêguman; rewş û qeyrana ku Sûriyê tê de dijî, bandora xwe ya neyînî li hemû warên jiyanê kir, hema hema mirov dikare bêje, ku di piraniya nexşeya Sûriyê de, nema jiyan dibe, û berdewamitya wê di pir herêman de mirin bixwe ye.
Di destpêka şoreş de, û ta roja îroyîn jî, piraniya herêmên kurdî û nemaze Efrîn û Qamîlo hêmin û aram in, û tu pirsgirêkên ku jiyanê rawestînin, ewqas nîn in, Lê mixabin, tevlî wê jî, nexweşiyeke zor xirab û bi tirs di civaka kurdî de peya bûye. Eger çare jê re netê dîtin, ew pir bi metirsîn e, û bandoreke wê ya neyînî li çivak, dîmografî û siberoja Rojavayê Kurdistanê heye, ew jî, koçberî ye.
Di van du-sê salên dawî de, bi hezaran ji malbatên Kurd mal, zevî û her tiştekî xwe firotin, û bi riyên curbecur xwe li sînoran badan, û berê xwe dane welatên Yekîtiya Orupa. Ji wan e, ku ew diçin bihuştê. Di wan riyan de gelek çîrokên tirajîdî bi serê piraniya wan hatin, hin ji wan bûn qurbaniyên pêlan û laşê wan li kenarên deryayan hatin dîtin, hin ji aliyê rêberên riyên ne rewa ve, hatin dizîn, û li ser sînoran rût hatin berdan, û hi ji wan gihîtin armanca xwe. Mixabin ta dema nivîsandina vê gotarê jî, karwanê vê koçberiyê ranewestiye.
Pirsa mezin ew e, ma gelo sedmên vê nexweşiyê çi ne?
1 – Berî şoreşê pirtirî milyonek Kurd li bajarên mezin wek Heleb, Şam… hwd bi cîûwar bibûn, hin ji wan karmendên dewletê, hin karkir û hin jî xwedî pirojeyên taybet bûn, û piraniya wan di rewşeke aborî ya baş de dijiyan. Piştî ku nema di wan bajaran de jiyan tê berdewamkirin, ewan li herêmên xwe vegerîn, lê ew rastî gelek dijwariyan hatin, û nemaze di aliyê cîwarbûn û aborî de.
2 – Di herêmên Kurdî de, ji hin astên xwedinê re, û nemaze ya zangoyî re, derî li pêş piraniya xwendekaran hate girtin, û ta astên seretayî, amadeyî û navendî jî, ne ewqas serast e, ji ber wê jî, pir malbatan ji bo xwndina zarokên xwe riya koçberiyê dan ber xwe.
3 – Ta astekê, ne lihevkirina Tevgera Siyasî ya Kurdî jî, bû yek ji sedemên ku hin ji Kurdan berê xwe dane dervî sînorê welêt.
Rast e; di dîroka gelan de, û bi taybet di rewşên ceng û ne aramiyê de hertim koçberî çêbuye, lê dema ku ew digîne asta metirsînê hin çareserî jê re tên danîn, û bi şêwakî ji şêweyan pêşbirî lê tê kirin.
Zor pêwîst e, ku Kurd û di pêşî de Tevgera Siyasî ya Kurdî, saziyên civakî û ta rewşenbîrên Kurd ji vê nexweşiya bi metirsîn hişyar bin, û hewil bidin ku hinekî golvedana wê kim bikin. Eger ev koçberiya yeşankî netê dorpêçkirin, dê guhartinên bi tirs di dîmografiya Rojavayê Kurdistanê de çê bike. Bi dehê salan rêjîma Elbe`s bi pilan û pîlanên xwe yên şûfen û nijadperest hewil dida, ku herêmên Kurdî ji Kurdan vala bike, lê xebat, ronakbîrî û haydariya Tevgera Siyasî ya Kurdî û rewşenbîrên Kurd, ew pîlan û pilanan hatin pûçkirin. Mixabin îro Kurd bi xwe wan pilanan li ser xwe cêbecê dikin.
Belkî; rêjak biçûk ji Kurdan di koçberiya xwe de mafdar bin, lê piraniya wan bê sedem xwe tûşî vê nexweşiyê kirine. Ewan mal, dar, erd û hemû tiştên xwe yan difroşin, an jî, li şûn xwe dihêlin û bi perene pir ku dikarin bi salan li welêt bijîn, berê xwe didin biyaniyê, ji wan e, ku diçin bihuşta jiyanê. Ne tenê wisa, piştî ku ewan digînin wan welatan, wêneya gund, an tax, an jî bajarê xwe davêjin ser rûpela xwe ya faysbokê û hevokên ( Min bîra te kiriye. Ez ji te hez dikim. ) li ber wê datînin. Ma gelo mirov çawa dikare li gund, tax û bajarên xwe derewan bike? Hin jî, ji wan wêneya xwe davêjin ser wê rûpelê û li bin dinivîsin ( Pîroz be, em gihan armanca xwe ), lê bila bizanibin ku ewan windabûna xwe û ya zarokên xwe pîroz dikin. Û mixabîna mezin ew e, ku rêjak ji wan di tevgera Kurdî de, xwe netewperest, welathez, niştimanperwer û xebatkar didîtin, lê dema kar û xebata rastînkî û piratîk dest pê kir, wan riya revê dûz kirin, û pişta xwe dane welêt. Ez ji wan dipirsim: Ma gelo, Oripistan dibe KURDISTAN?
Ev gotar di hejmara 22an ya Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin 1/7/2015