4 gundên din ên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Volkana Ferat ve ji destê DAIŞê hatin derxistin.
Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand, duh li başûrê rojhilatê Kobanî bi derdora 60 km, di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Volkana Ferat û rêxistina DAIŞê de 4 gundên din ji DAIŞê hatin rizgarkirin.
Imer Kalo da zanîn ku gundên Bîr Nasir, Bîr Xat, Bîr Zinar û Korquling ji çekdarên DAIŞê hatibûn standin û ta derengiya şevê şer li derdora gundê Korikê berdewam bû.
Li gorî agahiyên Kalo, çekdarên DAIŞê berdewam malên sivîlan li gundewarên Kobanî diteqînin, duh jî li başûrê rojhilatê Kobanî 2 mal li gundê Şeşê teqandin.
Rûdaw